Li ser şehadeta rêberên tevgera azadiya neteweyî ya Kurd a 1925an Şêx Seîd û hevalên wî 100 sal derbas bûn.
Di destpêka sedsala borî de, hêzên emperyalîst û dewletên
herêmî yên kolonyalîst welatê Kurdan, Kurdistan, kirin çar parçe û di navbera
xwe de parve kirin. Di encama vê pêvajoyê de, ku bi Peymana Skyes-Pîcot dest pê
kir û bi Peymana Lozanê temam bû, yekparçeyiya neteweyî ya gelê Kurd hate perçekirin.
Piştî ku rêveberiya Kemalîst a li Tirkiyê hebûna dewleta nû bi
Peymana Lozanê di asta navneteweyî da da qebûl kirin, ew hemû sozên ku dabûn
Kurdan ji bîr kirin. Bi Destûra Bingehîn a sala 1924an re, nasnameya neteweyî û
hebûna gelê Kurd hate paşguhkirin. Gelê Kurd jî bi mafdarî li dijî vê pergala
neheq derket û li ber xwe da ku tê de Tirk wekî yekane serwer û efendî dihatin
hesibandin û Kurd jî statuya koletiyê digirtin.
Di sala 1925an de, di bin serokatiya Şêx Seîd de, gelê Kurd
li dijî sîstema kolonyalîst a ku ji hêla dewleta Tirk ve li ser wan hatibû
ferzkirin derket û ji bo Kurdan daxwaza azadiya neteweyî kir.
Hikûmeta Kemalîst daxwaza azadiya gelê Kurd bi xwînê tepeser
kir. Şêx Seîd û 48 hevalên wî, ku daxwaza azadiya neteweyî dikirin, di 29ê
Hezîrana 1925an de, di encama darizandinek sexte û di çarçoveya qanûna dijminane
de bi hovane hatin îdamkirin. Di heman pêvajoyê de lê di tarîxên cuda de,
Serokê Komeleya Tealî ya Kurd Seyît Abdulkadîr, navdarên Kurd ên wekî Dr. Fuat,
Serokê Cemiyeta Azadîyê Cibranlî Halît û Ziya Beg, ku li Bedlîsê girtî bûn û
hevalên wan hatin şehîd kirin.
Em di şexsê rêberê mezin Şêx Seîd de, ku 100 sal berê ji bo
daxwazên azadiya neteweyî yên rewa ên gelê Kurd canê xwe fida kirin de hemû
şehîdên Kurdistanê bi rêzdari bi bîr tînin.
Ew nemir in.
Dewleta Tirk ne tenê Şêx Seîd û bi sedan hevalên wî bi rêbazên
dijminane û neheq darve kir, lê di heman
demê de goristan jî ji bo wan pir zêde dît.
Di sedsala borî de, rêvbirên Tirkiyeyê li Kurdistanê
siyasetek kolonyalîst rêvebirin. Komkujî, operasyon û polîtîkayên koçberiya bi
darê zorê li dijî gelê Kurd bênavber domandin. Wan siyasetek zext û asîmîlasyonê
ya sîstematîk pêk anîn da ku ziman û çanda Kurdî tune bikin û nasnameya Kurdî
ji holê rakin.
Li himberê vê siyaseta înkar û tunekirinê, gelê Kurd jî di
sedsala borî de têkoşînek bênavber û bi biryar ji bo azadî û rûmeta neteweyî
domand.
Di dawiya 100 salan de, siyaseta înkar, asîmîlasyon û şer a
Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd têk çûye. Dema ku xwestîye daxwaza gelê Kurd a ji
bo azadiyê bitepisîne, Tirkiyeyê gelê xwe mehkûmî xizanî, tarîtî û şovenîzmê
kiriye. Di sedsala borî de, dema ku gelê Kurd rastî wehşetên mezin hat, Tirk jî
neçar man ku di jiyanek kevnar, otorîter û tundûtûj de bijîn.
Tecrubeyên 100 salî eşkere kiriye ku di şer de serketî tune
ne. Kesên ku ji siyaseta înkar û şer winda kirine, hem Kurd û hem jî Tirk in.
Siyaseta dijî-kurd ne tenê li Tirkiyeyê, lê di heman demê de
li Rojhilata Navîn jî emre xwe
qedandiye. Tunela tarî gihîştiye dawîyê. Pêvajoya rizgariya gelê me, ku di sala
1991an de li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, îro li Rojavayê Kurdistanê berdewam
dike.
Divê Tirkiye jî dev ji siyaseta dijî-kurd berde. Divê hemû
mafên gelê Kurd ên ji neteweya wan tê nas bike.
Di vê çarçoveyê de, gava yekem ku divê were avêtin ev e ku
di zûtirîn dem de gorên wêrankirî yên Şêx Seîd û hevalên wî werin eşkerekirin.
Di heman demê de, divê darizandinên 1925an bi hemû encamên xwe ve wek neqanûnî
û bêhikum werin ragihandin.
Di 100 saliya şehadeta wan de, em rêberê mezin Şêx Seîd û
hevalên wî bi rêz, evîn û hesretêk mezin bi bîr tînin.
Şêx Seîd sembola têkoşîna azadiya gelê Kurd e, hafizeya rihê
berxwedanê ye, ala baweriya me ya bi serkeftinê ye. Ew nirx û rûmeta me ya
neteweyî ya herî mezin e. Em soz didin ku em ê li ser rêya ku wî vekiriye
bimeşin û ala ku wî bilind kiriye qet danexin. Em sond dixwin ku em ê dilsozê
kevneşopiya têkoşînê ya Şêx Seîd û hevalên wî bimînin.
Ew di têkoşîna me û di dilê me de her û her dijîn.
27.06.2025
Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)