
Roja 15.05.2026ê li navçeya Qoserê
ya Mêrdînê, HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK û KESAYETÊN SERBIXWE xwestin belavoka ji bo 94emîn salvegera
weşana Kovara Hawarê û Roja Zimanê Kurdî belav bikin.
Lê belê polîsên Emnîyeta Qoserê di destpêka Qada Azadîyê de rê li ber
çalakvanan girtin û gotin "Emir heye, hûn nikarin belavokê belav bikin"
Lê belê çalakvanan bi biryardarî xwestin belavokê belav bikin.
Polîsan jî êrîş bir ser çalakvanan, şîdet pêk anîn.
Gelek çalakvan bi van êrîşan êşîyan.
Gelê Qoserê bi girseyî ev êrîş protesto kirin û piştgirîya xwe nîşanî
çalakvanan dan.
Polîsan nehiştin belavok bêne belav kirin.
Piştî vê êrîşê Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê Nezîr Gelerî, rêvebirê
PWKyê Şeyhmûs Unal û welatperwerê kurd Huseyîn Kaplan hatin desteserkirin
kirin.
Di êrîşa polîsan de teşkên Huseyin Kaplan darbe xwaribû.Ewilî Huseyin
Kaplan ji bo kontrolê birin
nexweşxaneye, paşê birin emnîyetê.
Nuha hersê çalakvan li Emnîyeta Qoserê din bin çav de ne.
Em vê êrîşa polisan şermezar dikin.
Divê hevalên me demildest bêne berdan.
HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK û KESAYETÊN SERBIXWE
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!
Kürd Sorunu çözülmeden Bölge’ye Barış Ve Huzur Gelmez!
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması