
Ji ser Medz
Yeghern (Qirkirina Ermeniyan) 111 sal derbas bûn.
Wek tê
zanîn ev karesat di 24ê Nîsana 1915an de bi sirgûnkirin û kuştina 250 rewşenbîr
û siyasetmedarên Ermenî dest pê kir û bû sedema qirkirina zêdetirî milyonek
Ermenî, ku ji hêla Rêxistina Ittihat û Terakiyê ve hate organîzekirin.
Medz
Yeghern, encamek siyaseta Komîteya Ittihat û Terakiyê ya Îslamkirina
Anatoliyê,ne tenê paqijkirina etnîkî dihewîne, lê di heman demê de bû sedema
veguhestina milk û wêrankirina hebûnên çandî jî.
Ev siyaset
ji hêla hikûmetên Kemalîst ve jî hate domandin,
armanc ew bûn ku her kesê ku li Tirkiyeyê dijîn, bike Tirk û Misilman.
Tevî ku
zêdetirî sedsalek derbas bûye jî, dewlet sûcên li dijî mirovahiyê yên ku li
dijî Ermeniyan pêk anîye înkar dike; ew hê jî tavanên xwe yên mirovî inkar
dike, nexwaze bi tavenên xwe rûbirû be.
Di vê
salvegera 111emîn de, em careke din Qirkirina Ermeniyan şermezar dikin û
qurbaniyên wê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Divê
dewleta Tirk sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê yên ku li dijî Ermeniyan, Kurdan,
Yewnaniyan û Cihûyan kirine rûbirû bibe û lêborînê bixwaze.
24ê Nîsana
2026an
PSK-Partiya
Sosyalîst a Kurdistan
Ofîsa
Çapemeniyê
Dem Ne Dema Bêhêvîtîyê Ye Zanebûn û Îradeya Azadiyê Ya Gelê Me Ji Her Demê Bilindtir e
Umutsuzluğa Yer Yoktur. Halkımızın Özgürlük Bilinci Ve İradesi Her Zamankinden Daha Yüksektir.
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!