
Bijî
1ê Gulanê:Cejna Ked, Kar, Azadî û Hevgirtinê
1ê
Gulanê roja yekîtî, hevgirtin û têkoşîna çîna
karker e. Ew ji berxwedana karkeran li Chicagoyê di sala 1886an de ji bo şert û mercên xebatê yên mirovî derketiye holê û îro
ji bo gelên cîhanê bûye roja ked û azadiyê.
1ê
Gulanê ji bo karker û kedkarên Kurd jî xwedî wateyek taybetî ye. Ji ber ku Kurdistan
bi polîtîkayên ku qadên pîşesazî û hilberînê
pêş nexistine, cografîya Kurdistanê bi zanebûn
Hatiye bi paş paş xistinê û bêkarî û xizanî
zêde bûye.
Bêkarî, nemaze di nav ciwanan de, gihîştiye astên pir cidî. Bi hezaran ciwanên me neçar in ku koçber bibin û bê
pêşeroj mane. Bêkarî û xizanî li
Kurdistanê ne çarenûs e, lê
encama polîtîkayên kolonyalîst e.
Têkoşîna
karkerên Kurd jî têkoşîna azadî, edalet û mafên neteweyî
ye.
Ji
aliyekî din ve, di çarçoveya şerê ku DYA û Îsraîl
li dijî Îranê dimeşînin de, her çend Kurd ne aliyek vê pevçûnê
bin jî, rejîma Îranê ya paşverû Başûrê
Kurdistanê û kampên ku sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê
lê dijîn bombebaran dike.
Di van êrîşan de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji
dest dan û ji hêzên Pêşmergeyan jî şehîd bûne. Em bi
tundî van êrîşên rejîma Îranê
yên li ser gelê Kurd şermezar dikin.
Bi
vê boneyê, em Yekê Gulanê li
hemû karker û kedkaran
pîroz dikin; em banga xurtkirina têkoşîna hevpar li dijî bêkarî, xizanî, şer û zilmê
dikin.
Bijî 1 Gulan!
30 Avrîl 2026
Bijî yekîtiya karker û kedkaran
û têkoşîna azadiyê!
PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Dem Ne Dema Bêhêvîtîyê Ye Zanebûn û Îradeya Azadiyê Ya Gelê Me Ji Her Demê Bilindtir e
Umutsuzluğa Yer Yoktur. Halkımızın Özgürlük Bilinci Ve İradesi Her Zamankinden Daha Yüksektir.
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!