
Me
Komkujiya Dêrsimê Ji Bîr Nekiriye
Emê
ji bîr nekin û emê
nehêlin ku were jibîr
kirinê.
Ji ser komkujîya (Jenosîda) Dêrsimê 89 sal derbas bûn,
ku di 4ê Gulana 1937an de, bi biryara kabîneya wezîran a wê
demê dest pê kiribû.
Ev
komkujî qonaxa herî bi xwînî û li dijî mîrovayîyê ya zincîra komkujiyên Kurdan e ku bi Komkujiya Koçgiriyê ya 1921an dest pê kiribû.
Ev
komkujî li dijî Kurdên Elewî ji hêla pergala monolîtîk a li ser bingehek Tirk-Îslamî hatiye avakirin ve hate
kirin, ku armanca wê ew bû ku her kesê ku li
Tirkiyeyê dijî bike Tirk û Misilman.
Ev
komkujî berhema Plana Îslahê ya Rojhilat a 24ê Îlona 1924an, Qanûna
İskan a Zoremilî 1934an, Qanûna Wîlayeta
Tunceliyê ya 1935an, Mufetîşiya Giştî ya Çaremîn a ku di 1936an de hatiye damezrandin û raporên ku ji bo
herêmê hatine amade kirin e.
Komkujiya
Dêrsimê, ku bi deh hezaran jin û mêr, kal û ciwan bi komî hatin qirkirinê, û bi deh hezaran Kurdên Elewî ji axa
bav û kalên xwe hatin derxistin û bi darê zorê li Rojava hatin bicih kirin. Ev karesat sûcek li dijî
mirovahiyê ye, û divê
sûcdarên wê
di dadgehên navneteweyî de werin darizandinê.
Rêya
herî watedar a bîranîna qurbaniyên komkujiyê, xurtkirina
têkoşîna rizgariya neteweyî ya ku armanca wê Kurdistanek azad û demokratîk
e.
Di
salvegera komkujiyê de, em careke din bang li hemî hêzên welatparêzên
Kurd dikin ku destên xwe bidin hev da ku armancên şehîdên xwe pêk
bînin û welatê xwe azad bikin.
Di 89 min a salvegera
Komkujiya Dêrsimê de, em li ber yadê hemu qurbaniyên wê,
bi taybetî a Sêy Rıza, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Me
Komkujiya Dêrsimê ji bîr nekiriye, emê ji bîr nekin û emê
nehêlin ku were jibîr
kirinê.
4ê
Gulana 2026an
PSK
- Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Dem Ne Dema Bêhêvîtîyê Ye Zanebûn û Îradeya Azadiyê Ya Gelê Me Ji Her Demê Bilindtir e
Umutsuzluğa Yer Yoktur. Halkımızın Özgürlük Bilinci Ve İradesi Her Zamankinden Daha Yüksektir.
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!