
Siyasetvan û welatperwerê Kurd Eyup ALACABAY roja 24.05.2026 li welatê
swêd, Bajarê Stockholm ê jîyana xwe ji dest da.
Heval û hogirên Kek Eyup, nas û dostên wî, malbata wî ya xemgîn bi dil
şekestî û bi merasimekî mezin roja 28.05.2026 de, wî ji bo axa pîroz, axa bav û
kalan rêwîyê Kurdistanê kirin.
Cenazê ALACABAY di eyni rojê saet dor 09 da gihişte firokexaneyê Mêrdinê. Di nav de Endamê Desteya Rêvebirîya PSKê Salihê Omerî, Endamê
Meclîsa PSKê M. Emin Karakulak, Endamên Rêvebirîya PSK yên Bajarê Merdînê,
Serokê Giştî yê PWK ê Mustafa Özçelik, Hevalên Serkirdeya PWK ê û gelek nas
dostên Kek Eyup û welatperwerên herêmê pêşwazîya wî kirin.
Ji Amedê jî heyetekî PSKê ku di nav de Cîgirê Serokê PSKê Serhad Amedî,
Serokê PSKê a şaxa Amedê Muhsin Çelik, Endamê Rêvebirîya şaxa Amedê Nurî
Mawlav, Dostê PSKê Mam Şükri pêk hatibû, bo beşdarîya merasima xak spartina
Eyup Alacabay çûn Derik a Mazî a bi ser Mêrdînê ve girêdayî.
Saet dor 10 an cenaze gîhişt goristanê. Li ser goristanê Heval û hogirên
Alacabay, bi girseyîyekî mezin welatparêzên Derikê, Rêxistina PWK ê bi girseyî, Her du heyetên
PSKê pêşwazîyekî germ nişanda.
Piştî axspartinê Serokê Giştî yê PWK Mustafa Özçelik axaftinekî kir.
Özçelik di axaftina xwe de behsa
kesayetî, fedekarî, û tekoşîna Eyup Alacabay kir. Özçelik herweha söz û peyman
da kû we doza Eyup ALACABAY û hemû şehîdên doza Kurdistanê bi domînin.
Piştî axaftina Özçelik Keça Eyup
Alacabay jî derheqa şexsîyeta bavê xwe axaftinekî kurd kir. Bi van axaftinan
merasima li goristanê dawî lê hat.
Girseya li goristanê derbasì Cîhê şînê bû. Şîn wê li Dêrikê sê roj berdewam
bike.
Welat perwerê Kurd Eyup Alacabay ji bo ku Kurd û Kurdistan Azad bibe 60
salê xwe di nav eş, îşkence, koçberîde xizmeta Gelê xwe kir.
Lê Xebata wî a 60 salan jî ji bo
Kurdistanekî azad têr nekir. Wî Alaya rengîn û tekoşînê dewrê yên paşxwe mayî
kir. Ew êdî di bin sîya dara zeytûnê de heta û heta wê razê. Gora wî li bin
dara zeytûnê bi Ala Kurdistanê xemlayî û wê li benda welatê Azad be û me
bişopîne.
Rihê wî şad be.
Eyup Alacabey Bi Axê Hat Spartın
DEM Parti Heyeti PSK Urfa İl Ögütünü Ziyaret Etti
Gundê Mezre (Çilesiz) Pêşvaziya Mêrxasê Xwe Kir
Mezrê Köyü (Çilesiz) Sadık Evladını Bağrına Bastı
Bayram Bozyel; Kürt Karşıtı Nizam Krizde, Eskisi Gibi Yönetemiyorlar