PEYAMÊN PÎROZBAHÎYÊ JİBO 50 SALÎYA PSKÊ

Roja 09.11.2024an li Diyarbekirê bi minasebeta 50 Salîya Damezrandina Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSKê) Şahiyek hat li dar xistin.  Şahîya ku li Hola Demirokê li Navçeya Yenişehirê hat çêkirin bi beşdarîyekê girseyî û bi coş birêveçû. Gelek nûner û berpirsên partîyên siyasi û dezgeyên sivîl, kesayetîyên navdar, nivîskar, hunermend û ronakbîr beşdarê Şahîya 50 Salîya PSKê bûn û piştgirîya xwe nîşan dan.

Herwisa ji Ewropayê û ji çar parçeyên Kurdistanê gelek kesayetî, komel û partîyên siyasi peyamên pîrozbahîyê jibo Şahîya 50 Salîya PSKê şandin.

Ji wan hinek peyamên ku hatin şandin li jêr in

Berêz dost û hevalê PSKê

Digel silavekî germ û birayane. Ez pir bidil 50 saliya xebat û berxwedana PSK ê li netewa Kurd bi giştî û endam û rêveberên wê bi taybetî pîroz dikim û hêviya serkeftinê ji bo van dixwazim. Her çand meydana eslî a xebata Hevalê PSK ê li Bakur ê Kurdistanê ye, lê wê partiyê li parçên dine yê Kurdistanê bi taybetî li Rojhelat jî xebat kirin û ked dane. 50 sal xebat û berxwedan ji bo rizgariya Kurdistanê li we pîroz be hevalên PSKê.    

Silêman Keleşi

 

Zor sipas ji bo vexwendina pîrozbayîya 50 salîya PSK Kek Bayramê heja.

Mixabin ev 8 sale ez nikarim betim welat. Ji ber vê ezê nikaribim di nava we de beşdarbim.

Serkeftin ji bo partîya we û gelê Kurdistan!

Silav û rêz

Mehmet Tanriverdi

 

Ez ji bo vexwendina we galek şanazbum we piroz dikim û jibo rojên dahati hevidarim hûn  şerketibin

Ger derfetek bi dest keta besdarbûna civinê jibo  min wê kefxweşibe

Mahmut Fevzi Firat

 

Rêzdarên biiqimet û  bi rumet ez geleki kefxweş bûm jibo  davetname.  ji ber  sedeme karê mini li almanya ez nikarim beşdari şahiya 50 saliya kar û xebata  kurdistani  PSK bibim,  efubikin bahwer bikin  ez bu fikir u ramane xwe bi we re me.
Ez  zahmetye we yiêli ciheki wek   tirkiyê  siyasete bikin  çiqa zor e ez zanim.
Ez geleki sipas dikim jibo kar û xebata we yi giranbaha,   serkeftin a gelê kurd e.      
Silav û rêz. 

Yasin  Kut
Endamê  Komita Reveber
Partiya Sosyal  Demokrat

 

Merheba Kek Bayram! Pir Spas ji bo peyama we! Bi hîvîya serkeftina kar û  xebata we ya ji bo gelê Kurd, salvegera 50 salîya PSK yê pîroz dikim.

Silav û rêz!

Faruk Aras

 

Ji bo yobîla Zêrîn û şahiya 50 Saliya Damezranda  Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSK.   

 Rêzdar Kek Beyram Bozyel Serokê (PSK) û hemû Hevalên Partiyê, 

Rêz û silav dost û hevalên hêja,

Di serî de ez gelekî spasiya we dikim  li ser vexwendin û agehdarkirina we ji bo me û beşdar bûna  Şahiya Yobîla Zêrîn ya PSK e , û bi rastî min ji dilda dixwest heger ku derfet heba ez beşdar bibûma, lê Bedaxwa ew derfet lê vê gavê nîne. 

Ez ji Dilda yobîla Zêrîn li partiya we ya rêzdar Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK pîroz dikim, û hêvî dikim Şahiya we serkeftî derbas bibe, û encamên wê û Xebata 50 Salî di xizmeta pirsa neteweyî ya miletê me yê kurd û mafên wî yên rewa li Kurdistana Bakur da be, 

Careke din hêviya serkeftinê ji bo we dixazim û Yobîla Zêrîn li we û li hemû hevalên PSK pîroz dikim .

 Li gel silavên min yên ji dil û germ.

Serpiriştê Piroja Diyalpga Olan li Kurdistan ê 

 Parêzer: Mehmûd Kalo

Almanya - Köln 

27.10.2024 

 

Kak Bayram ji nava dilê xwe zibêm, heta deqa dawîm jî min hewl da ku beşdarê şahiya we bibim. Ku tevlê bûna şahiyê ji min ra şanaxiye…

Lê mixabin min keys nedî werim li min biborin.

Ji we hevrêyan ra silav û rêzê xwe dibêjim her serketî bin.

Baha Mutlu

 

50 Salîya Salvegera PSKê Piroz Dikim Û Di Rêya Azadî Ya Kurdistanê De Serkeftinê Dixwazim Ji Bo Partîya Sosyalista Kurdistan 

 Mehmet KONUK

 

Spas her hebî,kek Bayram,ji bo dawetîya we, rastî min dixwest beșdar bim ku bi hevre 50 salîya PSK pîroz kin ṣahîya we parve kin, bes nuha li swêdim wex dest nade ku bikaribim bêm, piroz be 50 salîya PSK, her serkeftî bin. Spas wekîlê slavan be.  

Dr. Ekrem Önen

 

Birêz Bayram Bozyel

Sekreterê Giştî ê PSK

Hun gelek bextewarin ku 50 salîya PSK’ê bi rûmet pîroz dikin. Dizanim ku tekoşîn û keda PSK 50 sale bê navber, bona gele Kurd berdevam e.

50 salên buhûrî da keda gelek Kurdperweran di têkoşîna PSK de cîh girtîye. Ew kesana hemû bi rûmetin u keda wan neyê bîrkirin. Mixabin ji wan Kurdperveran hinek îro di jîyanê de nine. Cîhê wan buhûşt be. Kesên kedkar û dilsoz bi gramî bi bîrtînim.

Ji bona tekoşîna PSK yê sipasdarim.

Min daxwaz dikir ku ez jî îro li gel we bûma. Lê tenduristîya min rê neda.

Hêvî dikim ku xebatên we bibe sedemê azadîya neteweyê Kurd.

Bi rêz û silavên birayetîyê.

Osman Aydin

 

Ji Komîta Şahîya 50 Salîya Partyîya Sosyalîst A Kurdistan ê (PSK) re 

 Hevalino,

Di sêrîde we pîroz dikim ku hun ala partîya PSK ê bilind digirin û bona ku proxrama wê pêk bê hun berxwedidin. Hemû  dost û dilxwazên PSK re Silav.  Serkevtin ya gelê meye.                                                             

 Wekî tê zanîn 50 sale ku Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) hember kolonyalîzm faşîzmê berxwe dide. Pîroz be. Di vê tekoşînê de gelek ewladên xwe wenda kir, şehîd da. Xebat û cehda wan nayê bîrakirin.

Der û dorên faşîst, li Tirkîyê, berxwedan û daxwazên gelê kurd, a demokratîk û netewî wek parçebûna Tirkîyê dihesibînin.

Di cinazê leşkerande dayîk û bavên wan bi dengekî bilind dibêjin ‘’em nahêlin welatê me perçe bibe. Lawekî minê din heye bila ew jî qurbana welat be.’’ Lê pir eşkereye ku ew gotin şaş e. Ji bo ku gelê Kurd, welatê kesî perçe nake, dixwaze di welatê xwe de, di Kurdistanê de azad bijî. Welatê ku hatîye perçekirin û belavkirinê Kurdistan bi xwe ye. Gelê Tirk, damezrandina dewletekî azad û serbixwe tenê mafê gelê Tirk dibîne. Piranîya kesên ku xwe pêşverû dibînîn û mafê çarenusa gelê bindest wek maf dibînîn jî, dema ku dor tê Kurda vê prensîbê bîra dikin. Ew, daxwazîyên mafê gelê Kurd wek parçebûna Tirkîyê dihesibînin.

Gelê Kurd bo na ku di welatê xwe de, serbixwe û aram bijî, îdara xwe bi deste xwe rêva bibe têkoşîn dide. Ji ber van  daxwazîyana Netewa Kurd, bi terorê û bi cîxwazîyê tê navkirin.

Gelê faşîstan! Ma hûn qet fikirîn ku gelê kurd çima têkoşîna xwe, ne li welatekî din (Fransa, Elmanya, Îtalya) nade, li Îran, Tirkîya, İraq û li Surîyê di de? Ji ber ku van dewletan, welatê me perçekirine û dimijin. Bona wê jî gelê kurd, li himber dewletên qolonyalîst têkoşîn dide. Gelê Kurd naxwaze welatê kesî dagire, zimanê kesî qedexe bike û çanda wan talan bike. Tenê ji bona azadîya xwe û wekhevvîyê, berxwe dide. Li kîderê cîhanê dibe bila bibe dema ku welatê mirovan bê dagirtin, ziman û çanda xwe bê qedexekirin û talan kirin hemû gel têkoşîn dide. Gelê Kurd jî bi hejmara xwe ya nêzî 70 mîlyonî  ji bona azadî aşitîyê berxwe dide. 

Cîhana global de  li ser demokrasî, mafê mirovan, aşitî û azadî  pir tê sekinandin. Bona ku wan nirxana di welatê me de jî pêk bê,  gelê me di têkoşê, lê Yekitîya Milletan, AB û AGÎT vê yeka nabîne, zulma ku ser gelê me tê kirin re çavê xwe digire. Ev nedîtina wan ji dagirkerên me re dibe piştgirî. Di dagirtina Efrînê de endamên daîmen ya Yekitîya Miletan, ABD jî Rusya jî li Surîyê bûn, çavê xwe girtin. Meriv dikare bawer bike ku ew du endamên Komîta Yekitîya Milletan Rusya û ABD bi dadmendî tevdigerin, di yekitîya milletan de mafê gelê ne xwedî dewlet jî dikarin biparêzin?

Desthilat lîstikên nu dilîzin. Ew difikirin ku şerê Îsraîl Ereban tîna xwe bide tirkîyê jî , bona wê dixwazin mîvanê Îmralîyê bikin dewrê. Gelê Kurd dîsa alîkarîya wan bike. Bona wê jî yekdeng deng derxistina partîyên Kurda girîng e.

Dema ku li ser pirsa kurd gengeşîyek çê dibe, gelek kes tiştê ku ji berkirine dibêjin. ‘’Tirk û Kurd wek neynug û goştin, li Çenekqelê em hev ra şehîd bune, li Tirkîyê Kurd dikarin bibin parlamenter, wezîr hetta Reîsêcumhur jî. Kurd û Tirk bira ne, yê ku dijmin e, PKK ye uyd.’’ Karbidestê dewletê dibêjin ‘’PKK dijmine, xaîne, lê Kurdên din birane.’’

Meriv ji wan bipirse, kurdên ku daxwaza mafê azadîyê dikin, Kurdên ku Kurdistanek azad dixwazin, bi zimanê Kurdî perwerde bûnê dixwazin, jî hun bira dibînin?

Divê em çi bikin? .

 Gora min îro du xalên girîng hene ku tevgerên Kurd giranîyê, (berê xwe) bidiyê:

1.Yekitîya xwe pêk bînin-Pêkanîna îradeke mişterek. Partîyên sîyasî, kesên pêşeng û aqilmendên civakê, sazîyên sîvîl, hemû hêzên heyî (ol î u.yd) di platformeke de cî girtina wan de pêwîstî heye. 

Nêzik de tevgera Kurd hemberî hin berpirsîyarî û pêwîstî yê dikare rû bi rû bîmîne. Her partîyek bi serê xwe nikare hemû probleman çareser bike.

Tevgera kurd divê îro bona hevre xebatê de di kîjan platformê de kanin bêne ba hev xwe biwestîne. Yekitîya me serkevtina me ye Wek Cîgerxwîn jî dibêje.

Heger hun nebin yek,

Wê herin yek bi yek

2. Ziman û çanda Kurdî bidin jîyandin.

Zimanê Kurdî bikin zimanê rojane, li her derê bi wêrekî bikarin karbînin. Ji bo parastina zimanê Kurdî li hember zimanên din xebat kirin pir kevn e.  Bi zanistî bal kişandin û xebat kirin ji Ehmedê Xanî dest pê dike. Piştî wî jî gelek Ronakbîr û zanyarên Kurd jî di vê babetê de hêvî û daxwazên xwe anîne ziman. Lê hosîyên wan zêde cîha xwe  negirtîye; dîsa jî di cîhê Kurdî de zimanên din hatine karanîn. Li kîderê ji bo gelê Kurd pêşketinek dibe dewleta Tirk dibêje ’’Beka dewleta me di tehlukêde ye.’’ wek hunermendekî  gotî bû ’’madem usa ye, te dewleta xwe li ser pagê Kurda çêkirîye.’’ 

Silav ji dost û dilxwazên PSK re. Serkevtin ya gelê me ye.

KAZİM BUDAK

 

Bi münesebeta 50 saliya damezrandina Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) têkoşîna we ya 50 salî ya bênavber ji dil û can pîroz dikim û serkeftinê ji we re dixwazim.

Partiyên hêja û xebatkarên dilsoz, li dijî qetlîamên bêrawestan û polîtîkaya asîmîlasyonê ya ku di encama polîtîkaya înkara Kurdan a 101 salan de li Tirkiyeyê û li herêmeke weke Rojhilata Navîn ku negihîştiye wê, bi qasî hêza we têkoşîna we. Ronesans bê guman rêzdar e. Em gelê Kurd jî wek hemû gelên demokrat ên cîhanê pir partî ne û hevrikiya di navbera partiyan de sedema bingehîn a demokrasî, pêşketin û bihêzbûnê ye. Ji ber vê yekê hebûna partiyê û têkoşîna we ya ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên gelê Kurd pir û pir girîng û rêzdar e. 

Nivîskar: Ronî Aydin Dere

 

Salvegera 50 ya avakirina PSK yé ya ku hune li Amede bir binin piroz dikim, selam u hurmeten xwe bi daxaza serkeftiné dubare dikim. Her hebin, her bijin

Sakir Epözdemir

 

Ez 50 saliya PSKê pîroz dikim û silav û rêzên xwe pêşkêşî hemû beşdaran dikim, bi taybetî jî Serok birêz Bayram Bozyel...

 (Yilmaz Odabaşi/ helbestvan û nivîskar)

 

Ez 50 saliya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ji dil û can pîroz dikim.

Bi vê minasebetê dixwazim bibêjim ku ev roj roja têkoşîn û yekîtiyê ye. Divê were zanîn ku piştî Şerê Mezin ê Yekem, Kurd wê demê belav bûn û nekarîn pêvajoyê rast bixwînin, lewma me 100 sal winda kir.

Dizanin ku îro rewşek mîna ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekem diqewime, bi rast xwendina geşedanên konkrêt ên li herêmê me û li cîhanê, bêyî ku xeletiyên berê bikin, bi parastina yekîtî û hevgirtina xwe, bi balkişandina li ser berjewendiyan. ya gelê Kurdistanê û ji kolonyalîstan winda nebe, serkeftin dê ya me be.

Seyhmus Özdemir

 

PARTİ YA SOSYALİST KURDİSTAN

 Geli hevalan, dostan, xwişk û birayên hêja,welathêz û welatperwerên Kûrdistanê,

Digel rêz û silavên germ û birayane, hêvîdarim kû ev dem û her demên we, di nav xweşî, şadî û kamyaranîyêde, di nav jîyaneke azad û bextewer de derbas bibe.

 Silav li salvegera 50 saliya kû di wê rojê de sitêreke ronîdar şîn bûye li bajer û navçe û gundên Kurdistana Bakur .

Silavên dilînî û dostane li PARTİ YA SOSYALÎSTA  KURDİSTANÊ  kû, roja 31/12/ sala 1974  an  ji alîyê  gellek dilsoz û Rewşenbîrên li Kurdistana Bakûr hate damezrandin û hetanî îro, bi roniya xweya geş, dide Kurdistana Bakur.

 Bê guman damezirandina  PARTİYA SOSYALİSTA KURDİSTAN   jibo hemu Kurdên cîhanê mizgîniyeke azadî û gavek mezin e.

 PSK RÊXİSTİNA AZADÎXWAZA KURDİSTANÊ” di rêya avakirina yekîtî û tekoşina bakûrê Kûrdistanê de, gaveke giring bû. Piştre dema ku  roja 31/12/1974 ew rêxistina pîroz bû bingeheke qewîn ji bo partiyeke tekoşer ,  û azadîxwaz. li Kurdistana Bakûr xebata sîyasî berfireh kirin  li seranserê Kurdistanê, bûne awat û hêviyek ji bo miletê Kurd. Xebata wan, gehîşte asteke wisan ku êdî hewcedarî bi rêxistineke eşkere, nûjen ,demokrat,Netewperwer hebu. Ew helwest, raste .

Dosten heja

Ev qonaxa nû, ev serdema li pêşîyame,ji bo Kurdan şenseke mezine,imkanên nû di gel xwe tîne.Peymana Sykes Picot,temenê xwe tije kir û qedîya.Rojhilata naverast ji nû ve wê were  ava kirin û nexşên nû wê derkevin.

Guhertineke mayînde li benda welatên rojhilata naverast e.Pêwîste  ku di vê serdema nû de,Kurd li vê dîmena dabeşkirî îtîraz bikin û vê bêbextiyê qebul nekin. Lazime Kurd di vê serdemê de, li hemû parçeyên Kurdistanê dengê xwe bilind bikin û ji bona welatê xwe statûyek bixwazin,rewşa dabeşkirî a welatê xwe bixin rojeva hêzên demokratîk a cihanê û bibin xwazyarê hevgirtina Kurdistaneke azad û demokrat.Ez bawerim kû Kurd ji vê fersendê kelk werbigirin û sûdek baş bidest bixin. Lewra ji bo Kurdan,guftûgo,mizakere û gengeşeyên aştîyane lazim e.

 Ez sal vegera 50 saliya PSK li Endamê, we û li Kurdistanê Bakur piroz  dikim.

Bijî Kurd, her  Bijî KURDİSTAN      09.11.2024      

Zana SEZEN

 

 Serokê rêzdar Bayram BOZYEL û kedkarên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

Min bi dil û can dixwest di şahîya 50 salîya PSKyê de ligel we hêjayan bim.  Lê mixabin ji welêt dûr im û bi hebûna we ya li welatê kevnar, dilxweş im.  Di rêya azadîya Kurdistanê de, ked û têkoşîna kedkarên PSKyê ya 50 salî, ji bo her Kurdî cîyê rûmet û şanazîyê ye. We erka xwe pêk anî, zêrevanîya doza Kurdistanê kir. Ked û xebata we berhemdar e, ku îro jî PSK meşa xwe didomîne. Em weke nifşên li dû hatî, deyndar û minetdarê we ne. Bi hestên hezkirin û hevkarîyê, bi hêvîya Kurdistaneke azad û serbixwe, ligel silavan ji bajarê Lozanê, 50 salîya damezrandina partiyê û coş û şahîya we, bi dilgermî pîroz dikim.

Necat ZANYAR Swîsre, 2024

 

Ji Bo Partiya Sosyalist a Kurdistan

Birêz serokê Partiyê Kek Bayram Bozyel

Hêjayan endamên Serkirdeyatiya Partiyê

Ji berî hertiştekî 50 saliya damezirandina Partiya Sosyalist a Kurdistan, partiya we hêjayan pîroz dikim. Hêvîya me ewe ku xebata we ya ji bo destxistana mafên neteweya Kurd bigihêje armanca xwe ya bingehîn.

Hêjayan di van 50 salan de, we bi tekoşîna xwe Tevgera azadixwaza Kurdistanê bi hêj kiriye. Ez ji bo we serkeftinê dixwazim û bi vê minasebeta pîroz rêz û silavên xwe ji we birêzan re û hemû endamên Partiyê re rêdikim.

Birêzan ji bo min nekarî ez di vê rewrisma damezirandina PSKê de amade bibim doza lê borînê dikim.

Di rêya destxistina mafên rewa yên gele Kurdistanê de serkeftina we cardin daxwaz dikim..

Bi rêz û silav

9.11.2024

Dara Bilek

 

Birêz

Bayram Bozyel

Serokê Partiya Sosyalist a Kurdistan

Amed

Rêzdar kekê Bayram,

Spas dikim bo dawetnameya civîna pîrozbahiya 50. Saliya PSKê. Bo civînê serkevtinê dixwazim.

Partiya we PSK îsal 50 saliya xwe temam dike. Yanî nîv sedsal xebat û xizmet ji bo azadiya xelkê me, bo destxistina mafên rewa yê gelê me temam dibe. 50 Saliya Partiyê li we û li hemî endam û alîgirên PSKê pîroz be.

Gelekî ciwanên me yên nûgîhayî temenê xwe di nav refên PSKê de derbas kirin, bi canfidayî xebat û xizmetê ji bo doza milet û welat meşandin û hê jî bi bawermendî têdikoşin. Hûn bi xwe jî yek ji wan kadroyên PSKê yê destpêkê ne û îro bi şanazî serokatiya partiya xwe dikin û xwedî li mîratê wê derdikevin. Bi vî semedî we û hevalên ku ez wan di van pêncî salan de ji nêzîk ve nas dikim, bi dil û can pîroz dikim.

Wekî tê zanîn, min jî neh salan ji destpêkê heta dawiya sala 1984an li nav refê PSKTê  xizmeta doza gel û welat kir û ez bi vê qonaxa xebat û xizmeta me ya hevbeş jî serbilind im. Her wisa bi vê egerê silavên xwe yên dostî û biratî rêdikim bo hemî têkoşerên PSKê re, û bi taybet bo wan hevalan evên serpêhatiyên me yên hevbeş hene ku ev serpêhatî perceyekî giring in ji dîroka jiyana me ya siyasî. Pîroz be, serkevtî bin.

Tevgera siyasî li bakurê welat beramberê erk û weziyefeyên giring e. Berî her karî, hewce ye rol û bandora hêzên Kurdistanî li nav gel û di asta siyasî de xurt bibe. Hêvîdar im, parti û rêxistinên Kurdistanî, dorber û kesayet û kadroyên dilsoz bikaribin bi hevahengî û hevkariyeke rêkûpêk piştevaniya gel hildin û li bakurê welat siyaseteke neteweyi niştîmanî, demokrat bikare pêvejoya lêgerînên riyên çareseriyê peyda bike.

50 Saliya PSKê pîroz be, serkevtî bin.

Silav û rêz

Bayram Ayaz

(08.11.2024, Almanya)

 

Rêzdar Bayram Bozyel

Serokê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

Em bi vê nameya xwe ya muşterek gelek spas dikin ji bo dawetnameya we ya ji bo beşdarîya şahîya pîrozkirina 50 salî ya PSKê.

Rêzdar Bozyel,

Rêvebir û endamên hêja yên PSKê,

Malesef em bi fîzîkî nikarin di vê şahîya we de beşdar bibin lê bi vê nameya xwe dixwazin 50 salîya avakirina PSKê pîroz bikin.

PSK di dîroka nêzîk ya têkoşîna neteweyî ya demokratîk li Bakûrê Kurdistanê xwedîyê roleka giring bûye. Ji xwe pîrozkirina 50 salîya PSKê nîşaneke ji bo vê yekê ye. Di van 50 salan de parastina nasname û avahîya xwe ve PSKê ji bo dîroka me ya nêzîk a Bakûrê Kurdistanê bûye yek ji wan sitûnên esasî ya berdewamîya têkoşîna neteweya Kurd ji bo azadî û demokrasîyê. Zêdebûna xebat û têkoşîna emirdirêj ya mîna PSKê, yek ji şertên misogerîya têkoşîna neteweya Kurd e.

Em bi van bîr û rayên xwe ve 50 salîya PSKê pîroz dikin û di kar û xebata we de ji we re serketin daxwaz dikin.

Bi silavên xwe yê dostane.

 

Bijî têkoşîna neteweya Kurd ji bo azadî û demokrasîyê!

Bijî yekrêzîya têkoşîna neteweyî û demokratîk ya neteweya Kurd!

Bijî 50 salîya Partîya Sosyalîst a Kurdistanê!

Stockholm, 08.11.2024

Lutfî Baksî, Mamoste

Vîldan Saîm Tanrikulu, Mamoste

 

Rêzdar Bayram Bozyel, heval ȗ dostên hêja,

Ji bo vexwendina we, em spasîyên xwe pêşkêş dikin û salvegera 50.mîn a partîya we PSKê, ji dil û can pîroz dikin. Şayanî bibîranînê ye ku ev 50 sal e partîya we, Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), ji bo azadîya gelê kurd; di warê civakî, çandî, aborî û dîplomatîk de têkoşîna xwe dimeşîne û guman pê nîne ku xebatên girîng û giranbuha pêk anîne. Weke tê zanîn, têkoşîna netewî ya azadîya gelê kurd, di pêvajoyeke nazik û xeternak de derbas dibe û di vê pêvajoyê de berpirsiyarî û peywirên girîng dikevin ser milê PSKê. Em ji bo xebatên we yên siberojê serkeftinê dixwazin û şahîya pîrozbahîya pêncemîn salvegera partîya we carek din pîroz dikin.

 Li gel silavên dostanîyê

Metin Incesu

(Serokê NAVEND – Navend ji bo Lêkolînên Kurdî

 

Rêzdar Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist ya Kurdistanê

Silavên Germ

Di Yada pêncî saliya damezrandina partiya we , Partiya Sosyalist ya Kurdistanê PSK , em pîrozbahiyekî germ arasatey we yên birêz dikin û bi rêya we pîrozbayeke germ ji bû serkirdayetî û endam û layengirê partiya we dişînin,

hêvîdarîn xebata we bibê sedema destkeftên zêdetir ji bû gelê we bi rê û rêbazên aştiyê û demokrasiyê.

Careka din 50 saliya PSK yê pîrozbe û her serkeftî bin.

Beşê Peyewendiyên Giştî

Partiya Demokrat a Kurdistanê

 

Pîrozbahiya 50 saliya PSK-Amed.

Rêhevalên hêja,

Em silav û hezkirinên xwe ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dişînin ku beşdarî pîrozbahiya 50 saliya partiya me PSKê bûne û pîrozbahiya ku we li dar xistiye jî serkeftî be.

Endam û mêvanên hêja, 50 sal ji bo mirov demek dirêj e. Lê belê ji bo partiyeke ku têkoşîna rizgarîxwaziya gelê ku welatê wî ji aliyê çar dewletên kolonyalîst ve hatiye parçekirin, armanc û hedef dike, demeke girîng e.

Divê weke pêşketineke pir girîng bê dîtin ku partiya me PSK, tevî hemû zehmetiyan, 50 sal in bê navber têkoşîna xwe berdewam kiriye Ji bo me cihê serbilindiyê ye Ji ber vê yekê ji roja damezrandina xwe heta niha di zindanan de ye û em spasiyên xwe pêşkêşî hemû endamên PSKê û kesên welatparêz dikin ku hem li derve û hem jî li derveyî welat dixebitin.

Hevalên hêja, wek endam û alîgirên PSKê yên li dervayî welat dijîn, bi salan e em jî wek we bi qasî ku ji destê me tê hewl didin ku tevkariyê li têkoşîna rizgariya gelê xwe bikin.

Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna siyasî ya ku PSK’ê ji dema borî ve dişopîne, realîst û rast e.

Em wek Meclisa Nûnertiya PSKê ya Derveyî Welat bi hezkirin û rêz silav li hemû mêvanên ku ji bo vê şahiyê ked dane û beşdarî şahiyê bûne, di wê baweriyê de ne ku pîrozbahiya 50 saliya PSKê wê serkeftî û hêjayî partiya me be û em 50 saliya xwe pîroz dikin. ya damezrandina PSK'ê bi hestên herî kûr.

Meclîsa Nûnerên PSKê yên Derveyî Welat.

3ê Cotmeha 2024

 

Ji Partiya Sosyalîst a Kurdistan re

Rêzdar Serokê Giştî Bayram Bozyel,

Spas ji bo dawetnameya we ya ji bo 50´e mîn salvegera Partiya Sosyalîsta a Kurdistan PSK´ê.

Me bi kêfxweşî dixwest beşdariya şahiya 50´e mîn salvegera Partiya Sosyalîsta a Kurdistan PSK´ê bibin. Lê ji ber hin karên dîyasporayê ku me pêşwext plankirî û kongreya me, emê nikaribin beşdarî li li pîrozkirina 50´e mîn salvegera PSK´ê bibin. Elbet 50 sal xebat û tekoşîn ji bo azadiya Kurdistanê, nîv qirnekîye. Cîhê rêz û peznê ye.

Dîsa pêwîst dibînin ku bêjin, bi piştgirî û hevkariya PSK´ê bi Konfederasyona Revenda Kurdistanî re cîhê dilxweşiyê ye. Em hêvîdarin ku piştgiriya PSK´ê bo Konfederasyona Revenda Kurdistanî her berdewam be. Silavên germ ji bo we û mêvanên şahiya 50´e mîn salvegera Partiya Sosyalîsta a Kurdistan PSK´ê re. Di berdewamiya xebat û têkoşîna we de hêvîya serketinê ji we re dixwazin.

Li gel silav û rêz

18.10.2024

Îsmaîl Kamil

Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî

 

Rêzdar Bayram Bozyel, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

Rêzdar endamên serkirdayetîa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

Xwişk û birain hêja

Em bi helkefta boneya 50 saliya damezrandina Partiya Sosyalîst a Kurdistanê pîrozbahiyê li we dikin û di hemû xebatên we de serkeftinê dixwazin.

Em di Partiya Çep a Kurdistan-Sûriye de têkiliyên biratî yên xurt bi we re parve dikin ku di serî de têkoşîna ji bo maf û daxwazên gelê me yê Kurd û belavkirina demokrasî û jiyana hevbeş a aştiyane ye.

Em di qonaxekê de dijîn ku pêwîste em di çarçoveya yekrêziya rêzan û gotara Kurdî de, li hember hemû kêşeyên ku rêgiriyê li gelê me di bidestxistina mafên xwe de dikin û pêwîste bi gelek awayan ji bo vê yekê bixebitin.

Di dawiyê de em pîrozbahiyên xwe

Bi boneya 50 saliya damezrandina Partiya Sosyalîst a Kurdistanê dikin

 Bijî Kurd...

 Bijî Kurdistan...

 Mehmûd Mella

 Sekreterê Partiya Çep a Kurdistan - Sûriye Qamişlo 12.10.2024

 

Birayê rêzdar: Bayram Bozyel (Serokê Giştî yê PSK).

Hevalên hêja: Endamên Meclisa Partiyê.

Silav û rêz:

Bi boneya (50) saliya damezrandina partiya we ya bira, partiya sosiyalista kurdistan (PSK), em bi navê mekteba siyasî ya partiya demoqrata pêşverû ya kurdî li sûriya (PDPKS), we pîroz dikin, û bi riya we jî em vê salvegera zêrîn li hemî endam û alîgirên partiya we ya xebatker û têkoşer pîroz dikin, û em serkeftinê di xwazin ji bo xebata we ya rewa li dijî zulim û zorê, û ji bo bidestxistina mafê miletê kurd yên netewî.

Ne veşertiye ku we bi mêranî û canfîdayî ev nîv sedsal ji xebatê bê navbir û bê rawestan derbaskiriye û hîna jî berdewamin, û we bi xwîn û xwêdana karwanekî dirêj ji xebatker û têkoşerên mêrxas û hêja ev riya xebatê ya dijwar avdaye, û hîna jî hûn bi dilgermî û bê dûdilî li ser vê riya pîroz, riya xebatê ji bo rizgarkirina miletê kurd, her berdewanin, bi bê ku hûn guh bidin kelem û astengiyan, belê ev diruşima we raste û di ciyê xwe de ku we gotiye: (Di riya azadiyê de tekoşîneke bi rûmet û pêncî salên bê navbir).

Gelî hevalan: Em bawerin ku ev xebata we her wê serkeve, û nêzîk û ne dûr wê bighe armanca xwe, ji ber ku navçe bi giştî û welatên ku kurdistan dagîrkirine bi taybet, îro roj di qeyraneke kûr û bê binî re derbas dibin, û goman têde nîne ku guhertineke mezin û bê pîvan wê bi xwere bîne, û miletê kurd jî wê ji van guhertinan sûdmend be, bi yek mercî ku tevgera wî ya siyasî karibe bilez li ser yek nerîn û yek helwistê kom bibe û bicive, û karibe doza miletê kurd bi yek dengî bi raya navdewletî bide bihîstin û nasîn, û ew jî bi riya li darxistina kongireyekî netewî tê cîbicîkirin.

Em gelekî dilxweşin ku we xwest em bi were beşdarî merasîmên Yobîla Zêrîn ya damezrandina partiya we ya bira bibin, lê mixabin ji ber hin sedemên taybet me nikarî bû, lewma em di vê bîranîna pîroz de dibêjin ku partiya me di van pêncî salan de kêlîk bi kêlîk û gav bi gav û bê navbir û bi hemî karîbûna xwe piştgîr bû ji tekoşîna we ya rewa re, û em soz jî didin ku ev pêwendî wê her xurtir û bi hêztir bibin di xizmeta doza miletê kurd de.

Bijî Yobîla Zêrîn ya PSK

8.11.2024

Mekteba Siyasî ya

Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya

 

Ji bo komîteya amade kirina şêva 50.salîya PSK ê!

Birêzan,

Em ser navê xwe û Yekîtîya Jinên Kurdistanê li Swêdê ji bo wexandina we sipas dikên,

Her veha

50 saliya Partîya Socialista Kurdistanê bi dil û can pîroz be dikên,

Xebata Ji bo azadî, wekhevî û Serxwebûna Kurdistanê ku nîv sed salî têkoşiya, destkeftiyeke berbiçav ê ku hêjayî rêz û hurmetê ye,

Bi hevîya serkeftin û tekoşînin hêja ji bo parastina mafê gelê xwe û bi hêzkirina xebatên diplomasî û serxwebûna Kurdistanê şêva we bi dil û can piroz dikên!

Bi silav û rêz!

Seyran Duran

Seroka

Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê

 

Pîrozname

Serokê giştî yê Partiya Sosiyalîst a Kurdistan rêzdar Bayram Bozyel_____

Bona 50 saliya damezrandina Partiya we ya bira , em bi dil û can we û hemî heval û hogirên Partiya we pîroz dikin. Hêvî û bawerî ew e ku xebat û cefakêşiya Partiya we her dê berdewam  û li dar be bona bidestxistina mafên rewa yên gelê kurd , bona Aştî, Azadî û Wekheviyê.

Digel ciwantirîn rêz û silavan.

Birayê we

Muhyedîn Şêx Aalî

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Qamişlo 9.11.2024

 

Birêz Bayram Bozyel  Serokê Giştê yê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê, PSK.

Em di serî de ji bo vexwendnameya Cenabê We gelek spas dikin û 50 salîya PSK'ê ji dil û can pîroz dikin. Bi vê bonê gelek silavên xwe yên germ yên Kurdistanî ji Cenabê We, ji hemi kadir, endam û alîgirên PSK'ê re dişînin û hêvî dikin ku şeveke xweş, pîrozbahîyeke geş li gel hev derbas bikin.

Wek ku tê zanîn, Partîya Sosyalîst a Kurdistan, PSK, 50 sal berê di nav şert û mercê gelek dijwar de hat damezirandin û bi salan li dijî zilm û zorê û ji bo azadî û bidestxistina mafên netewî yên Gelê Kurd tekoşîn da û bê westan didê. Heta niha gelek kar û xebat û xizmetên giranbiha - li gel zor û zahmetîyan - di derbarê parastin û pêşdebirina çand, ziman meşand û tekoşîneke mezin û bêhempa ji bo çareserîya pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê da û didê. Ji roja ewil heta vê gavê, PSK'ê siyaseteke rasteqîn û realîst meşandîye û yek gavê jî ji daxwazên xwe yên ji bo bidestxistina mafên netewî paş de neavêtîye. Bi vê sîyaseta xwe cihekî xwe yê taybet di dilê gelek kurdan û dostan de çêkirîye û her dem jî yekîtî û tifaqa nav kurdan parastîya. Ev yeka cihê kêfxweşî ú şanazîyeke mezine. Em bi vî karî We yê pîroz gelekî kêfxweş û serbilindin.

Em dubare 50 salîya PSK'ê pîroz dikin û di berdewamîya kar û xebatên We yên pîroz de serkeftinên mezin hêvî dikin.

Her şad û bextewar bin.

Li gel silav û rêzên Kurdistanî

Yilmaz Yildiz

Serokê KOMKAR-Kopenhagen.

Endamê Meclisa Şaredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagen ji SF'ê.

 

Rêzdar Bayram Bozyel, endamên hêja yên PSKê.

Spas ji bo vexwendinê. Ez gelek şanaz im ku ez hatim vexwendin bo vê helkefta taybet ku tê de PSK, partiyeke Kurdistanî ya xwedî rehên serbilind û xwedî nêrîneke xurt, 50 saliya xwe pîroz dike. Pîrozbahî li ser vê qonaxa berbiçav!

PSK bi dehan salan dengekî girîng e ku ji bo mafên rewa yên kurdan bêwestan dixebite. Îsrara we ya ji bo çareseriyên aştiyane, demokrasî û diyalogê cihê heyraniyê ye û dilsoziya we ya xurt a ji bo pêşerojeke baştir a Kurdan nîşan dide. Ji ber ku hûn xwe ji têkoşîna çekdarî dûr dixin û bi berdewamî ji bo çareseriyên aştiyane têdikoşin, ev hewldanên we hîn zêdetir rêzdartir dike.

Şermeke mezin e ku PSK – her çiqas partiyeke legal be jî – bi tenê ji bo parastina mafê hebûna xwe, bi dijberî û hewldanên girtina wê re rû bi rû dimîne. Dixwaziya we ya ji bo doza xwe ya bi rûmet û bi diyalogê têkoşînê nîşan dide ku hûn ji bo çi radiwestin.

Ez dixwazim pêwendiya giranbiha ya ku me di van salan de ava kiriye destnîşan bikim. PSK bi salan e di civînên me yên neteweyî yên Partiya Sosyalîst a Gel de endamê rûmetê ye û hebûna we têkiliyên di navbera me de xurt dike. Ji bo cîhanek hîn adiltir û aştiyane em bi hev re ne û di vê têkoşînê de hewldanên we yên ji bo doza Kurdan girîng in.

Her çend mixabin îro nikarim amade bibim jî, ez pîrozbahiyên xwe yên germ ji we re dişînim. 50 saliya we pîroz be, bila PSK bi salan têkoşîna xwe ya girîng a aştî û mafan bidomîne.

Li gel silavên germ

Halîme Oguz

Endama Berê a Parlamentoya Danîmark û Berbijêra nû a Parlamento ji Partíya Sosyalîst a Gel, SF.

 

Herwisa nunerên van partî û kesayetîyên ku navên wan li jêr in bi niviskî an jî bi rêya telefonê peyamên pîrozbahîyê jibo  Şahîya 50 Salîya PSKê şandine.

Partîya Yekîtîya Demokrat Kurdistana  ( PYDK)

Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurd li Surye

Partîya Demokrata Kurdistan - Surye

Partîya Çep a Kurdistana Surye

Hizba Zahmetkêşan a Kurdistan

Şepela Pêşeroja Kurdistana Surye   

Partîya Niştîmanîya Gelê Kurdistan

Bizava Demokratîya Gelê Kurdistan

Partîya Gelê Kurdistan

Hevditina Niştîmanîya Demokratîk li Surye

Partîya Pêşenga Kurdistanê- Surye

Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistan a Başur.

Tevgera Avakirina Demokrati Kurdistanî- Surye

Omîd Xoşnav walîyê Hewlêrê

Zeryan Rojhelatî

Nizametin Taș (Botan)

Eskerê Boyik ( Helbestvan û   niviskar

Rostem Cîhangîrî ( Endamê Serkirdatîya PDKÎ)

Kasım Fırat

Sinem Gökçen

Komkar Almanya

Komkar Îsvîçre

Komkar Îsveç

Komkar Kopenhagen

Komkar Belçika

Komkar Vîyana

Komkar Lozan

Komkar Basel

Komkar Zürih

Komkar Bremen

Komkar Hamburg

Komkar Duisburg

Komkar Wuppertal

Komkar Köln

Komkar Münih

Komkar Osnabrük

Komkar Leer

Komkar Stuttgart

Komkar Greven

Komkar Nürnberg

Komkar Mannheim

Komkar eu

Komjin

Komciwan

 

 

 

En çok Okunan İçerik