
Îro,15ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî ye.
15ê Gulanê roja destpêka weşana Kovara Hawarê ye. Kovara
Hawarê di dîrokan Kurdan de cîhekî taybet digire. Hawar; kovara yekemîn ya bi
Kurdîya bi tîpên Latînî ye û bûye destpêka pêşveçûna zimanê Kurdî.
Zimanê Kurdî, ku xwedî dîrok, wêjeya dewlemend û çanda devkî ya gelê Kurd a bi hezaran salan e, bi salan e rastî polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û qedexekirinê hatiye.
Zimanê Kurdî hîn jî di saziyên dewletê, perwerdehiyê, dadgehan û xizmetên giştî de qedexe ye an jî rastî sînordarkirinên tund û tujî tê.
Li gel vê yekê jî, gelê me hebûna xwe didomîne, bi zimanê xwe diaxive, dinivîse û berxwe dide. Îro, roman, helbest, rojname, şano, stran û fîlmên Kurdî digihîjin gelê me û şahidiyek bihêz pêşkêş dikin ku ev ziman zindî ye. Ev hewldan ji îradeyek takekesî bêtir e, ew beşek ji têkoşînek kolektîf a ji bo hebûnê ye.
Divê em ji bo ku zimanê Kurdî wekî zimanê fermî were naskirin, zimanê Kurdî ji bo ku bibe zimanê perwerdehiyê û di hemû waran de bi azadî were bikaranîn tekoşînê xurt bikin.
Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê her kesî ye.
Divê Kurdî were naskirin û di saziyên dewletê de were bikaranîn.
Divê zaravayên zimanê kurdî (kurmancî, soranî, zazakî, goranî û hwd.) bêne parastin û piştgirî kirin.
Sansûr, astengî û zextên li ser zimanê Kurdî divê tavilê bi dawî bibin.
Divê neyê jibîrkirin ku ziman mala miletekî ye.
Dema miletekî bêmal bimîne mehkûmê jiyana koçberîyê ye.
Em dixwazin li mala xwe bijîn, bi zimanê xwe bifikirin, fêr bibin û berhemda rbin
15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî Pîroz Be!
Bijî Zimanê Kurdî!
15.05.2025
Buroya Çapemenîyê ya
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)
Maraş’ın Yarası Kanamaya Devam Ediyor!
Cejna Rojiya Êzî Pîroz Be
Leyla Zana’ya Edilen Hakaret Ve Küfürler Halkımıza Edilmiştir!
Roja Ala Rengin Pîroz Be!
Karanîna madeyên hişbir paşeroja me dixe metirsiyê
Gelin Çocuklarımıza Sahip Çıkalım
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD BI RÊYEKÎ SÎYASÎ Û WEKHEV VE MUMKUN E
KÜRD MESELESİNİ SİYASAL VE EŞİTLİKÇİ YÖNTEMLE ÇÖZMEK MÜMKÜNDÜR
Êrîşa li hember Mesûd Barzani Nîşaneya Dijminatiya li dijî Kurdan e
Mesud Barzani’nin Şahsına Yapılan Saldırı Kürt Düşmanlığının Dışa Vurumudur