Konferansa Geşedanên Rojhelata Navîn û Bandora Wan Li Ser Mesleya Kurdistanê ku 19.10.2025an li Amedê birêveçû bi serkeftî encam da. Di Konferansa Amedê da ku gelek nûnerên partî û dezgeyên sivil, nivîskar, akademisyen û kesayetîyên naskirî beşdarî bûbûn, geşedanên li Rojhelata Navîn, Rewşa Suriyê, prosesa li Tirkiyê û pêşhateyên li çar aliyên Kurdistanê bi hurgilî hatin nîqaş kirin û biryar hat dayîn ku encamnameya li jêrê ji raya giştî ra bê par ve kirin.
Kêşeya miletê Kurd û Kurdistanê wek du îro jî mijara herî girîng a li Rojhelata Navîn e ku divê zutirîn
bê çareserkirin. Piştê destpêkirina Şerê Hamas û İsrailê di hevsengîya heremê
da guhertinên mezin rûdan. Bi taybetî şikestina İranê û milîsên ser wî li
herêmê û ruxandina rejîma Beas li Suriyê
rewşekê nû derxistîye holê.
Bi ruxandina rejima diktator li Suriyê ve firsendên girîng
derketîne pêşberê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê. Li Suriyê tenê sistemekê
federal, demokratik, firenetew û fireolî dikarê aramî, aştî û demokrasîyê
cibicî bike. Lê hikumeta demkî ya li Şamê ku li ser hikum e jiber siyaseta xwe
ya tundrew û cihadist nikarê vê armancê bicîhbîne.
Di vê qonaxa dîrokî da ji her deme zêdetir pêwîstî bi tefaqa
hêz û partîyên Kurdî yên li Rojava heye. Di vê çarçoveyê da em Konferansa
Kamışloyê ya 26ê Nisanê 2025an pîroz dikin û piştgirîya xwe ya temamî jibo tefaqa
Kurdên rojava eşkere dikin.
Herwisa di Konferansa Amadê da prosesa li Tirkîyê bi baldarî
hat ber hehsê. Beşdarên konferansê bi giştî biryara çekberdana PKKê û dawîanîna
şer û tundutijîyê wek gavekê erênî
nirxandin. Lê heman demê da bi ciddî bala wê yekê hat kişandin ku kêşeya mezin
û bingehîn safikirina meseleya Kurd e.
Divê gavek zutirîn jibo vegera yên li serê çîya, serbestkirina
zîndanîyên sîyasî û vegera sirgunên li derê welat bingeha yasayî amade bibe.
Lê giringtirin mijar ew e ku divê Tikiye siyaseta li ser
inkar û asimilasyona Kurdan biterikine, nasnameya Kurd di desturê da cibicî
bike, zimanê Kurdi wek zmanê fermî û perwerdeyê nas bike û li mafê çarenusê
itiraf bike.
Herwisa divê Tirkiyê dijayetîya li himber Kurdên rojava
biterikine û rêz ji biryara gele Kurd li Suriyê bigire.
Konferansa me piştgirîya xwe ya temam jibo tevgera azadîya
Rohelatê Kurdistanê ragihand. Û em amade ne ku bi hemî awayî piştgirîya
têkoşîna azadîya gelê Kurdistana Rojhelat bikin.
Herwisa Konferansa Amadê pêkanîna tifaqa navxweyî û
têgehiştina safikirina pirskgrêkan bi riya diyalogê li Herêma Kurdistanê bi
girîngî nirixand. Zutirin dem avakirina
hikumeta Herêma kurdistanê bi mesleheta miletê Kurd da destnîşan kir. Bi yek
dengî diyar bû ku divê piştê hilbijartinên
Parlamentoya Irakê alîyên Kurd li Bexdayê siyaset û helwestekê hevbeş birêve
bibin.
Em Platforma Partîyên Çep yên Kurdistanê wek erkê xwe
dibinin ku di nizîgayîya aliyên Kurdî da, pêkanîna aştîya navxwe da û pêkanîna
stratejiyekê Kurdistanî da rolekê çêker, berpirsîyar û niştîmanî hilgirin/bilîzin.
21.10.2025
Amed
Platforma Partîyên
Çep yên Kurdistanê
(Partîya Sosyalîst
a Kurdistan (PSK Bakur), Partîya Komunist a Kurdistan (KKP Bakur), Partiya
Zehmetkêşên Kurdistanê (Başur), Partîya Komunist a Kurdistan/Başur, Tevgera
Demokratik a Gelê Kurdistanê/Başur, Komeleya Zehmetkêşanê Kurdistan/Rojhelat,
Partîya Komunist a Kurd li Suriye)