Di 25ê Îlona 2017an de, gelê Başûrê Kurdistanê gaveke dîrokî avêt û bi îradeya xwe va û jibo diyarkirina paşeroja xwe, çû ser sindoqan.
Gelê Kurd, tevî hemû astengî, gef û zordariyan, bi pêgirî û bi piraniyeke mezin ji serxwebûnê re got “Erê”.
Encama Referandumê yek ji destkeftiyên herî berbiçav ên têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û wekheviya neteweyî ye, ku bi dehan sal e berdewam e.
Di nav 8 salên derbasbûyî de, li asta navneteweyî û herêmî da, li hemberî îradeya gelê Kurd gelek astengî hatin derxistin, lê rastiya ku encama referandumê nişan daye, nehat guhartinê: Daxwaza serxwebûnê.
Em wekî PSK diyar dikin ku:
• Mafê diyarkirina paşeroja xwe mafekî bingehîn e û ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve jî hatiye naskirinê.
• Îradeya ku gelê me di 25ê Îlonê de nîşan da, ne encama konjonkturên siyasî yên demkî ye, lê encama daxwazeke dîrokî û rewa ye.
• Erka me ya îro ev e, em vê îradeya ku di referandumê de hatiye nîşandan, xwedî derkevin, yekîtiya neteweyî xurt bikin û bi biryardarî di riya azadî û serxwebûna gelê xwe de berdewam bin.
Gelê Kurd, li hemû parçeyan da ji bona azadî, wekhevî û mafê diyarkirina çarenûsa xwe xebat dike. Encama Referanduma 25ê Îlonê bi zelalî û dengekê bilind armanca hanê a pevpar bona cihanê ragihand.
Di rewşa îro ya herêmê da, ku li pêşiya xebata netewiya Kurdistanê hem derfetên dîrokî û hem jî metirsî hene, em bang li hemû hêzên neteweyî yên demokratîkên Başûrê Kurdistanê, bi taybetî PDK û YNK, dikin ku li gorî îradeya referandumê tevbigerin û pêdiviyên wê pêkbînin.
Em, wekî PSK - Partîya Sosyalîst a Kurdistanê, piştgiriya îradeya ku gelê Başûrê Kurdistanê di 25ê Îlonê de nîşan daye, dikin, hemû şehîdên xwe bi rêzdarî yad dikin û carekî dinê radigîhinin ku emê li Bakurê Kurdistanê ji bo paşeroja azad a gelê Kurd têkoşîna xwe berdewam bikin.
Bijî têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û serxwebûnê!
Bijî hevkariya hêzên neteweyî yên demokratîkên Kurdistanê!
24.09.2025
PSK - Partîya Sosyalîst a Kurdistanê
Ofîsa Çapemenî û Ragihandinê
Dem Ne Dema Bêhêvîtîyê Ye Zanebûn û Îradeya Azadiyê Ya Gelê Me Ji Her Demê Bilindtir e
Umutsuzluğa Yer Yoktur. Halkımızın Özgürlük Bilinci Ve İradesi Her Zamankinden Daha Yüksektir.
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!