Bila Zindana Diyarbekir a 5 Nolî bibe Muzexana Hafizeyê

Mexdur û girtîyên Hefsa Diyarbekir a 5 Nolî roja 3.01.2023an jibo Diyarbekir 5 Nolî bibe Muzexana Hafizeyê bang li raya giştî û rayedarên hikumetê kirin. Gelek siyasetmedar, ronakbîr, nunerên partî û dezgeyên sivîl beşdarê civîna bo çapemenê bûn û piştgir'iya xwe eşkere kirin.

Teksta jibo çapemenîyê bi Tirkî û Kurdî belav bu.

Teksat Kurdî li jêrê ye.

Welatê Kudateyan (Darbeyan) Tirkîye…

Li Tirkîyeyê leşkeran, bi domandina tradisyona kudateker di 12ê Îlona 1980yan da, bi destdanîna ser "rêveberîya sivîl”, kudateyek leşkerî kir.

Di encama vê kudateya leşkerî da, Tirkiye vegerîya zîndanek bê sînor. Bi sed hezaran însan ketin ber lêpirsînê, hatin binçav kirinê, bi hezaran jî hatin girtin.

Bi sedan însan li îşkencexane û zîndanan ji ber îşkence û muameleya xerab mirin – hatin kuştinê, bi hezaran seqet man. Bi hezaran însan bi cezayê îdamê hatin darizandin, 50 kes jî hatin îdam kirin.

Girtîgehên Tirkîye vegerîyan qadên sepandinên (tetbîqkirin) taybet, her yek bû navendek îşkenceyê.

Ancax cihek hebû ku ne bi tenê bû navendek besît a îşkenceyan; di heman demê da bû navendek ceribandinên sîyasî-civakî ji bo ji holê rakirina nasnameyên însanan, bû dibistanek asîmîlasyonê ku li ser teslîmgirtina însanan hatîbû avakirin, bû laboratuwarek taybet a bê şexsîyetkirina însanan ku bi şîdetê xurt dibû... Ew der Zîndana Dîyarbekirê ya 5 Nolû bû...

Pêwîstî li virê, bi dubare behskirina Zîndana Dîyarbekirê, 5 Nolûyê tune ye; malûmê herkesê ye: Di lêkolînek ku hatiye kirin da hatîye dîtin ku ev zîndan yek ji "Deh Zîndanên herî xerab ên li ser rûyê dunyayê” ye; bi sepandinên xwe yên taybet û îşkenceyên xwe jî ya herî navdar e...

A ev zîndana 5 Nolûyê ku di jîyana bi hezaran însanan da şop û êşên kûr hiştibû, li gorî biryara hikûmeta niha, di 20ê Çotmeha 2022yan da hat valakirin, ji Wezareta Dadê hat girtin, dewrê Wezareta  Kultur û Turîzmê hat kirin. Bi daxuyanîyek jî hat gotin ku "dê zindan bibe muze."

Em wek şahid û mexdûrên serdema vê wehşeta (hovîtîya) ku li 5 Nolûyê, di salên 1980-84an da hatibû jiyîn, dixwazin di biryarên li ser muzebûna zîndanê da muxateb bêne dîtin û di vê pêvajoyê da jî mudaxil bibin.

Bi vê armancê em dibêjin ku pêwîst e weka mînakên dunyayê: Malaterorê ya Macarîstanê,  Emna Sor a Silêmanîyê û mînaka Tirkîyeyê ya Sînop-Ulucanlarê, zindana 5 Nolûyê jî bi awayek minasibê eslê xwe ji nû ve bê dizayn kirin; divê dîtin û pêşnîyazê kesên li wê zîndanê mane û wan rojan jîyane mutleqa li ber çavan bên girtin.

Daxwazên me wek mudaxil û muxateb ev in:

1-      Bila avahîya zîndanê, bêyî guherîna fizîkî, bibe munasibê rewşa salên 80-84an.

2-      Nivîs û wêneyên li ser dîwarê zîndanê li gor atmosfera wan rojan, bi efektên dîtbarî û bihîstbarî bêne şênberkirin.

3-      Navê kesên di zîndanê da bi îşkence hatine kuştin, tarîx û cihê mirina wan bi nivîskî bê tesbîtkirin, li cihê wan bên nivîsîn.

4-      Di komkirina materyalên muzeyê da, divê Wezareta Dadê û Wezareta Kultur Turîzmê xebatê bi hevkarîya me bimeşînin.

Bi vê munasebetê em carek din ji raya giştî ra, ji parêzvanên heq û huqûqê ra, ji alîgirên aştî û mafê mirovan ra bang dikin ku ji bo zindana 5 Nolûyê bibe Navenda Hafizayê baldar bin, li daxwazên me yên mafdar ên di vê mijarê da xwedî derkevin û piştgirî bikin.

Em ji herkesê ku piştgirî didin van daxwazên me ra, ji hemû kesayet û sazîyan ra spas dikin.

Însîyatîfa Muzeya Hafizayê ya Zîndana 5 Nolûyê

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik