Di 100 Saliya Xwe de Ruhê Tevgera Neteweyî Ya Şêx Seîd Têkoşîna Me Xurt Dike

Îsal li ser Tevgera Azadîyê ya1925an ku bi pêşengiya Şey
Seîd dest pêkir 100 sal derbas bû. Dewleta Tirk di sedsala borî de xwest hemî
hewldanên gelê Kurd ên ji bo azadiya neteweyî bi tundî fifetisîne, lê Kurdan tu
carî serî li ber zilmê netewand û dev ji nasname û hebûna xwe ya netewî
bernedan. Berovajî gelê Kurd sed sal in ku têkoşîna xwe ya ji bo jiyaneke bi
rûmet berdewam dike.
Di destpêka sedsala borî de dema ku li cîhanê nîzameke nû
ava dibû, Kurdistan bû çar parçe. Pêvajoya perçebûna Kurdistanê ku bi Peymana
Sykes Picot a sala 1916an dest pê kir, bi Konferansa Parîsê ya sala 1919an û
herî dawî jî bi Peymana Lozanê ya di sala 1923an de hat îmzekirin, temam bû. Di
tevahiya vê pêvajoyê de çarenûsa Kurdan ji aliyê hêzên emperyalîst û welatên
herêmê ve di platformên ku Kurd lê nebûn diyar kirin.
Tevî ku di dema hilweşandina Împaratoriya Osmanî de kadroyên
kemalîst soz dabûn ku dewleta nû wê bibe dewleteke hevpar a Kurd û Tirkan,
piştî ragihandina Komarê hebûna neteweyî, nasname, ziman û welatê Kurdan paşguh
û înkar kirin. Gelê Kurd û nûnerên wan ên siyasî di her firsendê de bertek
nîşanî polîtîkayên red û înkarê yên dewleta Tirk dan. Li dijî xiyanet û
neheqiya li wan hat kirin, nerazîbûna xwe nîşan dan. Kurdan bi dengekî bilind
îradeya xwe ya ji bo jiyanekê azad û bi rûmet li welatê xwe anîn ziman. Bi vê
armancê lez dan xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî.
Di bin van hemû şert û mercan de, dewletê bi provakasyona ku
di 13'ê Sibata 1925'an de plan kiribû, bû sedem ku Tevgera Kurd bê amadekarî û
zû dest pê bike. Rejîma Kemalîst bi provakasyona ku pêk anî dest bi çewisandina
tevgera kurd kir û piştî darizandinên sexte bi sedan serokên Cemiyeta Azadî ku
di nav wan de Şêx Seîd û hevalên wî jî hebûn, darve kirin. Paşê bi Plana
Islahatê ya Şerqê ku pêk anî, ji bo valakirina Kurdistanê, tunekirina zimanê
kurdî û şikandina îradeya kurdan a azadiyê, sîstema Mufetîşiya Giştî ya ku
walîtîyeke kolonyalîst bû, xist meriyetê. Li gel vê jî gelê Kurd sed sal e li
ber xwe dide û têkoşîna xwe ya azadiyê bi biryardarî didomîne.
Piştî sedsalekê li Rojhilata Navîn nîzama Dijê-Kurd bi lez û
bez perçe dibe. Konsepta înkar û îmhaya Kurd û Kurdistanê têk çûye. Dijminatiya
li hemberî Kurdan gihiştiye asteke ku nayê domandin.
Di 100 saliya tevgera neteweyî ya Kurd a sala 1925’an de em
bang li hemû aktorên pêwendîdar, bi taybetî jî dewleta Tirk dikin ku siyaseta
înkar û şîdetê ya di pirsgirêka Kurd de tê meşandin biterikînin û pirsgirêka
Kurd bi rêbazên aştiyane û siyasî çareser bikin.
Bi heman awayî em bang li hemû partî û aliyên siyasî yên
Kurdistanî dikin ku destên xwe bidin hev û li ser stratejiyeke netewî ya hevbeş
bicivin da ku gelê me bigihîje mafên xwe yên netewî.
Bi vê minasebetê em careke din Şêx Seîd û hemû şehîdên
azadiyê yên ku canê xwe ji bo azadî û rûmeta netewî feda kirine bi rêz û
hezkirin bi bîr tînin.
13.02.025
Partiya Sosyalîst a
Kurdistan
(PSK)
İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik