Di hilbijartina serokkomariyê ya 14ê Gulanê de, dê dengê me jibo guhertin û demokrasiyê be

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Di hilbijartina serokkomariyê ya 14ê Gulanê de, dê dengê me jibo guhertin, aramî û demokrasiyê be

Di 14ê Gulana 2023an de li Tirkiyeyê hilbijartinek xeterdar pêk tê. Ev hilbijartin ji gelek aliyan ve dikare bibe destpêkek nû. An dê Tirkiye bi pargala heyî ya otoriter ku bi şêweyeke dîktatorî tê birêvebirin, ber bi terîşeke bêbinî ve bê herikandin, an jî dê bibe destpêka nermahî û pêvajoyeke nû ku din av xwe de guhertin, aramî, asayîbûn û demokrasiyê dihewîne.

Em li aliyê guhertin, aramî, asayîbûn û demokrasiyê ne.

Tirkiye di dîroka xwe de ji aliye aborî, civakî û siyasî ve di nav qeyraneke herî mezin de ye. Ev qeyran, ji gelek aliyan ve qeyraneke binyadî ye. Sedemê esasî vê qeyranê jî, ew polîtîkayên şer, tûndî û înkarê ne ku di pirsgirêka kurd de tên şopandin. Ev polîtîkayên înkar û şerxwaz, ne tenê bûye sedemê bedêldayîna Gelê Kurd, herweha Gelê Tirk jî kaşê xizaniyek dijwar kiriye û roj bi roj Tirkiyeyê ber bi hawirek tarî û otoriter herikandiye.

Ev pergala ecêb û nedîtî ya serokkomariyê ku di van salên dawî de li Tirkiyeyê li dar e, di warê demokrasiye de bûye sedemê paşkevtinek mezin. Medya û çapemeniya azad hatiye bêdengkirin, darazî bûye çova destê desthilatdariyê, mixalefeta civakî hatiye çewisandin. Di encama kiryarên kêfkarî û antidemokratik bi sedan şaredar ku bi dengê gel hatine hilbijartin, bi şêweyeke bêhuqûqî ji wezîfeyê xwe hatine dûrxistin û bi serde jî, hatine zindankirin û di şûna wan de qeyûm hatine wezîfedarkirin. Bi serdhezaran kes bi biryarnameyên hukmê qanûnî ji karên xwe hatine dûrxistin û bi birçîbûnê hatine “terbiyekkirin”. Herweha, bi hezaran siyasetmedar û ronakbîr ji ber fikir û ramanên xwe hatine girtin û cezakirin.

Ev pergal û desthilatdariya zordest ya li dijî kurd, li gel hundir herwisa li derve jî êrişkeriya xwe ya li dijî destkeftiyên Gelê Kurd didomîne. Ev dijayetî û êrişkeriya wê, li Tirkiyeyê bûye sedemê qeyrana aborî, civakî û siyasî û li seranserê welat aloziyek mezin û bêserûber peyda kiriye.

Xilasbûna Tirkiyeyê ya ji vê hişmendiya xwe ya otoriter û dijberê kurd gelek girîng e. Ji ber vê yekê ye ku hilbijartina 14ê Gulanê, derfetek girîng derdixe pêşberê me ku em pêkve, ji vê pergala zordest û nedîtî xilas bibin. 

Jibo li Tirkiyeyê peydabûna pevajoyeke nû ku asayîbûn û nirxên demokrasiye di nav xwe de dihewîne, em ê dengê xwe bidin namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroxlu.

Di hilbijartina serokkomariyê de piştgirîdayîna li birêz Kemal Kiliçdaroxlu, nayê wê wateyê ku em piştgiriya CHPê û Tifaqa Milletê dikin.

Em dizanin ku Birêz Kemal Kiliçdaroxlu bi tena sere xwe nikare pirsgirêka kurd çareser bike û bernameyeke wan ya rêkûpêk di vî warî de jî tuneye. Pirsgirêka kurd, dikare bi tekoşîna hevbeş ya hêzên neteweyî û demokratik yên kurd û hêzên demokrasîxwaz yên Tirkiyeyê bê çareserkirin.

Hilbijartina serokkomariyê, ne ew hilbijartin e ku dê kîjan namzet, pirsgirêka kurd çareser bike û demokrasiyke rasteqîn pêk bîne.

Meseleya esasî ew e ku dê ev pergala zordest û nijadperset, dom bike an na.

An dê ev pergala heyî taqeta gelen me têk bibe û Tirkiyeyê bêtir ber bi tarîtiyê ve biherikîne, an jî dê Tirkiye bi sazî û dezgehên xwe ber bi asayîbûnê ve biçe.

Dibe ku di rewşeke asayî de tavildest pirsa kurd neyê çaresrkirin, lêbelê dê bêhn bikeve ber kurdan û bi hêsanî bikaribin birêxistin bibin û derfet bên peydakirin ku têbikoşin.

Di salên borî de partiya me piştgiriya demokratîkbûna Tirkiyeyê, reform û pêngavên çareseriyê kiriye. Wek prensîb ligel guhertin û tekoşîna demokrasiye helwest daniye.

Partiya Sosyalîsta Kurdistan, di hilbijartina parlamenteriyê ya 14ê Gulanê de di nav Tifaqa Demokrasî û Azadiya Kurd de cîh girtiye û biryar daye ku dê piştgiriya Partiya Çep ya Kesk bike.

Di hilbijartina Serokkomariyê de jî, jibo pêkanîna rewşeke guncav ya çareseriya pirsgirêka kurd ya bi rê û olaxên demokratik, pêkanîna hişmendiya serweriya huqûqê, dawîlêanîna pergala zordest û pêşîlêgirtin û lawazkirina hêz û dezgehên nijadperest emê dengê xwe bidin birêz Kemal Kiliçdaroxlu.

Ji ber şert û mercên li Tirkiyeyê, firsend û xetereyên dîrokî ku Gelê Kurd pêre rû bi rû maye, peywira dîrokî ku partiya me girtiye ser xwe, li ser me ferz kiriye ku loma me vê biryara stratejîk girtiye.  

30.04.2023

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

               (PSK)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik