Di roja 22yê çileya pêşîn ya 2024ê de, li Amedê, bi beşdarîya li derdora 200 nûnerên partîyên sîyasî, sîyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên ji beşên cuda yên civatê, bi rojeva ''li hemberî rûdanên vê dawîyê divê kurd çi bikin?” komxebatek hate li dar xistin.
Em encamên vê Komxebata ku di demeke li
Rohilata Navên bûyerên gelek girîng rû didin, li Sûrîyeyê rejîma Esad rûxîya,
li Rojavayê Kurdistanê firsendên nû yên dîrokî derketine holê û li Tirkîyeyê jî
gotûbêjên li ser pirsa kurdî zêdetir derdikeve pêş de hate lidarxistin, bi raya
giştî re par ve dikin:
Li Rojhilata Navîn sîsteme li dijî kurdan
dibişêfe û dirize
Ruxandina dîktatorîya Beasê ya 61 salî, li
Rojhilata Navîn darbeyeke mezin li sîstema ku li ser dijayetîya kurdan hatîye ava kirin xistîye.
Ev rewşa nû, firsend û rîskan bi hev re di nêva xwe de dihewîne û tê wê maneyê
ku li Sûrîyeyê û Rojavayê Kurdistanê rûpelekî nû vedibe.
Ji bo nirxandina firsendên dîrokî yên li
Rojavayê Kurdistanê derketiye holê û li gorî şerdên îro nûjenkirina Mitebaqata
Duhokê, divê di demildest de hemû partîyên kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê bicivin. Divê hemû
alîyên kurdan yên li Rojavayê Kurdistanê li ser bernameyeke neteweyî tifaqa xwe
pêk bînin û di avakirina dewleta nû de bi temsîlyet û helwesteke hevbeş bibin
mixetab. Bi vî awayê dê kurd hem li Şamê, hem jî li hemberî dewletên pêwendîdar
de bihêztir bibin.
Geşedanên bilez yên vê dawîyê li Rojhilata
Navîn rûdane, li Tirkîyeyê careke din pirsa kurdî xistîye navenda rojevê.
Daxuyanîyên Erdogan û Bahçelî yên ji destpêka cotmeha îsal ve, gengeşîyên di
derbarê pirsa kurdî de zêdetir derxistîye pêş. Rêvebirên Dewleta Tirkîyeyê,
dixwazin pirsa kurdî weke pirsa PKKyê û pirsa ‘’teror’’ê dîyar bikin û bi vê şêweyê jî dixwazin
rastîya meseleyê binixumînin û paşguh bikin.
Ji bo çareserîyeke aştîyane ya li ser esasê wekhevîyê, divê pirsa
kurd û Kurdistanê bi awayekî rast bê terîf kirin
Teva ku welatê wî hatiye perçekirin û
dabeşkirin, li gel hemû zilm û zoradarî, siyaseta înkar, îmha û asîmlasyonê jî
miletê Kurd hebûn û taybetmendîyên xwe heta îro parastîye. Ew bi taybetmendîya
ziman û kultura xwe ya dewlemend û bihîz, miletekî dîrokî û qedîm e.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê nêzîkî 30
milyon kurd dijîn.
Mafê miletê Kurd heye ku li welatê xwe
Kurdistanê dûrî zilm, zordarî û tirsê, bi awakî azad, aram, ewle û serfiraz
bijî. Weke her miletî, mafê miletê Kurd jî heye ku bi awakî azad li ser
çarenivîsa xwe biryarê bide; mafê wî heye ku li dijî zilm û zoradarîyê di ber
xwe bide; mafê wî heye ku li welatê xwe bi statuyek siyasî xwe îdare bike.
Li bajarên metropolên Tirkîyeyê, divê mafên
ziman, kulturî û demokratîk yên kurdan bêne qebûl kirin. Li cîhên ku kurd wek
hejmar lê zêde ne, divê rê bê dayin ku ew di rêvebirîyên herêmî de bikaribin
xwe îdare bikin.
Ji bo rê li çareserîya pirsa kurdî vebe, berîya
her tiştî divê rewşeke azad, demokratîk û ji tûnd û tûjîyê dûr bê ava kirin.
Pêvajoyeke ku bi armanca çareserîya pirsa kurdî
bê destpê kirin, divê bi awayekî şefaf, vekirî û bi beşdarîya hemû alîyên
kurdan bê meşandin.
Ji bo rê li ber çareserîyeke mayînde ya
pirsa kurd û Kurdistanê vebe, divê ev gavên esasî bêne avêtin.
Divê Dewleta Tirkîyeyê dawî li operasyonên xwe yên
leşkerî yên hemû perçeyên Kurdistanê bîne, bi kurdên her çar parçeyên
Kurdistanê têkeve nav dîyalogê û rêzê li mafê xweîdarekirina gelê me bigre.
Divê PKK dawî li şerê xwe yê çekdarî ku zerarê
dide têkoşîna meşrû ya miletê me bîne.
Divê hebûna miletê Kurd bê qebûl kirin û di
Qanûna Bingehîn ya Tirkîyeyê de bê garantî kirin.
Divê zimanê kurdî li gel zimanê tirkî bibe zimanê
fermî. Mafê perwerdekirin û hînkirinê bi zimanê dayikê, ji bo zimanê kurdî
(kurmancî û kirdkî/zazakî) bê nas kirin.
Divê hemû qedexeyên li ser navê Kurdistanê ji holê
bêne rakirin û kurd bikaribin bi navê kurd û Kurdistanê û bi awayekî azad
partîyên xwe yên sîyasî û dezgehên xwe yên civakî, kulturî û demokratîk
damezrînin.
Divê li Kurdistanê, navên cîwar, herêm û deverên
dîrokî û cografî yên bi kurdî ku bi tirkî hatine guherandin, paşde bêne
vegerandin û bi kurdî bêne nivîsandin.
Divê hemû kesên ku ji ber bîrûbawerî û xebatên
siyasî, sivîl, demokratîk di zîndanan de ne, demildest bêne azad kirin. Divê
dozên di derheqê kesên li derveyî welêt weke penaber dijîn bêne rakirin, ew
bikaribin paşde vegerin û hemû astengên li pêşîya bi azadî siyasetkirina wan
bêne rakirin.
Divê cîhên mezelên mezinên kurdan yên wek Şêx
Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî (Nûrsî) û kesayetên din bêne eşkerekirin.
Divê Dewleta Komara Tirkîyeyê li gorî wan peymanên navnetewî yên ku îmze
kirine, wekî Şertên Otonomîyên Herêmî û Bireveberîyê yên Ewropayê, Girêbesta Mafên Zarokan ya Yekitîya Neteweyan û
yên din tevbigere; têbinî û îtirazên
xwe yên li ser van peyman û girêbestan rake.
Ji bo li ser esasê wekhevîyê û çareserîyeke mayînde rê li pêşîya
çareserîya pirsgirêka kurdî vebe, divê van xalên ku li jorê me anîne zimên, di
Qanûna Bingehîn ya Dewlet Tirkîyeyê de bêne garantî kirin.
Em dixwazin bi raya giştî re parve bikin ku ji
bo li gor perpektîfa li jor hate diyarkirin, pêvajojek raseqînî û berfireh ya
çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê têkeve jiyanê, em weke mixetab amadene ku bi
berpirsiyarî xwedîyê helwestên çêker bin.
23.12.2024
Amed
PARTİYA MAF Û AZADÎYAN
(HAK-PAR)
PARTÎYA SOSYALÎST A KURDISTAN
(PSK)
PARTİYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ
(PWK)