Di ser Peymana Lozanê ya ku di 24ê Tîrmeha 1923 de hat
îmzekirin 101 sal derbas bûn. Peymana Lozanê destpêka pêvajoyeke ku rê li ber
sedsaleke red, înkar û qetlîamên gelê Kurd vekir.
Di Peymana Lozanê de hêzên emperyalîst û dewletên
kolonyalîst Kurdistan kirin çar parçe, di hawîrdoreke ku gelê me lê nehatibû
temsîlkirin peyman hat pesindkirin.
Peymana Lozanê ya ku di 24ê Tîrmeha 1923an de hat îmzekirin
ji bo gelê me navê tarîtî, zilm, qirkirin û asîmîlasyonê ye. Em Peymana Lozanê
û encamên wê yên ku li dijî îradeya gelê me ye û statuya koletiyê li ser gelê
Kurd ferz dike, em carekî din red dikin û kesên ku vê peymanê îmze kirine û bi
cih anîne, bi tundî şermezar dikin.
Gelê me wê têkoşîna xwe ya bo azadî û rizgarîya neteweyî bi
biryardarî bidomîne.
Kemalîstên ku di dema perçebûna Împaratoriya Osmanî de soz
dan Kurdan ku ewê dewletekî hevpar avabikin, ew dewlet wê dewleta kurd û tirkan
be, piştî îmzekirina Peymana Lozanê yekser hemû sozên xwe ji bîr kirin.
Hikûmeta Enqereyê ku bi Peymana Lozanê di 24ê Tîrmeha 1923an
de di qada navdewletî da hebûna xwe bi
fermî da nas kirin, bi îlankirina komarê re red û înkara li dijî gelê kurd bi
resmî dest pê kir.
Komara Tirkiyeyê li ser bingeheke monîst û nijadperestî, li
ser bingehê tirkbûnê hat avakirin, guh nedan pêkhateyên pirneteweyî, pirçandî, pir olî ya erdnîgariya
ku li ser hatiye avakirin.
Di makezagona sala 1924’an de têgîneke hemwelatîbûnê ku
hebûn, ziman û çanda gelê Kurd înkar dike û her kesên li Tirkiyeyê dijîn weke
Tirk dihesibîne. Plana Îslahata Şerqê ku di sala 1925an de hat ragihandin, bû
bingehê rejîmên leşkerî, Mufetîşên Giştî û sîstema Rewşa Awarte ku wê sedsalekê
li Kurdistanê bidome. Zimanê Kurdî bi fermî qedexe kir, li Kurdistanê tunekirina
kurdan kir armanc. Ji bo ku bigihêje vê armancê, planên qetlîamên girseyî pêk
anî.
Rejîma Kemalîst di salên 1921 de Koçgirî, 1925 Şeyh Seîd,
1928-30 Agirî, Zîlan, 1938 de serhildan û berxwedana azadiya netewî ya Dêrsimê
bi her cure rê û rêbazên, komkujî jî di nav de, tepeser kir. Siyaseta qirkirina
çandî ya ku sed sal dom kir, li dijî ziman û çanda Kurdî meşand.
Êrîşên rejîma Kemalîst,
li dijî gelê me û destkeftiyên wî, îro jî berdewam dikin. Polîtîkaya
înkar û bêtehamuliya li hemberî ziman û nasnameya kurdî bi tundî dewam dike.
Êrîşên sîstematîk ên ji bo têkbirina destkeftiyên li Herêma Kurdistana Federe berdewam
dikin. Ji bo rêvebirên herêmî yên ku bi
îradeya gel hatine hilbijartin, qeyûm tên tayînkirin, partiyên Kurdistanî bi
dosyayên girtinê tên girtin, li dijî kadroyên siyasî operasyon bênavber tên meşandin.
Lê gelê me tu carî li hemberî zilma netewî û polîtîkayên
înkarê çok nedaye. Têkoşîna wî ya ji bo azadiya neteweyî bênavber berdewam kir
û ji niha û pê de jî wê bi heman biryardariyê bidome.
Gelê me li başûrê Kurdistanê ji sala 2005’an ve bûye xwedî
statuyeke federe. Li çar parçeyên welatê me têkoşîna azadiyê roj bi roj bilind dibe.
Yanî pergala kolonyalîst a ku bi Peymana Lozanê li ser gelê
Kurd ferz kiriye, ketiye pêvajoya jihevketinê.
Di vê nuqteyê de yekane rêya azadiya neteweyî ya gelê Kurd
hevkarî, diyalog û hevgirtina neteweyî ya berfireh e. Gelê Kurd sed sal berê di
pêvajoya Lozanê de winda kir, di serî de ji ber ku nekarî tifaqa neteweyî ava
bike. Sedsala 21.an a ku em tê de dijîn;
Em dikarin bi têgihiştineke ku pêkhateya netewî xurt dike, dorhêla dostan
berfireh dike û dijminan kêm dike bi ser bikevin. Gelê Kurd bi hizreke wisa
berfireh û stratejîk dikare astengiyên li pêşiya azadiya netewî derbas bike,
derfetên heyî bikar bîne û Peymana Lozanê pûç bike.
Em bang li dewletên peywendîdar, bi taybetî Brîtanya û
Fransa dikin, ku di destpêka sedsala borî de di perçebûna Kurdistanê de rol
lîstin û gelê Kurd bê statu hiştin û peymana Lozanê ya sala 1923’an îmze
kiribûn, lêborînê ji gelê me bixwazin.
Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê, YE û
saziyên din ên navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna gelê me ya xwerêveberiyê
û derbaskirina fermana Lozanê.
Banga me ji bo kesên ku Tirkiyeyê birêve dibin ev e; Dest ji
polîtîkaya şer û înkarê ya sed sal in ku tê meşandin berdin. Di şûna wê de ji
bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk gavên ku dê deriyê
aştî û azadiyê ji her du gelan rê veke bavêjin. Bi makezagoneke nû re, divê
hebûna gelê kurd û mafên wî yên neteweyî , bi awayekî fermî bê naskirin.
Şertê aştî û îstiqrara herêmê ew e ku gelê kurd li welatê
xwe Kurdistanê bi azadî û bi rûmet bijî.
24.07.2024
Partiya Sosyalîst a
Kurdistan
(PSK)