EM DI ÇARESERÎYA PIRSA KURDÎ YA BI RÊYA DIYALOGÊ Û AŞTÎYANE DE TEREF IN!

Di roja 22yê çileya pêşîn ya 2024ê de, li Amedê, bi beşdarîya li derdora 200 nûnerên partîyên sîyasî, sîyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên ji beşên cuda yên civatê, bi rojeva ''li hemberî rûdanên vê dawîyê divê kurd çi bikin?” komxebatek hate li dar xistin.

Em encamên vê Komxebata ku di demeke li Rohilata Navên bûyerên gelek girîng rû didin, li Sûrîyeyê rejîma Esad rûxîya, li Rojavayê Kurdistanê firsendên nû yên dîrokî derketine holê û li Tirkîyeyê jî gotûbêjên li ser pirsa kurdî zêdetir derdikeve pêş de hate lidarxistin, bi raya giştî re par ve dikin:

Li Rojhilata Navîn sîsteme li dijî kurdan dibişêfe û dirize

Ruxandina dîktatorîya Beasê ya 61 salî, li Rojhilata Navîn darbeyeke mezin li sîstema ku li ser  dijayetîya kurdan hatîye ava kirin xistîye. Ev rewşa nû, firsend û rîskan bi hev re di nêva xwe de dihewîne û tê wê maneyê ku li Sûrîyeyê û Rojavayê Kurdistanê rûpelekî nû vedibe.

Ji bo nirxandina firsendên dîrokî yên li Rojavayê Kurdistanê derketiye holê û li gorî şerdên îro nûjenkirina Mitebaqata Duhokê, divê di demildest de hemû partîyên kurdan ên  li Rojavayê Kurdistanê bicivin. Divê hemû alîyên kurdan yên li Rojavayê Kurdistanê li ser bernameyeke neteweyî tifaqa xwe pêk bînin û di avakirina dewleta nû de bi temsîlyet û helwesteke hevbeş bibin mixetab. Bi vî awayê dê kurd hem li Şamê, hem jî li hemberî dewletên pêwendîdar de bihêztir bibin.

Geşedanên bilez yên vê dawîyê li Rojhilata Navîn rûdane, li Tirkîyeyê careke din pirsa kurdî xistîye navenda rojevê. Daxuyanîyên Erdogan û Bahçelî yên ji destpêka cotmeha îsal ve, gengeşîyên di derbarê pirsa kurdî de zêdetir derxistîye pêş. Rêvebirên Dewleta Tirkîyeyê, dixwazin pirsa kurdî weke pirsa PKKyê û pirsa ‘’teror’’ê  dîyar bikin û bi vê şêweyê jî dixwazin rastîya meseleyê binixumînin û paşguh bikin.

Ji bo çareserîyeke aştîyane ya li ser esasê wekhevîyê, divê pirsa kurd û Kurdistanê bi awayekî rast bê terîf kirin

Teva ku welatê wî hatiye perçekirin û dabeşkirin, li gel hemû zilm û zoradarî, siyaseta înkar, îmha û asîmlasyonê jî miletê Kurd hebûn û taybetmendîyên xwe heta îro parastîye. Ew bi taybetmendîya ziman û kultura xwe ya dewlemend û bihîz, miletekî dîrokî û qedîm e.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê nêzîkî 30 milyon kurd dijîn.

Mafê miletê Kurd heye ku li welatê xwe Kurdistanê dûrî zilm, zordarî û tirsê, bi awakî azad, aram, ewle û serfiraz bijî. Weke her miletî, mafê miletê Kurd jî heye ku bi awakî azad li ser çarenivîsa xwe biryarê bide; mafê wî heye ku li dijî zilm û zoradarîyê di ber xwe bide; mafê wî heye ku li welatê xwe bi statuyek siyasî xwe îdare bike. 

Li bajarên metropolên Tirkîyeyê, divê mafên ziman, kulturî û demokratîk yên kurdan bêne qebûl kirin. Li cîhên ku kurd wek hejmar lê zêde ne, divê rê bê dayin ku ew di rêvebirîyên herêmî de bikaribin xwe îdare bikin.

Ji bo rê li çareserîya pirsa kurdî vebe, berîya her tiştî divê rewşeke azad, demokratîk û ji tûnd û tûjîyê dûr bê ava kirin.

Pêvajoyeke ku bi armanca çareserîya pirsa kurdî bê destpê kirin, divê bi awayekî şefaf, vekirî û bi beşdarîya hemû alîyên kurdan bê meşandin.

 

Ji bo rê li ber çareserîyeke mayînde ya pirsa kurd û Kurdistanê vebe, divê ev gavên esasî bêne avêtin.

Divê Dewleta Tirkîyeyê dawî li operasyonên xwe yên leşkerî yên hemû perçeyên Kurdistanê bîne, bi kurdên her çar parçeyên Kurdistanê têkeve nav dîyalogê û rêzê li mafê xweîdarekirina gelê me bigre.

Divê PKK dawî li şerê xwe yê çekdarî ku zerarê dide têkoşîna meşrû ya miletê me bîne.

Divê hebûna miletê Kurd bê qebûl kirin û di Qanûna Bingehîn ya Tirkîyeyê de bê garantî kirin.

Divê zimanê kurdî li gel zimanê tirkî bibe zimanê fermî. Mafê perwerdekirin û hînkirinê bi zimanê dayikê, ji bo zimanê kurdî (kurmancî û kirdkî/zazakî) bê nas kirin.

Divê hemû qedexeyên li ser navê Kurdistanê ji holê bêne rakirin û kurd bikaribin bi navê kurd û Kurdistanê û bi awayekî azad partîyên xwe yên sîyasî û dezgehên xwe yên civakî, kulturî û demokratîk damezrînin.

Divê li Kurdistanê, navên cîwar, herêm û deverên dîrokî û cografî yên bi kurdî ku bi tirkî hatine guherandin, paşde bêne vegerandin û bi kurdî bêne nivîsandin.

Divê hemû kesên ku ji ber bîrûbawerî û xebatên siyasî, sivîl, demokratîk di zîndanan de ne, demildest bêne azad kirin. Divê dozên di derheqê kesên li derveyî welêt weke penaber dijîn bêne rakirin, ew bikaribin paşde vegerin û hemû astengên li pêşîya bi azadî siyasetkirina wan bêne rakirin.

Divê cîhên mezelên mezinên kurdan yên wek Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî (Nûrsî) û kesayetên din bêne eşkerekirin.

Divê Dewleta Komara Tirkîyeyê li gorî wan peymanên navnetewî yên ku îmze kirine, wekî Şertên Otonomîyên Herêmî û Bireveberîyê yên Ewropayê, Girêbesta Mafên Zarokan ya Yekitîya Neteweyan û yên din tevbigere; têbinî û îtirazên xwe yên li ser van peyman û girêbestan rake.

Ji bo li ser esasê wekhevîyê û çareserîyeke mayînde rê li pêşîya çareserîya pirsgirêka kurdî vebe, divê van xalên ku li jorê me anîne zimên, di Qanûna Bingehîn ya Dewlet Tirkîyeyê de bêne garantî kirin.

Em dixwazin bi raya giştî re parve bikin ku ji bo li gor perpektîfa li jor hate diyarkirin, pêvajojek raseqînî û berfireh ya çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê têkeve jiyanê, em weke mixetab amadene ku bi berpirsiyarî xwedîyê helwestên çêker bin.

23.12.2024  Amed

 

PARTİYA MAF Û AZADÎYAN    

               (HAK-PAR)                                    

PARTÎYA SOSYALÎST A KURDISTAN 

                (PSK)                                                   

PARTİYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ

                     (PWK)

İçerik Başlıkları

17 Aralık Kürdistan Bayrak Günü nedeniyle Kürt halkı bu yıl dünyanın her tarafında bir kez daha Kürdistan bayrağı etrafında birleşti, bunun için etkinlikler gerçekleştirdi, ulusal talepler etrafında kenetlendi.

Bu kapsamda Kürdistan Sosyalist Partisi (PSK) İzmir il örgütü de 21 Aralık 2025 tarihinde Kürdistan Bayrak Günü nedeniyle il binasında bir etkinlik yapmayı kararlaştırdı ve bunu sosyal medyada paylaştı.

PSK’nin İzmir’de Kürdistan Bayrağı Günü kutlama kararının duyurulması üzerine bölgedeki Turancı Dernekler Birliği (TDB) olmak üzere bazı faşist ve ırkçı odaklar sosyal medya üzerinden Kürdistan Bayrağına karşı çirkin ve seviyesiz bir saldırı başlattı. Söz konusu ırkçı odaklar günler öncesinden başlayarak Kürdistan Bayrağı Günü’nün kutlanacağı İzmir PSK il örgütünü hedef gösterdiler.  Buraya yönelik fiziki bir saldırı için kampanya başlattılar. Kürdistan Bayrağı Günü kutlamasına katılacaklar çeşitli yöntemlerle tehdit edildi. Kürdistan Bayrağı Günü etkinliğini engellemek ve bastırmak için İzmir ve çevresindeki faşist güçlere etkinliğin yapıldığı yer ve saate toplanma çağrısında bulunuldu.

Buna karşı İzmir’deki yurtsever güçler faşist ırkçı odakların Kürdistan Bayrağına dönük düşmanca saldırıcı ve sindirme girişimlerine pabuç bırakmadı. Başta PSK kadroları olmak üzere, Kürdistan Yurtseverler Partisi (PWK), KED-DER, Özgür Yaşam Derneği ve İzmir’deki yurtsever güçler birleşerek Kürdistan bayrağına dönük saldırılara karşı kararlı bir duruş sergiledi. Söz konusu Kürt düşmanı ırkçı güçlerin bütün tehdit, şantaj ve sindirme çabalarına karşı halkımız Kürdistan Bayrağına sahip çıktı.

PSK’nin organize ettiği Kürdistan Bayrağı Günü planlandığı yerde 21 Aralık 2025 tarihinde büyük bir katılım ve coşkuyla kutlandı.  Kürdistan Bayrağı Günü etkinliğini engellemek için bölgede toplanan ırkçı güruhların çirkin ve düşmanca emelleri böylece boşa çıkartıldı.

Halkımızın İzmir’de Kürdistan Bayrağına dönük düşmanca saldırılara karşı sergilediği birlik ve dayanışma her türlü takdirin üstündedir ve saygın bir tutumdur.  İzmir’deki son gelişmeler bir kez daha gösteriyor ki Kürt ulusal demokratik aktörleri güçlerini birleştirdiğinde başa çıkamayacakları hiçbir saldırı ve tehdit yoktur.

22.12.2025

Kürdistan Sosyalist Partisi

             (PSK) 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik