Komisyona hewldana Yekîtiya Neteweyiya Kurdistanê Êrîşên dewleta Dagirker a Îranê Protesto Kir

Li gorî agahdariyên ku di raya giştî de hatine belavkirin, rejîma axund a kevneperest a îranê roj nine êrîşê Başêrê Kurdistanê û hêz û alîyên Rojhelatê  Kurdistanê neke.

Di van demên dawî de ku dewleta îranê û rejîma wî di bîn êrîş û bombebarana dewleta Amerîka û îsralde wêran dibe, Kurd ku di vî şerî de ne terefin jî, îran bê navber êrîşê Herêma Kurdistanê û  partîyên Rojhelatê Kurdistanê dike.

Di encama êrîşên bi mûşek û dronan ên li ser Başûrê Kurdistanê, bingehên partîyên Rojhelatê Kurdistanê wek PDKÎ, Partîya Azadîya Kurdistanê PAK û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li derdora Silêmaniyê û Hewlêre rejîma dagirker a Îranê ji xwe re kirîye armanç.

Di van rojên dawî de 9 pêşmergeyên Komela şehîd ketine û gelek pêşmergeyên din jî birîndar bûne. Roja yekşemê PAK carekî dîn ket ber bombebarana rejîma dijî gel, di vê êrîşa dironî de 8 pêşmergê Partîya Azadîya Kurdistanê birîndar bûn. Bi kurtî, ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîlê bi Îranê re yanî ji 28ê Sibatê virde, Herêma Kurdistanê ji aliyê  920 dronan û mûşekan ve hatiye bombebaran kirin. Di encamê de, 30 keş şehîd û 148 kes birîndar bûn, ku 82 ji wan Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Li ser van bûyer û rûdawên dawî Komisyona Hewildana Yekîtîya Netrweyi ya Kurdistanê roja 20.07.2026 de li Amedê li avayîya sazîya Rojnamevanan de civînekî çapemenîyê li darxist. Civîna çapemenîye saet di 13.00 de deqeyekî rêzlêgirtin bo şehîdên Rojhelatê Kurdistanê dest pê kir.

 Daxwîyanîya ku ji bo çapemenî û raya giştî hatibû amadekirin ji hêla Elî Oncî ve hate xwendin.

Çapemenîya Kurdî, eleqeyekî mezin nîşan da her weha gelek kesên ku di nav Komisyona Hewildana Yekîtîya Neteweyî ya Kurdistanê de dihat temsîl kirin amade bûn.

 Divê  were bi birxistin ku şeş parti û sazîyên Kurdistani di nav Komisyona Hewildanê de cîh digrin.

 Civîna çapemenîyê bi serkevtî pêk hat vê helwesta Komisyona Hewildanê di çapemenîya kurdî û herêmîde berfireh cih girt.

Belavoka hevbeş a Komisyonê bi vî awayî ye.

Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!

JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENÎYÊ RA

Hêja Xebatkarên Çapemeniyê,

Em êrîşên li dijî miletê Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar dikin!

Li gorî agahdariyên weşandî, sê roj berê di encama êrîşa bi mûşek û dronan a li dijî navendên Komala Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ya li derdora Silêmaniyê de, 9 pêşmerge şehîd ketine û gelek pêşmerge jî birîndar bûne. Herwiha, duh dîsa Dewleta Dagirker a Îranê bi mûşek û dronan êrîşî ser bergehên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê kir û di vê êrîşa hovane de jî heşt pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) birîndar bûne. Ji navenda PAKê hate ragihandin ku rewşa çar pêşmergeyan giran e û jiyana wan di xeterê de ye.

Em van êrîşên xwînbar û hovane bi tundî şermezar û lanet dikin. Ev êrîşên Dewleta Dagirker a Îranê ne tenê li dijî komeke siyasî û leşkerî ne. Em van êrîşan wekî êrîşên li dijî miletê Kurd û hemû parçeyên Kurdistanê dinirxînin.

Dewleta Dagirker a Îranê di her asta dîrokê de li dijî tevgerên Kurdistanî û neteweya Kurd siyaseteke hovane û jenosîdal ajotiye. Li gorî gelek rapor û bûyerên dîrokî, ev siyaset bi operasyonên leşkerî, girtin, îdam û awayên cuda yên zordarî û sitemkariyê hatiye birêvebirin. Em van kiryarên li dijî maf û destkeftiyên miletê Kurd û heqîqeta welatê Kurdistanê qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin.

Ev êrîşên ku li her parçeyeke Kurdistanê çêdibin bandorê li ser hemû neteweya Kurd dikin. Ji ber vê yekê, êşa Rojhilatê Kurdistanê êşa hemû Kurdan e. Êşa Başûr, Bakur û Rojava jî ji hev cuda nîne. Li her çar aliyên Kurdistanê, her çi biqewime bandorê li hestên me gişkan dike û berpirsiyariyên me tîne bîra me.

Tu hêzek nikare bi mûşek û dronan, bi zindan, bi darvekirinê an bi siyaseta tundûtijiyê daxwaza azadiya miletê Kurd û serxwebûna welatê Kurdistanê ji holê rake. Dîrok her car nîşan daye ku zordarî û zulimkarî çareserî neanîye, lê tenê êş û xwînrijandin mezintir kiriye.

Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û hemû sazîyên navneteweyî yên berpirsiyar dikin ku li hemberî van bûyeran bêdeng nemînin, ji bo parastina sivîlan û kêmkirina rageşî û tengezariyê gavên pêwîst bavêjin û piştgirî bidin rêbazên ku li gorî hiqûqa navneteweyî ne.

Em bi rêz û hurmet pêşmergeyên xwe yên di van êrîşan de şehîd bûne bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbatên wan û hevalên wan re dixwazin û dilxemgîniya xwe ji wan xwişk û birayên xwe re radigihînin ku di van êrîşên Dewleta Dagirker a Îranê de rastî êş û azarê hatine. Herwiha em ji bo hemû birîndaran şîfayeke lezgîn dixwazin. 20.07.2026

BIJÎ KURDISTAN!

BIJÎ PÊŞMERGE!

BIMRE KOLEDARÎ!

BIMRE ZORDESTÎ!

BIMRE DEWLET Û REJÎMA ÎRANÊ!

KOMÎSYONA HEWLDANA YEKÎTÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ

(ÎNÎSÎYATÎVA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ - PÊLKURD - PSK - PWK - TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ - KESAYETÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÎ)

Buroya Çapamenî ya
Partiya Sosyalîsta Kurdistan

(PSK)

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik