Peyama Piştgiriya Hêzên Rojavayê Kurdistanê Bo HEVBENDÎ

Birayên hêja di Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê de (Hevbendî)

Silav û rêz

Bi boneya ragihandina we ya damezrandina Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (Hevbendî) li Bakurê Kurdistanê, em kêfxweş in ku bi navê Partiyên Hevdîtina Şêwirmendî ya Kurdî li Sûriyê, pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî we bikin.

Hêvîdar in ku hûn di xizmeta doza rewa ya gelê me yê Kurd de serkeftî bin.

Damezrandina Hevbendiya we di vê qonaxa dîrokî û çarenûsî ya gelê me yê Kurd de, gaveke girîng e di rêça têkoşîna rûmetdar a Kurdan li Bakurê Kurdistanê de ye.

Ew têkoşîn bi fedakariyên mezin hatiye domandin da ku armancên gelê me yê Kurd yên azadî û mafê diyarkirina çarenûsa xwe pêk bên.

Di heman demê de ku em piştgiriya xwe ji têkoşîna we ya siyasî û neteweyî re diyar dikin, em girîngiya yekîtiya rêzên Kurdistanî di bin zextên ku li ser Kurdan tên ferzkirin de tekez dikin, ew zextên ku armanc  jê ew e  pêşiyê li ber fersenda dîrokî  bigrin, û ew neghêjin mafên xwe yên neteweyî û welatî yên rewa. 

Careke din, em pîrozbahiyên xwe arasteyî we dikin.

Qamişlo, 11 / 11 / 2026

Partiyên Hvdîtina Şêwirmendî ya Kurdî li Sûriyê

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik