
Lijneya Rêvebiriya
Navendî (LRN) ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), di civîna xwe ya 13ê Mijdara 2026an de, pêşketinên siyasî yên li herêma me, li Kurdistanê û Tirkiyeyê
bi awayekî berfireh
nirxand. Lijneyê
di vê çarçoveyê de
helwesta partiya me ya li hemberî van pêşketinan
diyar kir û xebatên siyasî û rêxistinî
yên partiyê ji bo heyama pêş de nirxand.
LRN, li ser bingeha
nirxandinên ku di civînê de hatin kirin, pêwîst dît ku nêrîn û helwestên xwe yên li jêr bi raya giştî re parve
bike.
EM TIFAQA NETEWEYÎ
YA KURDISTANÊ (HEVBENDÎ) SILAV DIKIN Û XWEDÎ DERDİKEVIN
Tifaqa Neteweyî
ya Kurdistanê (HEVBENDÎ), ku li Bakurê Kurdistanê bi îrade û hewldana
hevbeş a partiyên siyasî, rêxistin û kesayetiyên serbixwe yên welatparêz,
ku partiya me jî di nav wan de cih digire, hatiye îlan kirin, di pêvajoya lêgerîna
gelê me ya ji bo yekîtiya neteweyî,
hevkariya siyasî û têkoşîna hevbeş de gaveke pir girîng û xwedî nirxeke dîrokî ye.
Em wekî
PSK, careke din damezrandina HEVBENDÎ’ê silav dikin
û bawer dikin ku ev gav dê dinamîzm, hêz û lezeke
nû bide têkoşîna neteweyî û demokratîk a gelê Kurd.
Ji bo me girîng e ku HEVBENDÎ ne tenê wekî
hewldaneke yekîtiya siyasî bimîne, lê veguherê
platformeke domdar ku beş û pêkhateyên cuda yên
gelê me li dora armancên neteweyî yên hevbeş
kom bike, baweriya di navbera wan de pêş bixe û îradeya
têkoşîna hevbeş bihêz bike.
Em careke din tekez
dikin ku amade ne berpirsiyariyên ku li ser milê partiya me ne bi cih bînin û tecrûbeya
siyasî, derfetên rêxistinî û hêza
têkoşînê ya xwe ji bo serkeftina HEVBENDÎ’ê seferber
bikin.
Divê neyê
jibîrkirin ku yekîtiya neteweyî ne bi înkarkirina cudahiyan, lê bi naskirin û rêzgirtina
ji wan û lihevkirina wan li ser
bingeha têgihîştineke
demokratîk pêş dikeve. Serkeftina HEVBENDÎ’ê girêdayî pêkanîna baweriya hevbeş, wekhevî, aqilê
hevpar, piştgirî û pêşxistina berjewendiyên neteweyî
ye. Ji bo vê yekê, divê berjewendiyên neteweyî li ser
berjewendiyên teng ên komî û partîtiyê
bêne danîn û ji her cure
ferzkirinê dûr bêne girtin.
Pêdiviya gelê Kurd
bi yekîtiya neteweyî re eşkere ye. Bersivdayîna vê pêdiviyê berpirsiyariyeke
dîrokî û siyasî ye ku dikeve ser milê hemû aliyên
siyasî yên welatparêz û kesayetiyên welatparêz.
EM JI KRÎZA SIYASÎ YA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NIGERAN IN
Tengaviyên siyasî
yên ku di van rojên dawî de li beşa Başûrê Kurdistanê
ya welatê me derketine û krîza
siyasî ya ku piştî civîna Parlamentoya Kurdistanê kûrtir
bûye, ji bo partiya me çavkaniya nîgeranî û xemgîniyeke
cidî ye.
Bi berçavgirtina
şert û mercên hestiyar
ên herêmî û navneteweyî
yên ku Herêma Federal a Kurdistanê tê re derbas dibe, kûrbûna
nakokiyên di navbera hêzên siyasî de û lawazbûna xebitandina sazî û dezgehan dikare encamên xeternak derxe
holê û destkeftiyên neteweyî û berjewendiyên rewa yên ku gelê me bi
têkoşîneke dirêj bi dest xistine, bikeve bin xetereyê.
Îstîqrara siyasî ya
li Herêma Federal a Kurdistanê ne tenê mijara partiyên siyasî yên wê
herêmê ye, lê mijareke hevpar a tevahiya gelê Kurd e. Ji ber vê yekê, em bawer dikin ku tu partî an aliyekî siyasî divê berjewendiyên xwe
yên teng ên komî û partîtiyê li pêşiya berjewendiyên neteweyî
daneyne.
Em bang li hemû aliyên
siyasî, bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dikin ku ji helwest û daxuyaniyên
ku dikarin tengezariyê zêdetir bikin dûr bikevin û pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê, têgihîştina hev û lihevkirinê çareser
bikin.
Em piştgiriyê
didin bangewaziya birêz Mesûd Barzanî ya ji bo
çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û avakirina
hikûmeteke neteweyî ya
berfireh û hemûalî, ku
beşên cuda û fireh ên gelê me tê de bên temsîlkirin.
Ji bo parastina
îstîqrara siyasî li Herêma Federal a Kurdistanê, bihêzkirina sazî û dezgehên
demokratîk, misogerxistina destkeftiyên gelê me û pêşxistina
berjewendiyên neteweyî, divê hemû hêzên
siyasî bi hişmendiya berpirsiyariyê tevbigerin.
Em bawer dikin ku
derbasbûna pirsgirêkên heyî yên Herêma Federal a Kurdistanê tenê bi
esasgirtina berpirsiyariya neteweyî û têgihîştina
paşerojeke hevpar gengaz e, ne bi pêşxistina pêşbaziyên partîtiyê û berjewendiyên teng.
EM AXAFTINÊN NÎJADPERESÎ Û NEFRETÊ YÊN LI HEMBERÎ HEVBENDÎ’Ê
ŞERMEZAR DIKIN
Piştî
ragîhandinaTifaqa Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ), eleqe, piştgirî û xwedîderketina xurt a ku di nav raya giştî ya welatparêz a Kurd de derket holê, careke din daxwaz
û biryardariya gelê me ya ji bo yekîtiya neteweyî û têkoşîna
hevbeş nîşan da. Em vê xwedîderketinê
bi kêfxweşî pêşwazî dikin û wê
pir bi wate û girîng dibînin.
Lêbelê, em wê
yekê nayên qebûlkirin ku hin
derdorên ku ji damezrandina HEVBENDÎ’ê nerazî
ne, nerazîbûna xwe bi
gotinên nîjadperestî, cudaxwazî û dijminahiyê
derdibirin.
Bi taybetî em
daxuyaniyên hin derdorên nîjadperest û siyasetmedarên
bi navê siyasî bi tundî şermezar dikin. Ev kes, bi armanca hedefgirtina
lêgerîna gelê Kurd ya ji bo yekîtiya
neteweyî, qirkirinên ku di dîroka gelê me de pêk hatine wekî
serişteya gefan bi kar tînin û bi gotinên xwe dijminahiya di nav civakê de kûrtir
dikin.
Parastina nasnameya
neteweyî, avakirina yekîtiya neteweyî, rêxistinkirin û pêşxistina
têkoşîna siyasî ya demokratîk mafekî rewa, gerdûnî û nîqaşnayê
yê gelê Kurd e. Bikaranîna van mafan ne girêdayî destûr,
erêkirin an jî qebûlkirina tu aliyekî
siyasî ye.
Tu siyasetmedar,
aliyekî siyasî an dewletek mafê xwe nîne ku
îradeya demokratîk a gelê Kurd bi gotinên nîjadperestî bike hedef, li gelê me
gefan bixwe an jî maf û daxwazên wî
yên rewa înkar bike.
Em wan nêrîn
û têgihîştinan red dikin ku daxwazên neteweyî
yên gelê Kurd wekî pirsgirêkeke ewlehiyê pêşkêş dikin û hewldanên rewa yên rêxistinbûn
û yekîtiya siyasî dikin armanca dijminahiyê.
Em wekî
PSK careke din tekez dikin ku em ê ji têkoşîna xwe ya ji bo avakirina paşerojeke azad, wekhev, demokratîk û aştiyane li
Kurdistanê qet dev bernedin.
Bi rêz û hurmet
ji raya giştî re tê ragihandin.
LIJNEYA RÊVEBIRIYA
NAVENDÎ (LRN)
PARTIYA
SOSYALÎST A KURDISTANÊ (PSK)
14ê Mijdara 2026an
MERKEZ YÜRÜTME KURULU TOPLANTI SONUÇ BİLDİRİSİ
PARTIYA SOSYALÎST A KURDISTANÊ (PSK) DAXWÎYANÎ’YA ENCAMA CIVÎNA LIJNEYA RÊVEBIRIYA NAVENDÎ (LRN)
Peyama Piştgiriya Hêzên Rojavayê Kurdistanê Bo HEVBENDÎ
Kürdistan Ulusal İttifak Konferansı Sonuç Bildirgesi
Ragihandina Korbenda Çepa Kurdistanê
Tifaqa Neteweyî ya Kurdistanê-HEVBENDî Hat Ragîhandin
Encamnameya Konferansa Pêncemîn a Kurbendê Çep a Kurdistanê
Dem Ne Dema Bêhêvîtîyê Ye Zanebûn û Îradeya Azadiyê Ya Gelê Me Ji Her Demê Bilindtir e
Umutsuzluğa Yer Yoktur. Halkımızın Özgürlük Bilinci Ve İradesi Her Zamankinden Daha Yüksektir.
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor