Ji Raya Giştî Re

Ji Raya Giştî Re

Êrîşên li ser Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ), ku di konferansa 07’ê Mijdara 2026’an de li Diyarbekirê hate damezrandin, berdewam in.

Piştî êrîşên nijadperest û şovenîstên Tirkkî, niha operasyonên binçavkirinê yên li dijî rêvebirên HEVBENDÎ dest pê kirine.

Li gorî agahiyên destpêkê yên gihîştine me, ji rêvebirên HEVBENDÎ: Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Giştî, Av. Hasan Dağtekin, li Enqereyê; rêvebirê PÊLKURD, Fuad Önen; nûnereyê kesayetiyên serbixwe yên Kurdistanî, Ali Öncü û Rojbin Bükün; herwiha Ali Çeven, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêz a Kurdistanê (PWK), Mehmet Can Azbay, Aryan Serhed û Ali Aydın, li Diyarbekirê hatine binçavkirin.

Ev êrîşên li dijî HEVBENDÎyê berdewamiya polîtîkayên zext, înkar û tunekirina nasnameya neteweyî ya li dijî gelê Kurd tên meşandin in.

Lê divê ev yek baş were zanîn: Ev zext û zordestî, û binçavkirina rêveberên me, nikarin me bitirsînin û ji têkoşîna xwe dûr bixin. Emê heta ku gelê Kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest bixe, bi hev re û bi hemû aliyên welatparêz re têkoşîna xwe bidomînin.

Em bang li hemû hêz, kesayetî û aliyên xwedîhest dikin ku li dijî êrîşên li ser HEVBENDÎ dengê xwe bilind bikin û helwesta xwe nîşan bidin.

Zext û zordestî nikarin me ji têkoşîna xwe vegerinin.

Emê piştgirî û xwedîliderketina xwe ji HEVBENDÎ re bidomînin.

17’ê Mijdara 2026’an

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
Meclîsa Partiyê

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik