Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin

Foruma Çep a Kurdistanî, roja yekşemê di 26ê Tîrmeha 2026an de, civîna xwe li ser astê sekreterên partiyan bi awayê serhêl (online) pêk anî. Civîn hatibû terxankirin ji bo gotûjkirina rewşa siyasî û geşedanên nû yên Kurdistanê û herêmê.

Di civînê de hat destnîşankirin ku derketina dorxeleke din a şer di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê de ligel Komara Îslamî ya Îranê, bûye sedem ku herêm rûbirûyî krîzeke mezin a siyasî, ewlehî û aborî bibe, bi awayekî ku bandora wî şerî bi rasterast û nerasterast ketiye ser Herêma Kurdistanê. Bombardûmankirina xelkê sivîl û binkeh û baregehên hêzên Kurdistanî, encama rasterast a wî şerê nexwestî bûye.

Herçend ji destpêka şer ve Herêma Kurdistanê û hêzên Kurdistanî helwesteke bêalî hilbijartine, lê dîsa jî bi berdewamî bûne armanca bombardûmanên Komara Îslamî ya Îranê û grûn wê yên çekdar. Di encama wan bombardûmanan de heta niha bi dehan kes li bajar û bajarokan şehîd û birîndar bûne û ziyanên maddî yên zêde jî gihîştine xelkê sivîl ê Kurdistanê.

Di tewereke din de, civîna Foruma Çep a Kurdistanî anî ziman ku ev rewşa aloz a ku rû li Kurdistan û herêmê kiriye, bêpar nîne ji planên herêmî û navdewletî — tevî astengî û nakokiyên navxweyî — dijî doza rewa ya gelê Kurdistanê û destkeftiyên wî:

Li Bakurê Kurdistanê: Ji ber hinek guherîn û geşedanên herêmê, bi taybetî li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, dewleta Tirk helwesta xwe guherandiye û çareserkirina kêşeya Kurdî ji rojeva xwe derxistiye. Ji bo gihîştina aşîtî û demokrasiyeke domdar, rêya çareseriyê tenê di nasîna rastîn a kêşeyê de ye; kêşeya bingehîn a Tirkiyeyê (terorîzm) nîne, belkî nenasiya hebûn, nasname û mafên neteweyî û demokratîk ên gelê Kurd e.

Li Başûrê Kurdistanê: Rûbirûyî krîzeke kûr bûye; zêdetirî 20 mehan e hilbijartin hatine kirin, lê parlament paralîz (îflîc) bûye û hikûmet nehatiye avakirin. Rewşa siyasî, aborî û civakî di krîzeke mezin de ye; xelkê kêmderket û hejar rastî astengiyeke mezin a jiyanê bûne, cudahiya çînayetî zêdetir diyar bûye û nakokiyên ligel hikûmeta federalî jî berdewam in.

Li Rojhilatê Kurdistanê: Derketina şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê de ligel Îranê, Rojhilatê Kurdistanê gihandiye qonaxeke nû ya xebat û têkoşînê. Herçend hêzên xwe di çarçoveyekê de civandine, lê pêwîst e li astê daxwazên xelkê û rewşê be û wekî mercecekê be ji bo yekdengî û hevahengiya leşkerî di navbera aliyan de, ku dê bandoreke erênî hebe ji bo pêşvebirina dozê.

Li Rojavayê Kurdistanê: Piştî hilweşîna rejîma Sûriyê, welat di qonaxeke veguhêz a aloz re derbas dibe. Gelê me di heyama çendîn salên derketina serhildanê û dana qurbaniyên zêde de, kêşeya wî ber bi paşveçûneke mezin ve hatibû birin; tevî ku danûstandin û rêkeftin hatine kirin, lê cudahiyên li ser çawaniya rêvebirinê û desthilatê berdewam in.

Ji wê derbarê de, em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekrêzî û yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin û hemû kve li beramber planên dijminan di dijatiya xelkê Kurdistanê û armancgirtina ezmûn, hêz û aliyên Kurdistanî de bisekinin.

Herwiha em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Êraqê dikin ku berpirsiyariya xwe ya destûrî û nîştimanî li beramber parastina serweriya axa welat û giyana welatiyan bînin cih û bi rêya dîplomasiyê sînorekî ji van destdirêjiyên neheq re deynin. Di heman demê de em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku bêdengiya xwe bişikînin û helwesteke karîger li beramber van binpêkirinan nîşan bidin ji bo parastina gelê Kurdistanê.

Li dawiyê, em pirs û serxweşiya xwe daxwazî malbatên qurbaniyên bombardûmanên Komara Îslamî ya Îranê dikin û tawana şehîdkirin û birîndarkirina komek ji pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.

Foruma Çep a Kurdistanî

26ê Tîrmeha 2026an

Partiyên Beşdar di Foruma Çep a Kurdistanî de:

•  Partiya Komunîst a Kurdistanê – Bakur

•  Partiya Sosyalîst a Kurdistanê – Bakur

•  Partiya Şûî ya Kurdistanê – Başûr

•  Partiya Zahmetkêşan a Kurdistanê – Başûr

•  Bizava Demokratîk a Gelê Kurdistan – Başûr

•  Komelaya Zahmetkêşan a Kurdistanê – Rojhilat

•  Partiya Komunîst a Kurdistanê – Rojava

•  Partiya Yekîtî a Demokrat a Kurd li Sûriyê

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik