Polîtîkaya Hilbijartinê ya Stratejîk ya PSKê

Di van rojên ku Tirkiye di nav pêvajoyek krîtîk a hilbijartinan da ye (14 Gulan 2023), wek hemû aktorên siyasî siyaseta PSKê a hilbijartinê jî tê nîqaşkirin, ji alî hinekan va piştgirî lê tê kirin û ji alî hinekan va jî tê rexnekirin.

Divê bê zanîn ku helwesta PSKê ya di derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê da ji siyasetek hilbijartinê wêdetir, xwedîyê kûrahîya rewşenbîrî, kevneşopeke siyasî û dîrokî ye.

Helwesta PSKê hem ji bo hilbijartinên serokkomarîyê û hem jî ji bo parlementoyê, ji hesabên rojane zêdetir, ji mecbûrîyeta şert û mercên konkrêt yên ku gelê Kurd pê re rû bi rû ma ye, pêktê.

Bi giştî tê qebûlkirin ku Partîya Sosyalîst a Kurdistanê-pSKê di têkoşîna azadîya Bakurê Kurdistanê da xwedîyê helwestek siyasî ya bêhempa ye. Ev helwesta siyasî ya yekta, di serî da di pêwendîya ku PSK di navbera têkoşîna Gelê Kurd a azadîxwaz û têkoşîna demokrasî ya li Tirkiyê da ava kiriye, xwe nîşan dide. Perspektîfa siyasî ya PSKê ku ji destpêkê va di slogana "Ji Tirkiyê ra demokrasî, ji Kurdistanê ra azadî" da cih girtîbû, ne klîşeyek ku li ser maseyê hatibû afirandin, lê bi ezmûna têkoşîna Gelê Kurd a bi sedsalan neqişî bû. Yanî, di derbarê pirsa Kurd da pêşniyaza “ji bo Kurdistanê Federasyon û ji bo Tirkiyê demokrasî“, ji encama nirxandina şert û mercên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê derketiye holê.

Di hindurê pêşniyaza çareserîya federal da dîyalektîk û hişmendîyek giştî heye. Bi gotinek vekirîtir, di pirsa Kurd da çareserîya federal bi diyaloga hevbeş, bi têkilîya civaka Tirk û di encama dawîn da bi makezagonek nû pêwist e.

Bi gotineke din, di pirsa Kurd da çareserîya federal û û di navbera şîara  “ji Tirkiyê ra demokrasî, ji Kurdistanê ra azadî“ da pevgirêdaneke xurt heye.  Pêşketina demokrasîya li Tirkiyê (her çiqas bi serê xwe çareserî nebe jî) wê ji bo çareserîya Pirsa Kurd hewayek guncav çêke û ji bo çareserîya federal makezagonek nû hêsan bike. Tirkiyeya ku pirsgirêka Kurd çareser bike, wê ji bendavên xwe xilas bibe û rêya demokrasîyê hêsantir bike.

Ezmûna sedsala borî ev pêşbînîya siyasî ya PSKê gelek caran piştrast kiriye. Her ku li Tirkiyê hewaya siyasî nerm bûye û demokratîk bûye, têkoşîna azadîya gelê Kurd hêzek mezin bi dest xistiye; gava hewaya siyasî teng û otorîter bûye, bindestî û çewsandina herî mezin para Milletê Kurd ketiye.

Konjonktura siyasî ya serdema dawî û erkên Tevgera Kurd

Di 7-8 salên dawîn da hem li parçeyên din hem jî li Tirkiyê Milletê Kurd raserî êrîşek mezin hat. Em dizanin ku piştî têkçûna pêvajoya çareserî ya sala 2015an, Tirkiyê siyaseta xwe ya navxweyî û derve li ser dijberîya-Kurdan ava kir. Di heyama dawîn da piranîya destkeftîyên demokratîk hatin desteserkirin, dozên girtinê li partîyên Kurdistanî hatin vekirin, qadên xebata wan a demokratîk û legal hatin tengkirin, bi sedan şaredarên ku hatibûn hilbijartin hatin girtin, li şûna wan qeyyûm hatin tayînkirin, bi sed hezaran kes bi biryarên KHK ji kar hatin avêtin û birçî man. Bi gotinek din, Tirkiye û Kurdistan bû girtîxaneyek vekirî.

PSK di platformên cuda de rewşa heyî nirxand û gihaye encamên pêwist. Di Banga Lezgîn a Çareseriya Azadî, Demokrasî û Aştiyê da ku, di 09.04.2021an da hate weşandin û di danezana dawî û biryarên Kongreya 3emin da  (30.10.2022) ji bo sînga xwe ji êrîşên topyekûn yên li dijî Gelê Kurd bike sîper, ji bo xitimandina rewşa siyasî bê derbaskirin, ji bo rewşek qanûnî û demokratîk bê avakirin pêşnîyazên zelal û eşkere  hatin diyarkirin. Di vê çarçoveyê da PSKê hem ji bo alîyê tevgera Kurd û hem jî ji bo alîyê hêzên demokratîk yên Tirkiyê pêşniyara xwe ya ji bo tifaqa dualî nû kir. Li gor vê yekê hêzên netewa demokratîk a Kurd divê herî zêde li dora daxwazên netewî yên bingehîn bibin yek, mudaxeleyî pêvajoya siyasî bikin û hewl bidin ku arastekirina pêvajoyê di berjewendîya Gelê Kurd da bizîvirin. Bi heman awayî, divê aktorên siyasî yên Kurd bi hêzên guhertin û demokrasî yên Tirkiyê ra diyalogek tund bikin û ji bo asayîkirin û demokratîkkirina pêvajoya siyasî yaTirkiyê hewl bidin. PSK di heyama borî de li gor van biryar û perspektîfên siyasî gelek însiyatîf danî û bi israr bangên xwe yên ji bo Tifaqa Neteweya Demokratîk û Tifaqa Demokrasîyê berdewam kirin.

Polîtîkaya me ya hilbijartina 14ê Gulanê li gor hewcedarîyên heyî yên civakê hatiye diyarkirin.

Polîtîka me ya hilbijartinên 14ê Gulanê, bi taybet jî tevlêbûna me ya nava Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurd ku HDPê jî di nav da ye, li gor berjewendîyên stratejîk yên Gelê Kurd hatiye diyarkirin. Her çend hin dijberên me yên siyasî û kêmhiş û çavkor di têgihiştinê da zehmetîyan dikşînin jî, siyaseta me ya hilbijartina 14ê Gulanê ji tifaqek hilbijartinê wêdetir xwedîyê wateyek siyasî û dîrokî ye. Ji bo kêmkirina metirsiyên li pêşîya gelê Kurd û ji bo em karibin hewa siyasî ji bo berjewendîyên gelê xwe biguherin, diyalog û tifaqa navbera Kurdan pêdivîyek dîrokî ye. Luksa tu partîyek Kurd nîn e ku ji vê berpirsîyarîyê bireve. Li alîyê din, meriv nikare li bendê be ku wê însiyatîfên bi vî rengî ji pirsgirêkan bêpar bin, ev dibe safîtî. Ya girîng ew e ku em karibin li hember zehmetîyan rawestin û di vî warî de cesareta avêtina gava yekem nîşan bidin. Di vî warî da Tifaqa Azadî û Demokrasîya Kurd pêngava yekem e û wek her pêngavê ji kêmasîyan ne dûr e. Me dixwest ku aktorên cuda yên siyaseta Kurd di vê pêvajoyê de cîh bigirin û ji bo vê jî me hewl da. Ji alîyê din, divê em zanibin ku ji bo Kurdan pêvajoya esasî piştî hilbijartinan dest pê bike. Ji ber vê, derfeta temamkirina kêmasîyên heyî û baştirkirina kar ji dest nehatiye berdan.

PSK, ne bi hesabên teng û pêşqinyatîyê, lê bi perspektîfa armanca mezin a azadîya Milletê Kurd li têkoşîna siyasî û li pêşerojê dinêre. Em hewl didin bi pêşbînîyek siyasî rêya xwe diyar bikin da ku her kes û bi taybet gelê me bi ser bikeve. Em li ser esasê “di siyasetê de dostanî û dijminatîya mutleq tune” tevdigerin û ya sereke berjewendîyên gelê me ye.

Tifaqa siyasî ne wekhevbûn e, di xalên hevbeş de hevkarî ye.

Ji bo partîyek ku bi diyalog û aştîyane çareserîya pirsa Kurd ji xwe ra esas digire (PSK), ji bo çareserkirina pirsgirêkan pir xwezayî ye ku bi aktorên siyasî yên têkildar ra diyalogê deynin û tifaqê bikin. Di mantiqê tifaqê da newekhevbûn, hevparî heye. Aktorên ku xwedîyê bername û taybetmendîyên cuda ne û di xalên esasî da dixwazin li hev bikin û xwe bigihînin çareserîyê, hem pêwistîya siyasetê û hem jî ya pêvajoya demokrasîyê ye.

Heman tişt ji bo Tifaqa Azadî û Demokrasîyê a Kurd  jî derbas dibe. PSK partîyek xwedî tecrûbeya 50 salî ye. Di demên çûyî de hem bi aktorên siyasî yên Kurd re beşdarî gelek pêvajoyên tifaqên netewî bû û hem jî bi hêzên Sosyalîstên Tirkiyê re bûye xwedîyê gelek tecrûbeyên hevkarîyê. PSK ji van însiyatîf û tifaqan qet zirar nedîtiye, berevajî vê yekê ji bo avakirina tifaqên herdemî ev wek serpêhatî û destkeftîyên girîng bi nav kiriye û di hişmendîya xwe ya siyasî da tomar kiriye.

Têgiha herî baş ya ku têkoşîna siyasî ya 50 salî ya PSK bi nav dike, têgiha îstiqrarê ye. Têgiha îstîqrarê hêmanên hevgirtin, pêşbînî, pîvan û pêbawerîyê di nava xwe da dihewîne. Mîna her aktorekî siyasî, di têkoşîna azadîya ku nîv sedsal e didome, dibe ku kêmasîyên PSKê jî hebin û mirov dikare bibêje hin armancên ku danîye pêşîya xwe jî pêk neanîye. Lê di nava tu hevoka ku navê PSKê tê da derbas dibe, cîh ji bêserûberî û bêhelwestîyê ra tune ye. Di salên têkoşîna xwe yên dûr û dirêj da PSKê tu dostekî xwe xeyalşikestî nekiriye,  di nava muxatabên xwe da her tim pîvan û bawerî telqîn kiriye.

Ji ber ku ew her tim li ser esasê prensîpan nêzîkî her pirsgirêkê bûye.

Sedema ku di maratonek dijwar a sedsalî da karibûye bi rûyekî spî ala azadîyê heta bi roja me hilgirtiye ev e.

PSK, ne tenê ya PSKî yan e, destkeftîyek hevpar a Milletê Kurd e.

24.04.2023

Bayram Bozyel

Serokê Giştî yê PSKê

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik