PSK, 8´ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, li Jêr Diruşma JIN, JIYAN, AZADÎ de Pîroz Dike

Jinan cara yekem di sala 1857'an de ji bo zêdekirina mûçeyan û kêmkirina wextê kar, li Kargeha Tekstîlê ya New York ê li Amerîkayê xwepêşandanek li dar xistin.

Jinan, cara duwem jî  di 8 'ê Adara 1914 'an de li bajarên Ewropayê meşiyan û xwestin şer li Cîhanê bi dawî bibe û aştî pêk bê.

Di sala 1917 'an de, jinên Rûs xwepêşandanek di bin dirûşemeya "Ji bo nan û aştiyê" li dar dixin.  Her çend desthilatdarên wê demê, hewil dan ku rê li ber xwepêşandaran bigrên jî, lê Yekîtiya Jinan, desthilatdaran neçar kirin ku saetên kar kêmtir bikin û mafê dengdanê bidin jinan ku jin di civatê da xwedî hin mafên din bin. Ji wê rojê vir de, 8´ê Adarê wek Roja Jinan ya Cîhanê tê pîroz kirin.

Îro, Sembola dijî zulm û zordestiyê, sembola demokratî û wekhevîyê, sembola xebat û serhildanê roja 8´ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li hemû cîhanê, çi bi zorê, çi jî bi serbestî tê pîrozkirin. 

Li Kurdistanê 8´ê Adarê, wek roja serhildan li dijî tund û tûjîyê, ji bo bi destxistina maf û azadiyên jinan û ji bo wekhevîyê tê pîrozkirin. 

Jinên Kurd, her tim di xebata azadiya netewî de rolekî girîng dîtine û di têkoşînê de aktorên girîng bûne.

Di şoreşa başûrê Kurdistanê de Jinên kurd di şerê çekdarî de jî mil bi milên mêran şer kirine. Di bidestxistana mafê federalî û avakirina hukumet û parlametoya Herema Kurdistanê rolek baş dîtine. Bi taybetî piştî raperîna mezin a sala 1991´ê, jinan bi têkoşîna xwe ve karîbûn guhartinên esasî li Parlmentoya Kurdistanê û encûmenên parêzgehan de bikin. Îro hejmarek mezin ji jinan gîhan musteweya biryardanên siyasî û îdarî, wekî wezîr û şêwirmend û dadwerin. Di dezgehên din yên hukûmî de jî ji bo sererastkirin û guhertina qanûnan, bi taybetî wek derkirina yasaya li dijî tund û tûjiyê û yasaya li dijî firejînî, berhemên tekoşîna wan e.

Li Rojhilatê Kurdistanê de, di xebata dijî zordariya rejîma Îranê de, jin her tim li pêş bûne. Bi taybetî, di şareşa Jîna Emînî ya 22 salî de ku ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve tê girtin û li jêr îşkenceyê de canê li dest dide. 

Jinên Kurd li jêr şîara JIN, JIYAN, AZADÎ de bi xwepêşandanê protestoyê efsaneyan hulqandin. Vê tekoşînê piştgiriyek xurt ji Jinên Cîhanê wergirt. Jîna bû wek sembolek tekoşîna Jinên Cîhanê û îro şîara JIN, JIYAN, AZADÎ ji aliyê hemû jinên cîhanê de bû şîarek sereke ya jinan.

Belê jinên kurd, li malê jî mamosteyên perwerde û mezinkirina zarokan nin. Di qada xebatê de jî mil bi milên mêran têkoşerên bê westan in. 

Îro jinên Kurd, çi li welat çi jî li derveyê welat, di nav gelek qadên xebatan de xwedî biryardarin. Parlamenter in, rêvebirin partî û rêxistinê sivîl in, hunermend û nivîskar in.

Rewşa jinên Kurd, îro ji doh baştir be jî, lê nayê wê wateyê ku hukmê mêran, şîdeta li hemberî jinan û êrîşa derûnî bi dawî bûye. Azadiya jinên kurd, bi azadiya civata Kurd ve, bi pêşketin û demokratîkbûna civatê ve girêdayî ye. Tekoşîna jinan bi her awayî ji bo destxistina azadiyan her berdewam e.

Jinên Kurd, ji bo zimanê Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî, têkoşînekê bêhempa dimeşînin.

Herwisa Jinên Kurd, jibo mezinkirin û perwerdekirina nifşên nû ku xwedî hişmendiya neteweyî bin, bi çand û zimanê xwe mezin bibin û evîndarê netewe û welatê xwe bin, di serî da li malbatê û di hemî qadên jîyanê de rolekê sereke dibîne.

 Jin, jiyan Azadî

 Bijî 8´Adarê Roja Jinan a Navneteweyî

08.03.2024

 Partiya Sosyalîst a Kurdistan

            (PSK)

     Komîsyona Jinan

 

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik