Bang li PDK û YNK

Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi daxuyaniyekê ya hevbeş, li dijî biryara Serokwezîrê Iraqê, Elî Zeydî, derketin. Biryar ew e ku desthilatdariya Herêma Kurdistanê ya derxistina nefta xav û hilberên petrolê ji bo hinardekirinê were sînordarkirin û kontrola hemû dergehên sînor ên Herêma Kurdistanê were radestkirin ji Heyeta Dergehên Sînor a Iraqê.

Di daxuyaniya hevbeş a PDK û YNK de hatiye gotin: «Ji bilî ya ku di Destûra Bingehîn de hatiye diyarkirin, her tedbîr û biryareke din a li dijî Herêma Kurdistanê, li dijî Destûra Bingehîn e. Herêma Kurdistanê encama xwîna gelê Kurd û têkoşîneke dirêjdem e. Binpêkirina maf û destkeftiyan xetek sor e.»

Ev helwest dilê welatparêzên Kurd ên ku bi awayekî rewa ji ber nakokiyên di navbera her du partiyan de bi fikar bûn, rehet kiriye.

Em wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), ji ber vê helwesta YNK û PDK wan pîroz dikin û piştgirîya xwe ji wan re diyar dikin.

Em bang li YNK û PDK dikin ku ji bo têkbirina plan û lîstikên li dijî Herêma Kurdistanê, parastin û pêşxistina destkeftiyên neteweyî, ji nû ve xebitandina Parlamentoya Kurdistanê û avakirina hikûmeta nû jî, bi heman hesta berpirsiyariyê tevbigere.

24ê Mijdara 2026an

PSK – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

Ofisa Ragihandinê

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik