Li ser şehîd kirina Sekreterê Giştî a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê-HDK-Î Dr. Abdurahman Qasimlo ji aliyê rejima Cumhuriyeta Îslamiya Îranê li Viyana û li ser masayê gotubêjê 35 sal derbas bûn.
Lê belê di heyama 35 salên hanê da, herweki xebata qehremanane a endam û kadr û Pêşmergeyên HDK-Î jî nişan daye, ku rejiima Cumhuriyeta Îslamiya Îranê negihişte armanca xwe ya kîret, ku dixwast bi şehîd kirina Qasimlo ve, pêşiya tevgera netewii û demokratik a Kurdistana Rojhilatê bigre.
Hevsenger û şagirdên Qasimlo, bi xebata xwe ya bo bilindtir kirina Alayê destê Pêşava ve, ne tenê nehiştin Komara Îslamiya Îranê bigihije armanca xwe, her usa bo dost û dijmin nişan dan ku, bi şehîd kirina serokên Kurdan ve pêşiya xebata azadî û serbestiya gelê Kurd nayê girtinê.
Çalakiyên, ku paş şehid kirina Jîna Emînî destpêkiriye, nişan didin ku Qasimlo û bir û bawer û boçûnên Qasimlo di xebata rizgariya Kurdistana Rojhilatê da dijin.
Bûyer û pêşhateyên, ku paş şehîd kirina Qasimlo qewimin, bi taybetî halwest û kiryarên hikumeta Avusturya, ku kujerên Qasimloyê bire balafirgeh û şande Tehranê û dosyayê Qasimloyê daxist û guhê xwe neda daxwaza gelek ronakbîr, siyasetmedar û rêxistinên mirovî, ku dixwestin bona ci be ci bûna dadperweriyê dosyayê kuştina Qasimloyê ji nu ve bê vekirinê, nişan didin ku dewletên Rojava bona berjewendiyên xwe, guhê xwe nadine nirx û prensibên maf û dadî û azadiyê.
Baştirin şiweyê bîranina şehîd Qasimlo, berdewam kirina xebata wî ye, bilintir kirina alayê destê wî ye.
Di salvegera siiûpencan a şehîd kirina Qasimlo da, careki dinê Rejîma Cumhuriyeta Îslamiya Îranê mehkum dikin, li pêşiya wî û hevalên wi qirnoş dibin û peyman nu dikin, ku heya axirin nefes bona Kurdistana azad û demokrat xebat bikin, ku Qasimlo bona armancên hanê canê xwe fida kiriye.
Bi vê boneyê ve, daxwaz ji hêzên siyasii û komelên demokratikên Kurd yên welat û derveyê welat dikin, bi hevra fişar li hikumeta Avusturya bikin, daku dosyayê Qasimlo ji nu ve vebe.
Şehîd Qasimlo Nemir E.
13 Tîrmeh 2024
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Polîsan li Qoserê êrîşî çalakîya ji bo zimanê kurdî kirin
15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be!
Me Komkujiya Dêrsimê Ji Bîr Nekiriye
Dersim Tertelesi’ni Unutmadık, Unutmayacağız!
Pîrozbahiyê li Amedsporê dikin
Amedspor'u Kutluyoruz
Bijî 1ê Gulanê:Cejna Ked, Kar, Azadî û Hevgirtinê
Yaşasın 1 Mayıs: Emek, Özgürlük ve dayanışma Bayramı
Em Qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin
Ermeni Soykırımı Kurbanlarını Saygıyla Anıyoruz