ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD BI RÊYEKÎ SÎYASÎ Û WEKHEV VE MUMKUN E

Em wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) dibêjin; bêdengkirina çekan di berjewendiya her kesî de ye.

Lê belê, pêvajoya bêçekkirinê divê bi naskirina mafên neteweyî yên gelê Kurd temam bibe.

Di meha Cotmeha sala 2024an de, ji ber bandora geşedanên herêmî û tengaviya navxweyî de, pêvajoya ku ji aliyê Devlet Bahçelî ve hatibû destpêkirin bi gavên giran û hêdî berdewam dike.

Di 27ê Sibata 2025an de li ser banga Öcalan, di kongreya PKKê ya di navbera 5-7ê Gulanê de, biryara devjêberdana çekan û xwe fesihkirinê hat standin û bi vî awayî astengeke girîng hate derbaskirin.

Piştî ku îradeya eşkere ya PKKê di vê mijarê de derket holê, di pêvajoya ku ji aliyê rayedarên dewletê ve wekî “Tirkiyeya bê teror” tê binavkirin, niha dor hatiye desthilatê/dewletê ku gavên pêwîst bavêje.

Di vê çarçoveyê de, ji bo ku pêdiviyên qanûnî û hiqûqî yên pêvajoya devjêberdana çekan a PKKê bê cîbicîkirin, di 5ê Tebaxê de li parlamentoyê “Komîsyona Yekîtiya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” hate avakirin.

Ji aliyê din ve, hem rayedarên desthilatê hem jî Serokê Komîsyonê Numan Kurtulmuş di daxuyaniyên xwe de diyar dikin ku mîsyona Komîsyona Yekîtiya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi çavdêrîkirina devjêberdana çekan a PKKê û pêşkêşkirina pêşniyarên ji bo qadên qanûnî û hiqûqî yên ku pêvajo pêwîst dike, sînordar e. Demsala xebata komîsyonê jî bi periyoda bêçekkirina PKKê ve girêdayî ye.

Faktorên ku dewleta Tirkiyeyê neçar kirine ku bi PKKê re ji bo devjêberdana çekan danûstandinan bike çi bin bila bin, devjêberdana çekan a PKKê erênî ye. Di şerê çekdarî yê 41 salan ê PKKê de, ya ku herî zêde zirar dît gelê Kurd bû. Dewletê, bi rêya PKKê, doza azadiyê ya rewa ya gelê Kurd sûcdar kir, hêzên demokrasiyê tepisand û bingeha rejîmeke otokratîk û navendîparêz a hişk danî.

Ji aliyê din ve, pêvajoya devjêberdana çekan a PKKê bi temamî bi wê yekê ve girêdayî ye ku dewlet gavên qanû, hiqûqî û îdarî yên ku ev pêvajo pêwîst dike bavêje. Avêtina gavên bi vî rengî di nav xebata TBMMê de ye. Ji ber vê yekê, avakirina komîsyonekê li Meclîsê di derbarê pêvajoya devjêberdana çekan a PKKê de girîng e. Hebûna hema hema hemû partiyên di parlamentoyê de di Komîsyonê de, faktoreke ku xwezaya pirrengî ya biryarên ku komîsyon dê bigire xurt dike.

Lê belê, dema ku nîqaşên di komîsyonê de nû dest pê kiribûn, di rûniştina 20/08/2025an de, Nezahat Teke, yek ji dayikên aştiyê yên ji Amedê ku beşdarî civînê bibû, xwest hest û ramanên xwe bi zimanê xwe yê dayikê, bi Kurdî, îfade bike, lê hate astengkirin û nehiştin ku bi Kurdî biaxive. Ev yek di derbarê nêzîkatiya Komîsyonê ya li hemberî meseleya Kurd de wekî kaxezeke tornûsolê ye.

Ji Bo Gihîştina Çareseriyê, Divê Navê Meseleya Kurd Rast Bê Danîn

Ji aliyê din ve, ev pêvajo ji aliyê rayedarên dewletê ve bi israr wekî “Tirkiyeya bê teror” tê binavkirin. Hemû pirsgirêkên ku Tirkiyeyê di nîv sedsala dawî de qewimîne, tenê bi PKKê û “terora” ku tê texmînkirin ew hilberandiye ve têne girêdan. Tê pêşbînkirin ku gava PKK çekan berde û “teror” bi dawî bibe, pirsgirêkên Tirkiyeyê dê çareser bibin.

Ev nêzîkatî nêrîneke ku pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê paşguh dike û meseleya Kurd înkar dike ye. Bi vê nêzîkatiyê, rêvebirên Tirkiyeyê hebûna meseleya Kurd înkar dikin û di xeletiyê de israr dikin. Hevberkirina meseleya Kurd bi PKKê û terorê re, ji bilî tehrîfkirina rastiyan û paşxistina çareseriyê, encameke din nade. Bi vê helwetê meseleya Kurd a sed salî çareser nabe, berevajî vê, ev mesele dê berdewam bike ku bibe sedema xwînrijandinê, bêîstîqrarî û potansiyela şîdetê.

Meseleya Kurd meseleke sed salî ye ku bêyî PKKê hebû û bi israr bê çareserî hate hiştin. Wekî ku tê zanîn, di çarçoveya vê pirsgirêka ku ji sed salî zêdetir e, carcaran behsa 29 serhildanan” tê kirin, carcaran jî tê gotin ev serhildana dawî ye”. Çi ji aliyî ve em lê mêze bikin, meseleya Kurd bi PKKê û şerê wê yê çekdarî nehat holê, berevajî vê, PKK û şîdeta ku wê bikar anî encameke vê meselê ye. Ji ber vê yekê, gava PKK xwe fesih bike û çekan berde, ev pirsgirêk çareser nabe.

Ji ber vê sedemê, divê hebûna gelê Kurd û mafên wî yên bingehîn ên ji netewebûnê tên bên qebûlkirin. Meseleya Kurd divê bi awayekî aştiyane, demokratîk û wekhevîparêz bê çareserkirin.

Hewldanên Çareseriya Meseleya Kurd Û Têkoşîna Demokrasiyê Bi Hev Ve Girêdayî Ne

Xaleke ku divê em tekezî li ser bikin ev e: Bêçareseriya meseleya Kurd û nebûna demokrasiyê li Tirkiyeyê bi awayekî girîng bi hev ve girêdayî ne. Înkar û tepisandina meseleya Kurd bi şîdetê, bingeha demokrasiyê li Tirkiyeyê xera kiriye, nebûna demokrasiyê jî çareserkirina meseleya Kurd hîn dijwartir kiriye. Her guhertineke kûr a li aliyê demokrasiyê li Tirkiyeyê, têkoşîna maf û azadiyên gelê Kurd hêsantir dike. Hewldanên ji bo çareserkirina meseleya Kurd jî dê di normalîzebûna pêvajoyê de li Tirkiyeyê lezeke mezin peyda bike bike.

Pêdivî Bi Çareseriyeke Mayînde, Tevahî Û Domdar Heye

Bi dubarekirinê jî be, girîng e ku em vê rastiyê tekez bikin: Devjêberdana çekan a PKKê girîng e, lê ya esasî çareserkirina meseleya Kurd li ser bingeha wekheviyê ye.

Em wekî PSK ji bo çareseriya meseleya Kurd plansaziyeke du qonaxî pêşniyar dikin.

Ya Yekem, Avakirina Zemîneke Demokratîk A Bêçek Û Bêşîdet E

Komîsyona ku li Meclîsê hatiye avakirin û bi giştî TBMM;

• Jibo;

• Kesên çek berdane beşdarê jiyana civakî û siyasî bibin, kesên ji ber sedemên siyasî di girtîgehan de ne serbest bibin, kesên neçar mane derkevin derveyî welat paş ve vegerên, şaredarên ji kar hatine avêtin vegerin li ser karên xwe, divê zû bi zû gavên pêwîst bavêje,

• Astengiyên li pêşiya azadiya raman û îfadeyê divê bên rakirin,

• Dozên girtinê yên li ser Partiyên Kurdistanê hatine vekirin divê bên betalkirin,

• Hemû astengiyên li pêşiya azadiya îfade û rêxistinbûnê divê bên rakirin.

Hawîrdoreke azad, demokratîk û bi serweriya hiqûqê, ji bo çêkirina destûreke nû jî pêwîst e.

Divê Destûreke Nû Ku Hebûna Gelê Kurd Nas Dike Bê Çêkirin

Paralel bi rêkûpêkkirinên qanûnî û hiqûqî yên ji bo pêvajoya devjêberdana çekan, divê bal bê kişandin ser çareseriya mayînde û wekhevîparêz a meseleya Kurd. Ev her du pêvajo divê wekî qonaxên pirsgirêkeke tevahî ku hev temam dikin bên plankirin.

Ji bo vê yekê, divê nîqaşeke destûrê ya nû bi beşdariya hemû partiyên siyasî yên di hundir û derveyî parlamentoyê de, rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî, însiyatîfên sivîl, komên etnîkî û olî û rewşenbîran dest pê bike. Pêvajoya çêkirina destûrê divê vekirî, zelal û ji hemû tebeqeyên civakê re vekirî be.

Em wekî PSK, di wexta xwe de dê pakêteke pêşniyarên tevahî ji bo destûra nû pêşkêş bikin.

Lê belê, di vê qonaxê de em ê li ser çend xalên prensîbî tekez bikin:

•  Destûra nû divê li gorî xwezaya pirrengî ya civaka Tirkiyeyê ya pirrnetewî, pirrolî, pirrzimanî û pirrçandî be; divê pirrengî, demokratîk û li gorî standardên demokrasiya gerdûnî be.

•  Destûra nû divê bi Peymana Otonomiya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî alîgirê wan e re lihevhatî be.

•  Di destûra nû de divê hebûna gelê Kurd bê naskirin, Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî bê qebûlkirin, divê derfet bê dayîn ku Kurd li welatê xwe  Kurdistanê bi azadî xwe bi rê ve bibin.

•  Herwiha destûra nû divê rêkûpêkkirinên ku encamên wêranker ên cuda cuda yên însanî, aborî, hiqûqî, civakî û çandî yên ku di sed salên dawî de li ser gelê Kurd hatine kirin ji holê rabike.

•  Em wekî PSK diyar dikin ku destûra nû di heman demê de daxwazên jiyana bi rûmet û mirovane yên hemû beşên civaka Tirkiyeyê bicîh bîne.

•  Destûra nû divê bersivê bide daxwazên Elewiyan, hemû komên etnîkî û olî, divê pirrengî, beşdar, azadîxwaz, bi serweriya hiqûqê ve girêdayî, cudatîyê red bike, aştiyane, bi edaleta civakî û bi rêzgirtina li rûmeta mirovî ve bê çêkirin.

Em bawer dikin ku sîstema îdarî, hiqûqî û siyasî ya ku bi destûreke bi vî rengî re têkildar e, sîstemeke federalî ye.

Divê Tirkiye Bi Kurdên Li Parçeyên Din Re Têkeve Diyalogê

Geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn gelek meseleyên ku wekî karên navxweyî yên dewletan dihatin dîtin bi hev ve girê dane û gihandine asteke ku yek ji ya din nayê veqetandin. Di vê çarçoveyê de, bi taybetî piştî hilweşandina rêveberiya Esed a 60 salî li Sûriyeyê, geşedanên li Sûriyeyê rasterast bandorê li Tirkiyeyê dikin.

Di vê çarçoveyê de, daxwazên azadiyê yên Kurdên li Sûriyeyê gihîştine asteke ku rasterast bandorê li siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê dike.

Ji ber ku, bi hilweşandina rejîma kevn, li Sûriyeyê ji bo Kurdan, Erebên Sunnî, Durzî, Nusayrî û Xirîstiyanan derfetek derketiye holê ku sîstemeke nû ya nûjen, pirrengî û demokratîk ava bikin.

Di vê wateyê de, Tirkiye bi dijberiya statuya Kurdan li Rojava nikare meseleya Kurd di nav xwe de çareser bike.

Gavên mayînde yên Tirkiyeyê di meseleya Kurd de li hundir, di heman demê de bi devjêberdana siyaseta dij-Kurd li Rojava û avakirina têkiliyên li ser bingeha rêzgirtin, qebûlkirin û berjewendiyên hevbeş ve girêdayî ye.

Tirkiyeyê divê piştgiriyê bide hewldanên Kurdan, Erebên Sunnî, Durzi, Nusayrî û Xirîstiyanan ên ji bo avakirina sîstemeke nûjen, pirrengî û demokratîk li Sûriyeyê.

Tirkiye divê têkiliyên xwe bi Herêma Federe ya Kurdistanê re xurtir bike û berdewam bike.

Têkiliyên ku bi Kurdên li welatên din re li ser bingeha rêzgirtin, qebûlkirin û wekheviyê bên avakirin, dê çareserkirina meseleya Kurd li nav Tirkiyeyê hêsantir bikin.

01.09.2025

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

                (PSK)

 

 

 

 

 

 

 

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik