Daxuyaniya Civîna Serkirdayetiyê ya Foruma Çep a Kurdistanê

Di 26ê Gulanê de, serokatiya Foruma Çep a Kurdistanê civîna xwe ya asayî li Hewlêrê lidar xist. Civîn, ku hemu endamên Serokatiya Forumê beşdar bûn, behsa pêşketinên rewşa giştî ya li Kurdistanê û bi ronahiya nirxandina guhartina rewşa Rojhilata Navin û bandora guhartinên hanê li ser tevgera şoreşger a gelê me, erkên heyî yên Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Gelê Kurdistanê li her çar beşên Kurdistanê kir.

Di derbarê Bakur de, Forumê girîngiya pêvajoya siyasî ya nû di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û PKKê de destnîşan kir û bawer dike ku ev pêvajo qonaxeka siyasî ya nû ye û ne li derveyî qanûnên pevçûn û nakokî yên civakî ne. Gavên pratîkî hene ku divê ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve werin avêtin, wek berdana girtiyên siyasî, rakirina qedexeyên li ser rayedarên hilbijartî ji bo rêvebirina bajarên Bakur û berfirehkirina azadiyên gel.

Serkeftina vê pêvajoyê di berjewendiya aşitî û aramî û jiyana hevbeş a hemû gelan de ye. Bona vê jî divê gavên pratîkî wekî guhertina destûrê, naskirina pirrengiya nasnameyên neteweyî li Tirkiyeyê û misogerkirina mafên îdarî û çandî yên gelê Kurd di destûrê de, werin avêtin.

Di heman demê de, bona bi dest xistina mafên netewî û demokratik a gelê Kurd, divê partiyên Kurdî yên li parlementoya Tirkiyê û li derveyî parlementoyê di platformeka yekgirtî de bi zihniyeteke hevbeş bi hev re bixebitin da ku ev pêvajoya siyasî serkeftî bibe. Ev yek jî pêdivî bi formule kirina projeya siyasî a yekgirtî û Kurdistanî heye, ku bi mekanîzmayeke zelal were formule kirin û gelê Bakur, berdewam bi rêya demokratîk û sivîl û aştiyane têbikoşe.

Di derbarê Rojavayê Kurdistanê de, Forum pêgirî li ser xebata hevbeş û hevrêz kirina partiyên Rojavayî dike. Lihev kirin li ser projeyeka siyasî ya yekgirtî û formule kirina daxwazên rewa yên gelê Kurd gava sereke ye ji bo parastina ezmûna Rojavayê Kurdistanê.

Forum bawer dike ku hevrêz kirina hemî netewe û civakên Sûrî, gavê sereke ye ji bo ava kirina dewletek demokratîk a sekuler û misoger kirina hevkariya hemî netewe û civakan di destûr û mekanîzmayên rêveberiyê de û pêşî lêgirtin e veger û sepandina desthilatdariya navendî û tundrewiya olî.

Di derbarê rojhilatê welêt de, Forum bi işaret kirina pêşve çûna xebata demokratik û medenî û jinan û jingeparêzî di vê beşê Kurdistanê da, Korband bawer e ku îro ji her demê bêtir, partiyên siyasî yên Kurdên li Rojhilat hewcedarê ne ku hevrêz bin û bi hev re bixebitin. Forum pêşniyar dike, ku hemî bûyerên li Rojhilata Navîn nemaze têkiliyên civaka navneteweyî bi hikûmeta Îranê re bişopînin û çavdêriyê bikin.

Ev rewşa siyasî ya nû, rê li ber hemû îhtimalan vedike, hewce dike ku partiyên Kurd ji nakokiyên duyemîn û her pirsgirêkek ku di navbera tevgera rizgariya gelê me ya li Rojhilat de aloziyê diafirîne, dûr bikevin.

Di derbarê rewş li Başûrê de, Forum daxwaz kir ku kabîneya nû a Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de were ava kirin û di vê proseyê da ji hemû kemasiyên berê sud were girtinê û her dem berê wê ber bi dewleteka yasayî û hizmet kirina gelê zahmetkêş da be. Her usa her wekî berê li hemberê kar û xebata hikumeta Baxda, ku dixwaze beşa fedaraliyê di Desturê da pêpes bike, ber xwe bide.

Foruma Çep a Kurdistanê, di analîza xwe ya li ser rewşa li Kurdistan û Rojhilata Navîn de, bawer dike ku aşitî, ewlehî, pêşkeftin û arami li herêmê, bêyî çareseriyek demokratîk a dadperwer ji bo doza rewa ya gelê Kurd, cigir nabe.

Di vî warî de, Foruma Çep a Kurdistanê bang li hemû dewletan, raya giştî ya cîhanê û hemû partî û komên aşitîxwaz dike, ku ji bo aşitî, pêşkeftin û pêşerojek geş ji bo mirovahiyê piştgiriyê bidin têkoşîna rewa ya gelê Kurd.

Di dawiya civînê de, Foruma Çep a Kurdistanê çend biryar di derbarê aktîv kirina xebata xwe û lidar xistina civînên taybet ji bo lêkolîn û xwendina pêşketinan û bandora wan li ser rewşa tevgera rizgariya neteweyî ya gelê Kurdistanê, girt.

Foruma Çep a Kurdistanê

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (Bakur), Partiya Komunîst a Kurdistanê (Bakur), Partiya Komunîst a Kurdistanê (Rojava), Komeleyê Zahmetkeşên Kurdistanê (Rojhilat), Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê, Partiya Zahmetkeşên Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê (Başur)

Gulan 2025

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik