
Di 26ê Sibata 2025an de serkirdetiya Foruma Çep a Kurdistanê li Hewlêrê civîna xwe li dar xist.
Di civînê de behsa xebatên konferansê weke
pirojeya tekoşîna hevbeş hate kirin û amaje bi giringiya xwendina pêşhatên
cîhanê û deverê û bandora wan li ser rewşa Kurdistanê bi giştî hate kirin. Her
usa amaje bi vê yekê hate kirin, ku heta ku pirsa Kurd bi şikle demokratik û
dadweri neyê çareser kirinê û hemu beşên Kurdistanê da rêz li îradeya gelê Kurd
neyê girtin, li Rojhilata Navîn aşitî aramî û pêşveçûn û pêkve jiyan cigir
nabe.
Di civînê de behsa rola çepên Kurdistanê di
xebaata azadiya gelê Kurdistan û girîngiya girêdana têkoşîna neteweyî ya
Kurdistanê bi têkoşîna azadiyên demokratîk, mafên mirovan, mafên jinan,
parastina jîngeh û dadmendiya civakî ve hate kirin. Bi vî awayî giringiya
gotara çep dîyar dibe di têkoşîna rojane ya girseyan de û çepên Kurdistanî wek
hêzeke siyasî di têkoşîna netewî de bi bandortir dibe.
Di civînê de tekezî li ser hemahengî û xebata
hevbeş a hemû aliyên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê hat kirin, bi şiklê
ku taybetmendiya têkoşîna her beşên Kurdistanê li ber çav be û serxwebûna
biryara siyasî hebe û destwerdan li navendên biryardana siyasî yên her
parçeyekî Kurdistanê neyê kirinê.
Beşdarên Konferansa Çepên Kurdistanê derbarê
civîna sêyemîn a ku di 25ê Sibatê de li Hewlêrê bi sernavê “Guhertinên
Navdewletî û Herêmî û Bandora wê Li ser Kurdistanê” li Hewlêrê hat lidarxistin,
nirxandinek erênî kirin. Diyar kirin, ku panelan nişana nermî û vekirî bûna
hezên çep e. Nasnameya sereke ya civînê çepgir û berhemdar di warê ramanî û
siyasî de li derveyî partiyên Foruma Çep a Kurdistanê û vebûna ji bo dîtinên
hêzên din ên li derveyî çepê bû. Ji bilî vê xala girîng, beşdarên civînê bal
kişandin ser girîngiya girêdana çalakiyên bi vî rengî û xebata hevpar a
çepgiran.
Di dawiya civînê de serkirdayetiya Konferansa
Çep a Kurdistanê derbarê aktîvkirina mekanîzmayên lidarxistina konferansê de
çend biryarên girîng girtin.
Foruma
Çep a Kurdistanê
(Bakur: Partiya Komunîst a Kurdistanê û
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê.
Rojhilat: Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê.
Rojava: Partiya Komunîst a Kurdistanê. Başûr:
Partiya Zahmekeşên Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê û Tevgera Civaka
Demokratîk)
ZIMAN STÛNA HEBÛNÊYE, LI HEBÛNA XWE XWEDÎ DERKEVE!
DİLİMİZ ULUSAL VARLIĞIMIZIN TEMEL STUNUDUR, ONA SAHİP ÇIKALIM!
1925 Şêx Said Hareketi’nin 101. yıldönümü vesilesiyle kamuoyuna açıklama
Daxuyanî ji bo Raya Giştî Ji bona 101emîn Salvegera Tevgera Şêx Seîd a 1925an
KEDA BOZASRLAN A JIBO DOZA KURD JI BÎR NABE
Daxuyaniya Foruma Çep a Kurdistanê
Li Hember Enfal a li dijî Hebûna Gelê Kurd Bêdeng Nemînin
Kürd Varlığına Yönelik Yeni Enfallere Sessiz Kalmayalım
BASINA VE KAMUOYUNA
JI BO ÇAPEMENIYÊ Û RAYA GIŞTÎ