Şewata ku ji doh êvarê ve di navbera navçeyên Çinar û Şemrexê (Mazidagê) destpê kiriye her ku diçe fireh dibe. Jiber kêmasîya xebatên vemirandinê, şewat jibo cîhwaran xeterekê mezin peyda dike.
Li gor agahîyan heta anha di şewatê da 3 welatî mirine û gelek jî birîndar hene.
Divê jibo vemirandinda şewatê, bi rêyên reşayî û hewayî tevdîrên acîl bên girtin. Jibo ku zêde kes nemirin, xesarên mezin çênebin û xweza zêde neşewite divê dezgeyên pêwendîdar bi hevra pêşî li şewatê bigirin.
21.06.2024
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)