Divê Rênedin, ku Aramî Û Asayişa Herêma Kurdistanê Têkbiçe

Dadigeha Musulê biryara dest biser kirina Fermandayê Hêzên Şegalê Qasim Şeşo da, bona ku Şeşo di axaftinekê xwe da qaşo sivikatiyê li ola Îslamê kiriye. Hinek hêzên tarî biryara hanê kirine hencetek û dest bi livin û tevgerê kirin, daku aramî û aşayişa Herêma Kurdistanê têkbidin.

Herçende Qasim Şeşo ragihandibû, ku gotina ve hatiye berovajî kirinê û daxwaza lêborinê kiribû, lê disa jî hinek navendên tarî di medyayê civaki da dest bi propagandayê dijî Êzidiyan kirin û nuçeyên vir û derew belav kirin û gotin, ku piştî nimêja Înê Muslumanan bona, ku hesap ji Qasim Şeşo bipirsin, wê êrîşa kampên êzidiyan bikin.

Ev wir û derew, di nava hinek malbatên Êzidî da bûye sedema tirs û xof û dilequtkê û hinek malbat kampên xwe bi cî hişt û çû kampê Sarya û hinek jî vegeriyane Şengalê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi dilsoziyê va hate meydanê û bi resmî ragihand, ku “Aliyên peywendîdar berpirs in ji lêkolîn û berpirsiyariya yasayî û em her kesî dilniya dikin ku Herêma Kurdistanê dê heta hetayê bibe nimûneya pêkvejiyana aştiyane û biratiyê. Ti hincet ji bo alozî û tehdîdkirina hemwelatî, pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê nayê qebûlkirin.”

Paş ragihandina hanê a Serokatiya Herêma Kurdistanê piraniya malbatan, ku kampên xwe bi ci hişti bûn, vegeriyan. Desteyê Ruhani a Êzidî û Yekitiya Ulemayên Kurdistanê hatin ba hev û bona pêşi lêgirtina tevliheviyê, çext li ser pêkva jiyanê û rezgirtina hevudu di nava olan da kirin. Her usa Yekitiya Ulemayên Kurdistanê ragihand, ku em ru bi ruye her bê hurmetiyê, ku beramber ola Îslamê tê kirinê, dibin; êrişên DAIŞê bo ser Êzidiyên ligel ola İslamê negunce. Ev gavên, ku hatine avêtin hemu bûye sedemê hendê ku aramî vegere nava Êzidiyan.

Lê belê êrîş û gef xwarina hinek gurubên İslamiyên tundrew bo ser Êzidiyen berdewam e û dibine metirsiyek li ser asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê.

Gef xwarin û êriş bo ser Êzidiyan, beşekê bername ye, ku bona tekbirina deskevtên netewî li Kurdistana Başûr û Rojavayê hatiye amade kirinê. Êrîş û dagirkirina xakên Kurdistana Başur û Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve, êrîş kirina hinek gurubên milis yên ser bi rejima BAASê bo hinek navçeyan, ku di bin qotrola Rêveberiya Xweser da ne, gotegotê muşekê, ku Îsmail Haniye kuştiye, ji Kurdistana Başur hatiye avêtin, ev hemu beşek in ji bernameya hanê.

Pêkva jiyana pekhateyên cuda yên oli û netewî di Başur û Rojavayê Kurdistanê da hêz dide herdu rêveberiyê. Armanca gef xwarina Êzidiyan tekbirina çanda pêkve jiyanê hanê ye, bi xulqandina tevlihevî û têkbirina aşayişa herême ve, dıxwazın Hikumeta Herêma Kurdistanê lawaz bikin.

Bona parastina aramî û asayişa Kurdistana Başurê û puuç kirina bernameyên xêrnexwazên Kurdistanê, divê Hikumeta Herêm û hemû partiyên welatparêz û dezgeyên demokratik destê bidine hevdu.

Buroya Çapemenî a

PSK-Partiya Sosyalist a Kurdistan

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik