Dr. Şerefkendî û hevalên wî nemir in

Li ser şehîd kirina Sekreterê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) Dr. Sadiq Şerefkendî,  Nûnerê HDKÎ li Ewropa Fetah Abdulî, Nunerê HDKÎ li Elmanya Humayun Erdalan û şoreşgerê îranî û dostê HDKÎ Nurî DêhKurdî, li Berlinê, bi destê nokerên Dewleta Cumhuriyeta Îslamî ve, 32 sal derbas bûn.

Şehîd kirina Simkoyê Şîkak jî nişan dide, ku şehîd kirina rêberên siyasiyên Kurd bûye bingeha siyaseta dewleta Îranê. Şehid kirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî ji aliyê Cumhuriyeta Îslamiya Îranê ve berdewamiya siyasete hanê a teroristî ye.

Ne tênê rêbêrên Kurd her usa gelek kesayetiyên demokrat, ronakbîr û dij rejimê jî bûne armanca vê siyaseta teroristî ye.

Lê belê cudatiyeka mezin heye di nava şehîd kirina Dr. Şerefkendî u yen dinê da.

Dadigeha Berlinê bi biryarê xwe va, rejima Cumhuriya Îslamiya Îranê û berpirsên rejimê yên vê demê, wekî Wezirê Îtilatê Elî Felahyan, Rêberê Olî Ayetullah Elî Xameneyî, Serokkomarê Îranê Refsancanî û Wezirê Derveyê Îranê Wilayetî, plandanerên cinayeta hanê nasand û biryar daye, ku kesên hanê heya, ku werine dadigeh kirinê, dosya vekirî bimine.

Biryara Dadigeha Berlinê biryareka biwêrene bû, ne tenê rejima Cumhuriyeta Îranê wekî rejimeka teroristî nasand, her usa vê rejimê di qada navnetewî da xiste tengasiyê.

Dewleta Îranê, ku dixwaze bi kuştina rêberên Kurd ve pêşiya xebata azadiya gelê Kurdistana Rojhilatê bigre, bi şehîd kirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî ve jî negihişte armanca xwe. Çawa bi şehîd kirina rêbêre mezin Qasimlo ve xebata HDKÎ nesekini, bi berovajî geştir û bi heztir bû, paş  teror kirina Dr. Şerefkendi, tekoşina HDKİ ber bi pêşve çû. Tevgera “Jin Jiyan Azadî”, serketina siyaseta boykot kirina hilbijartinan li Kurdistanê nişana vê rastiyê ne.

Em di salvegera 32êmin a şahedeta Dr. Şerefkendî û havelên wî carekî dinê Cumhuriyeta İslamiya Îranê protesto dikin.

Em banga hêzên siyasiyên Kurdistanê dikin, ku bi kelk vergirtina biryarên Dadigeha Berlinê ve, bona dadigeh kirina berpirsên vê demê a dewleta Îranê, destê xwe bidine hevudu.

Em piştrast in, ku hevsengerên Dr. Şerefkendî, heya serketinê sengera xebatê çol nakin, alayê şehîdan bilind radigrin.

Em li ber hizura şehîd Dr. Şerefkendî û hemu şehîdên Kurdistanê qirnoş dibin.

Ruhê wan şad rêbaza wan berdewam be.

 16 Îlon 2024

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik