Em Dikarın Bi Hêza Xwe Ya Yekgirtî Qeyda Dorpêçê Bişkînin

Meclisa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di 2ê Hezîrana 2026an de civiya û mijarênrojevênirixand. MeclisaPartîya me piştêcivînê, biryar da kuencamênjêrîn, ku li ser pêşketinên siyasî yên li RojhilataNavîn, Tirkiye û Kurdistanê ne, ji raya giştî re parvebike.

 

Di demekê de ku pêşketinên dîrokî û lezgîn li Rojhilata Navîn diqewimin, êrîşên sîstematîk û dijminane li dijî gelê Kurd zêde bûne. Welatên ku Kurdistan parçe û parve kirine, hevkariyê dikin da ku pêşî li destkeftiyên nû yên gelê Kurd bigirin û bibin sedem ku ew tiştên ku berê bi dest xistine winda bikin. Li Sûriyeyê, rejîma Şamê ya neqanûnî, bi piştgiriya welatên herêmî û hêzên navneteweyî, her roj planeke nû pêktîne da ku ziman, çand û nasnameya gelê me ji holêr ake.

Rejîma paşverû a Îranê, kuji 28ê Sibatê vir ve li hember êrîşên DYA û  Îsraîlê şikestinên giran xwarîye, hewl dide ku tola van derban, ji gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê, jisivîl û mirovên bê parastin hilîne. Rejîma barbar a Îranê heta anha  ji Îsraîlê bêtir êrîşî kampên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê kiriye, di encamê de bi sedan kes mirine û bi hezaran kes birîndar bûne. Darve kirina ciwanên Kurd li Îranê bênavber berdewam dike.

 Di demên dawî de, dijminan, Kurdan di serî de Başûrê Kurdistanê kirine hedef. Destkeftiyên dîrokî û statuya federal a ku gelê me li Başûrê Kurdistanê bi dest xistiye xewna hêzên kolonyal direvîne. İran û hêzên siyasî û milîsên hevalbendên wî li Iraqê bê navber Herêma Kurdistanê bombebaran dikin, dixwazin herêmê bê îstîqrar bikin. Êrîşên piralî têne kirin da ku statuya federal a Herêma Kurdistanê ji holê rakin.

Bi gotineke din, hêvî û pêşeroja gelê Kurd, Herêma Kurdistanê, di bin gefek giran de ye. Serî derketina bi vê gefê re di serî de dikeve ser milê aktorên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê. Hemû partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bi berpirsiyariyek dîrokî re rûbirû ne.

Di vê çarçoveyê de, divê partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê di zûtirîn dem de li ser avakirina hikûmeta Kurdistanê, ku du sal in nehatiye ava kirin, bigihîjin lihev kirinekê. Ava kirina Hikumeta Kurdistanê dikare destê Kurdan li Bexdayê xurt bike û bibe alîkar jibo aştî û aramiya navxweyî. Êrîşên dijminane û planên ku armanca wan têkbirina statuya Kurdistanê ye, tenê bi ava kirina hikûmeteke hevbeş û berfireh a Kurdî dikarin werin pûç kirin. Hikûmeta HerêmaKurdistanê dikare piştgiriya dîplomatîk û manewî bide têkoşînên rewayên jibo maf û azadiyên Kurdan li beşên din ên Kurdistanê.

Ji aliyekî din ve,siyaseta dij-kurd a Tirkiyeyê bi retorîk û taktîkên nû berdewam dike. Di "pêvajoya" ku salek û nîv e di rojevê de, di derbarê demokrasî û pirsgirêka Kurd de gavekjî nehatiye avêtin. Berevajî vê, di bin navê vê "pêvajoyê" de, hikûmet hewl dide ku mîrateya neteweyî û enerjiya gelê Kurd di nav sîstemê de entegre bike. Heta jibo bê çekkirina PKKê jî gavan naavêje. Jibo vê armancê, ji amade kirina gavên qanûnî û îdarîyên herî kêm jî dûr dikeve. Rêberê PKKê Abdullah Öcalan, bi helwest û daxuyaniyên xwe, piştgiriyê dide polîtîkayên entegrasyonîstên ku ji hêla dewletaTirkiyeyê ve têne meşandin da ku naveroka têkoşîna gelêKurd a jibo azadiyê vala bike.

Pir eşkere ye ku israra li ser înkar û tundûtûjiyê di derbarê pirsgirêka Kurd de, pergala siyasî ya Tirkiyeyê her ku diçe otorîtertir kiriye. Ne safîkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bûye sedema krîzên piralî. Bêqanûnî, desthilatdariya keyfî, zextên li dijî muxalefetê û tayînkirina qeyyuman li Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibin. Heta qanûn û destûra heyî jî li Tirkiyeyê nayê bî cîh kirin. Biryarên Dadgeha Destûrî û Dadgeha MafênMirovan a Ewropayê nayên bi cîh anîn. Cezayên dijwar li dijî rewşenbîr, zanyar, rojnamevan, xwendekar û ramanweran têne sepandin.

Li Tirkiyeyê, ku demokrasî û hukmê hiqûqê tê binpê kirin, krîza aborî, bêkariya girseyî û xizanî gihîştiye astên bêhempa. Zêdetirînî vê civakaTirkiyeyê mehkûmî jiyana di bin xetaxizaniyê de ye. Piraniya civakê ji standardên jiyanê yên ku li gorî rûmeta mirovan in bêpar e. Hejmara kuştinên jinan li Tirkiyeyê ji her demê bêtir zêde bûye. Her roj bi dehan jin li kolanan tên qetilkirin. Nesafîkirina pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê pirsgirêkên mezinên aborî, civakî û mirovî derxistiye holê.

PartiyaSosyalîst a Kurdistanê careke din tekez dike ku siyaseta Tirkiyeyê ya dijî-kurd a berdewam nayê domandin. Ne tenê bedela vê siyaseta dijî-kurd ji aliyê gelê Kurd ve tê dayîn, lê ev siyaseta xelet civaka Tirkiyeyê jî dixe nav taritîyê.

Banga me zelal û vekirî ye: divê siyaseta înkar û tundûtûjîyê ya ku di mesela Kurd de tê meşandin tavilê bi dawî bibe. Divê hawîrdorek siyasî ya demokratîk û azad bê afirandin, ku tê de çareseriyên hemî pirsgirêkan, tevî mesela Kurd, werin nîqaş kirin. Divê jibo kesên li çiyayan çekên xwe deynin, girtiyên siyasî serbest werin berdan û vegerin welêt, gavên yasayî û îdarî werin avêtin.

Divê astengiyên li pêşiya xwe rêxistinkirin û çalakiyên siyasî yên partiyên Kurdistanî werin rakirin, û dozên girtinêyên li dijî wan hatine vekirin, werin betal kirin.

Em careke din tekez dikin ku çareseriya adil û wekhev a pirsgirêka Kurd di ava kirina sîstemeke federal a li Tirkiyeyê de ye ku li ser bingeha têgihîştineke pir-etnîkî, pir-çandî û pir-bawerî ye ku hebûna gelê Kurd nas dike. Sîstemeke federal ku gelêKurd tê de pêşe roja xwe bi azadî diyar bike, dêrê li ber çareser kirina pirsgirêkên din ên bingehînênTirkiyeyê û demokratîk bûna wê jî veke.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê careke din baweriya xwe tekez dike ku maf nayên dayîn, lê tenê bi têkoşîna bibiryar dikarin werin bidest xistin. Azadî dê bitêkoşîna hevpar a gelê Kurd were bidest xistin.

Divê çarçoveyê de, Partiya me piştgiriyê tevahî dide hewldanên jibo ava kirina mekanîzmayeke tifaqa neteweyî ya berfireh û domdar, ku gava yekem a wê di 14ê Adara 2026an de li Dîyarbekirê hate avêtin. Herwisa partîya me bang li hemî hêz û partîyên demokratîkên neteweyî yên li Kurdistanê dike ku piştgirîya vê gava dîrokî bikin.

Partiya me bang li hemû aktor û partîyên sîyasîyên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dike ku li dijî êrîşên topyekûn ên herêmî û cîhanîyên li dijî hebûn û destkeftiyên neteweyîyên gelê Kurd, bi hestek berpirsiyariya neteweyî û dîrokî, di nav yekîtî, diyalog û têkoşîna hevbeş de bin.

Em tenê bi diyalog, hevkarî û tifaqa neteweyî dikarin dorpêça ku em pê re rû bi rû ne bişkînin.

03.06.2026

Meclisa Partîyê ya

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

(PSK)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik