
EM BANG LI HIKÛMETA NAVENDÎ YA ÎRAQÊ DIKIN KU DEST JI BIRYARÊN
YEKALÎ YÊN LI SER STATÛYA DESTÛRÎ, VÎNA SIYASÎ Û DESTKEFTIYÊN HERÊMA KURDISTANÊ
BERDE!
Di pêvajoyeke dîrokî de ku Rojhilata Navîn jinû ve teşe digire û
vîna miletan a diyarkirina çarenûsa xwe girîngiyê bi dest dixe, em hewldanên Hikûmeta
Navendî ya Iraqê yên jibo teng kirina desthilatên Herêma Kurdistanê, lawaz kirina
statûya wê ya siyasî û guhartina kontrola li ser qadên petrolê û deriyên sînor bi
biryarên yekalî, napejirînin.
Ev hewldan, tenê nîqaşên desthilatên îdarî û aborî nînin. Di heman
demê de destêwerdan in li hemberî avahiya federe a ku Destûra Bingehîn a Îraqê mîsoger
kiriye, li hemberî statûya destûrî ya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên siyasî
yên ku gelêKurdistanê di encama têkoşîn axwe ya dîrokî de bi dest xistine.
Pergala federal a ku bi Destûra Bingehîn a Iraqê ya sala 2005'an
hatiye mîsoger kirin, encama têkoşîna gelê Kurdistanê ya bi salan, berdelên wê yên
giran û berxwedana wê ya dîrokî ye. Di rewşekê de ku di serî de xala 140'î ya
Destûra Bingehîn, berpirsiyariyên destûrî yên nehatine bicihanîn li holê ne, hewldana bi sînor kirina desthilatên HerêmaKurdistanê
bi biryarên îdarîyênyekalî, bi prensîbên lihevkirina destûrî û dewleta hiqûqê
re li hevnakeve.
Tu rêveberiyeke navendî, berî ku berpirsiyariyên xwe yên destûrî bi
cih bîne, nikare hewl bide ku mafên destûrîyên Herêma Kurdistanê ji holê rake
an bi sînor bike.
Jibo me mijar gelekî zelal e: Başûrê Kurdistanê ne tenê nirxê gelê
me yê li Başûr dijî ye, nirxê hevpar ê dîrokî, siyasî û civakîyê tevahiya neteweya
Kurd e.
Statûya siyasî, azadî, xweserî û destkeftiyên sazûmanî yên ku li
her perçeyekî Kurdistanê hatine bi destxistin, destkeftiyên hevparên tevahiya miletê
Kurd in.
Em ji vir bi eşkereyî radigihînin: Em ê her êrîşeke muhtemel a leşkerî,
siyasî an îdarî ya li hemberî Başûrê Kurdistanê, ne tenê li dij îBaşûrê Kurdistanê,
lê wekî êrîşeke li ser hemû Kurdistanê û vîna hevpar a neteweya Kurd bibînin.
Li hemberî destêwerdaneke bi vî rengî em bê deng namînin, gavan paşve navêjin û
em ê berpirsiyariya xwe ya piştevaniya neteweyî bi cih bînin. Destkeftiyên ku gelê
Kurdistanê bitêkoşîneke dîrokî bi dest xistine, nabin mijara bazarê.
Parastina yekîtiya neteweyî ya Kurd û destkeftiyên wê yên hevpar,
li ser hemû cudahiyên navbera partî û rêxistinên siyasî re, berpirsiyariya hevpar
a hemû sazî û dezgehên siyasî û civakîyên Kurd e. Em pêşxistina helwesteke hevpar
a PDK û YNK'yê di vê pêvajoyê de girîng dibînin; em bang li sazî û dezgehên
siyasî, pêkhateyên demokratîk, rêxistinên civaka sivîl û hemû dînamîkên neteweyî
yên perçeyên din ên Kurdistanê jî dikin ku vîneke hevpar a piştevaniyê deynin holê.
Wekî Meclîsa HEVBENDIYÊ em bang li Hikûmeta Navendî ya Iraqê dikin
ku di nav sînorên destûrî de tevbigere, rêzê listatû û desthilatên Herêma Kurdistanê
bigire û dest ji destêwerdanên yekalî berde. Riya çareseriya pirsgirêkan ne
ferzkirin û êrîşên navendparêz in; hiqûqa destûrî, muzakereya demokratîk û
rêzgirtina jibohev e.
Wekî HEVBENDÎ em bi eşkereyî radigihînin; di parastina statûya destûrî,
vîna siyasî û destkeftiyên dîrokî yên Başûrê Kurdistanê de, em li cem
Rêveberiya Herêma
Kurdistanê û gelê BaşûrêKurdistanê ne. Em bibiryar in ku li hemberî
her êrîşeke li ser van destkeftiyan piştevaniya neteweyî mezin bikin, têkoşîna hevpar
a demokratîk û siyasî pêşbixin û berpirsiyariya dîrokî ya dikeve ser milê me bi
cih bînin.
Divê tu kes nefikire ku dikare bîra dîrokî ya miletê Kurd, vîna piştevaniya
neteweyî û destkeftiyên wê yên hevpar piştguh bike û siyasetê bike. Destê ku dirêjî
her perçeyekî Kurdistanê bibe, dê bi vîna hevpar a tevahiya neteweya Kurd re
rûbirû bimîne.
DESTKEFTIYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DESTKEFTIYÊN TEVAHIYA KURDISTANÊ
NE!
EM ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ KURDISTANÊ PROTESTO DIKIN!
EVBENDÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ - HEVBENDÎ
Emê Her Êrîşeke Li Dijî Başûrê Kurdistanê Wekî Êrîşeke Li Ser Hemû kurdistanê Bibînin!
Güney Kürdistan’a Yönelik Herhangi Bir Saldırıyı Bütün Kürdistan’a Yönelmiş Bir Saldırı Olarak Kabul Edeceğiz!
Encamnameya Konferansa Pêncemîn a Kurbendê Çep a Kurdistanê
Dem Ne Dema Bêhêvîtîyê Ye Zanebûn û Îradeya Azadiyê Ya Gelê Me Ji Her Demê Bilindtir e
Umutsuzluğa Yer Yoktur. Halkımızın Özgürlük Bilinci Ve İradesi Her Zamankinden Daha Yüksektir.
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE