Em êrîşa Îranê a li ser Herêma Kurdistanê bi tûndî şermezar dikin Zilm û zordarî nikare çavê gelê Kurd bitirsîne
Dewleta Îranê a xwînrij roja 15.01.2024an bi muşekan êrişê Hewlêrê paytextê Herêma Kurdistan kir. Di encama vê êrişa hovane û namerdî da 4 kesên sivîl jîyana xwe winda kirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.Rejima tirsonek a Îranê radigihîne ku wê baregahên sixurên İsrail yên li Hewlêrê kirîye hedef. Lê di rastîyê da dewleta Îranê ciyê ku bi İsrail ra şer bike ew xelkê sivîl yên Kurd qetl dike. Armanca dewleta Îranê têkbirina azadîya gelê Kurd û aramîya Kurdistanê ye. Ew ji hebûna Kurdistana Federe ditirse û dixwaze bi van êrişên nemirovane li Kurdistanê kaos çêke û îradeya gelê Kurd bişkîne. Ev êrişa li ser Hewlêrê ne a ewil e. Heta anha Dewleta Îranê bi dehan caran Herêma Kurdistanê bombebaran kirîye, kampên Kurdên Kurdistana Rojhelat ji xwe ra kirîye hedef.Bila dagirker zanibin ku tu hêz nikare sitû li gelê Kurd xwar bike. Gelê Kurd bi dayîna sedhezaran şehîdên pakrewan gihîştîye vê qonaxê û ji îro pê ve jî bi eynî îradeyê dê têbikoşe.Em carek din êrîşa Îranê a li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.Em bangê Miletên Yekbûyî û dinyaya medenî dikin ku li himber vê dewleta barbar helwestekê cidî nişan bidin. Divê hêzên navdewletî serwerîya Herêma Kurdistanê biparêzin. Pêşî li çavsorî û êrîşgeriya dewleta Îranê bigirin.Em carek din serxweşîyê li birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê û malbatên qurbanîyên êrişa dawî dikin. Ji birîndaran ra jî şîfa xêrê dixwazin.16.01.2024Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik