Em êrîşa Îranê a li ser Herêma Kurdistanê bi tûndî şermezar dikin Zilm û zordarî nikare çavê gelê Kurd bitirsîne
Dewleta Îranê a xwînrij roja 15.01.2024an bi muşekan êrişê Hewlêrê paytextê Herêma Kurdistan kir. Di encama vê êrişa hovane û namerdî da 4 kesên sivîl jîyana xwe winda kirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Rejima tirsonek a Îranê radigihîne ku wê baregahên sixurên İsrail yên li Hewlêrê kirîye hedef. Lê di rastîyê da dewleta Îranê ciyê ku bi İsrail ra şer bike ew xelkê sivîl yên Kurd qetl dike. Armanca dewleta Îranê têkbirina azadîya gelê Kurd û aramîya Kurdistanê ye. Ew ji hebûna Kurdistana Federe ditirse û dixwaze bi van êrişên nemirovane li Kurdistanê kaos çêke û îradeya gelê Kurd bişkîne.

Ev êrişa li ser Hewlêrê ne a ewil e. Heta anha Dewleta Îranê bi dehan caran Herêma Kurdistanê bombebaran kirîye, kampên Kurdên Kurdistana Rojhelat ji xwe ra kirîye hedef.

Bila dagirker zanibin ku tu hêz nikare sitû li gelê Kurd xwar bike. Gelê Kurd bi dayîna sedhezaran şehîdên pakrewan gihîştîye vê qonaxê û ji îro pê ve jî bi eynî îradeyê dê têbikoşe.

Em carek din êrîşa Îranê a li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.
Em bangê Miletên Yekbûyî û dinyaya medenî dikin ku li himber vê dewleta barbar helwestekê cidî nişan bidin. Divê hêzên navdewletî serwerîya Herêma Kurdistanê biparêzin. Pêşî li çavsorî û êrîşgeriya dewleta Îranê bigirin.

Em carek din serxweşîyê li birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê û malbatên qurbanîyên êrişa dawî dikin. Ji birîndaran ra jî şîfa xêrê dixwazin.

16.01.2024

Partîya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)
İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik

 

 

 

 

 8ê Aderê Roja Jinan ya Cîhanî Pîroz be…

Îro 8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhani ye.

8ê Adarê; li seranserê dinyayê ji aliyê jinan ve bê cudahiya çîn, nijad û reng wek roja yekitî, piştevanî û têkoşanê tê pîrozkirin. Jin li qadan; balê dikêşin ser kêşeya jinê, li hember têgeha serdestiya mêr daxwaza mafên xwe bi dengek bilind dikin.

Me jinên Kurd mîratê şêrejinên Kurd yên di dîroka xwe da wergirtiye, bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanî carek dî daxwaza mafên xwe yên neteweyî, çînayetî û regezî dikin. Li her qada ku em lêbin; li kêleka rubirubûna tund û tûjiya têgeha mêrsalarî tund û tûjiya bi destê dewletê tê birêvebirin jî em teşîr dikin û emê berdewam bikin.

Em jinên Kurd; dibêjin  êdî bese milîtarize kirina Kurdistanê, operasyonên leşkeri, bûhabûn, bêkarî û her cureyê politikayên tepeseriyê .

Îro 8ê Adarê em roja jinan carek dî daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî dikin ku mafek rewa yê jina Kurd e. Zimanê kurdî hem bibe zimanê perwerdeyê hem jî wek zimanê fermî bê qebûlkirin. Em pejirandina statuyek netewi bo gelê kurd wek mafek rewa û gerdunî dibînin.

8ê Adarê roja jinan de; li hember tund û tujiyê, xizaniyê, destdirêjiyê, deshilata mêr û hemî cure zilm û zordariyê emê têbikoşin. Bi balkêşana kêşeya jinê, bi şiara cîhanek wekhev emê têkoşana jinê gûr bikin.

Bi xemek mezin ve em 8 ê Adarê; ji ber erdheja ku li bajarên kurdan dayî bi dilek kiz û şikestî pêşwazî dikin. Li dehan bajarên me bi deh hezaran însanên me bûn qurbanî. Erdhej wek afetek xwezayî, di encama politikayên qirêj yên otoriter û dijayetiya Kurdan veguherî felaketek mezin. Li herêmên erdhejê serbarê rewşa xirab û mexdûriya gelê me trajediya bi serê zarok û jinan hatî dilê me dax dike.

Serê  gelê me sax be. Jibo pêçana birînan û ji nû ve avakirina jiyanek bi ewle bi hemî îmkanên xwe emê li nik gelê xwe bin.

Bijî têkoşana bi rêxistinî ya jina Kurd.

8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanî pîroz be.

08.03.2023

Baskê Jinan yê

Partiya Sosyalista Kurdistanê

             (PSK)

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik