Em Qurbanîyên Erdheja 6ê Sibatê bi rêzdarî bi bîr tînin

Serokê PSKê Bayram Bozyel li Diyarbekir li ber Galeriyayê daxwuyanîyek da. Bozyel got, Divê Birînên Mexdurên Erdheja 6ê Sibatê Gavekê Zû Bên Pêçandin.

Tevahîya daxwûyanîyê ev e;

Em Qurbanîyên Erdheja 6ê Sibatê bi rêzdarî bi bîr tînin

Divê Birînên Mexdûrên Erdhejê Demildest Bên Pêçandin

Di ser erdheja mezin a ku di 06.02.2023an de bi lerza 7.7 û 7.6 li Mereş û navenda navçeyên Pazarcik û Elbîstanê pêk hatibû, salek derbas bû.

Li gor amarên fermî, di erdheja Mereşê de, ku piranîya wan li Bakurê Kurdistanê ne, 53 hezar û 537 kesan jîyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran kes jî birîndar bûne. Bê guman hejmara rastîn ya mirî û birîndaran ji amarên fermî qat bi qat zêdetir e. Di erdheja 6ê Sibatê de hilweşîna aborî, êşên mirovî û êşên trajîk ên ku hatine jiyîn bê hejmar in.

Bi vê minasebetê em carek din hemû mirovên xwe yên ku di erdheja 6ê Sibatê de jîyana xwe ji dest dane bi hez û rêzdarî bi bîr tînin. Em bang li hikûmetê dikin ku xisarên maddî û mirovî yên ku di erdhejê de çêbûne di zûtirîn dem de telafî bike û bi lezgînî tevbigere.

Di erdheja 6ê Sibatê de hin bajarên wek Hatay û Adiyaman bi tevaya xwe ya dîrokî wêran bûn, li gelek bajaran bû sedem ku bi mîlyonan mirov ji cîh û warên xwe bibin. Bi sed hezaran kes di nava şert û mercên zehmet û nebaş de mehkûmî jîyana bin kon an jî avahîyên prefabrîk hatin kirin.

Tevî ku salek derbas bûye, hê jî enkazên li bajarên erdheja 6ê Sibatê bi temamî nehatine rakirin, pêdivîyên xanîyên mexdûrên erdhejê nehatine dabînkirin û şert û mercên pêwîst ên binesazîyê ji bo stargehên mirovî nehatine dabînkirin.

Bê şik zîyanên mirovî û maddî yên erdhejê ne qeder e, encama bijardeyên siyasî ye. Faktora bingehîn a ku erdhejê ji bûyerek xwezayî diguherîne felaketek civakî, bajarvanîya ku xwe dispêre kirê, sîstema îdarî, siyasî û navendî ya li Tirkiyê ye û ev yek li dijî rastîyên zanistî ne.

Rastiya eşkere ev e; Erdnîgarîya Tirkîye û Kurdistanê li ser herêma erdhejê ye û divê ev rastî jî wek xwe bê qebûlkirin. Divê hemû beşên jîyana civakî (perwerde, aborî, çûnûhatin, bajarvanî, çandinî û hwd.) li gor vê rastiyê bên hûnandin.

Ji Stenbolê heta Wanê gelek bajarên me bi tehdîda erdhejê re rû bi rû ne. Li hember rastîya erdhejê divê stratejîyek piralî, tevahî û demdirêj bê afirandin û ji bo vê jî seferberîya civakî bê ragihandin.

Di vê çarçoveyê de;

1. Divê nexşerêya di derbarê bajarvanî û avakirinê de li gor pêwîstiyên zanistî û rastîya erdhejê bi beşdarîya hemû sazîyên pêwendîdar bê çêkirin.

2. Divê li ser bingeha ku “ne erdhej, avahîyên xerabûyî mirovan dikujin” ji bo avakirina avahîyên saxlem ên li dijî erdhejê planek stratejîk bê çêkirin.

3. Divê di mufredata perwerdeyê de ji bo pêşxistina hişmendî û hişyarîya erdhejê pir wext neyê windakirin.

4. Di vê çarçoveyê de zîhnîyeta rêveberîya keyfî, navendîparêz, berjewendparêz, xapînok, otorîter û antîdemokratîk a ku li ser bingeha siyaseta rojane tê meşandin, bê terikandin.

5. Polîtîka bajarvanîyek saxlem û pêşxistina hişmendîya civakî ya di derbarê erdhejê de, berî her tiştî bi pêşxistina hişmendîya demokratîk, mirovî û afirandina jîngehek siyasî ve girêdayî ye.

6. Li gor me, ji bo ku Tirkîye û Kurdistan felaketên nû yên erdhejê nejîn, sazûmanîyek ademî navendî, ku bingeha însiyatîfa herêmî asas digire, û sazûmana îdareyek azadîxwaz û demokratîk pêwîstîyek jiyanî ye.

7. Ji bo ku li şûna şer û çekan hemû zanyarî û çavkanîyên maddî  ji bo bajarên saxlem û ewle yên ku metirsîya erdhejê kêm dikin bên veguhestin, divê li Tirkîyê dawî li şer û pevçûnan bê; Pirsa Kurd ne bi şer û pevçûnan lê li ser esasê dad û wekhevîyê bê çareserkirin.

Ji bo ku felaketên erdhejên nû neyên jiyîn û carek din bi sed hezaran mirovên me di bin avahîyên xerabûyî de winda nebin, divê ji îro ve bê lezandin.

6 Sibat, 2024

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê

               (PSK)

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik