
Di 31 Tirmehê sala 1983ê da, rejima xwinmij û nijadperest û kurdkujê BAAS, 8 hezar mêrên Barzanî, ku temenê wan ji 7 heya 80î salî bûn û di kampên durxistinê da diman, berhev kir û bire Başurê Iraqê û li vira Enfal kir.
Li ser Enfala Barzaniyan 42 sal derbas bûn, lê belê eş û azar û xema wê hê jî berdewam e, ji ber ku dewleta Iraqê, ku fermana jenosida Barzaniyan derxistiye û ci be ci kiriye, hêşta zararê qurbaniyan qerebo nekiriye û Enfalan wekî tawana mirovayetî qebul nekiriye.
Em careki dinê Enfala Barzaniyan bi tundî mehkum dikin û li ber hizura qurbaniyên Enfalê qirnoş dibin.
Bi vê bonêyê wan em banga hemu hêzên welatparêzên Kurdistanê, bi taybeti Hikumeta Herêma Kurdistan û rêxistinên siyasiyên vê beşê welatê xwe dikin, ku bona sarij kirina birina qurbanên hemu Enfalan û nasandina Enfalan Wekî Roja Jenosîda Gelê Kurd di Koma Miletan (UN) da bi hevra xabat bikin.
Gelê Kurd nişan daye, ku gelekî zindî ye û bi Enfal û kuştin û jenosîdê namire.
31 Tirmeha sala 2025
Ofisa Çapemeni û Ragihandin a
PSK-Partiya Sosyalîsta Kurdistanê
Dem Ne Dema Bêhêvîtîyê Ye Zanebûn û Îradeya Azadiyê Ya Gelê Me Ji Her Demê Bilindtir e
Umutsuzluğa Yer Yoktur. Halkımızın Özgürlük Bilinci Ve İradesi Her Zamankinden Daha Yüksektir.
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!