Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku 17’ê Adarê serê sibê, dewleta Tirk êrişa hawayi bo ser Kobanî kir û di encama êrişa hanê da, ji malbateka Kurd 9 kes mirin, ku piraniya wan zarok in.
Ev êrîş berdewama êrîşên Tirkiyê ye ku bûye sedema kuştina bi sedan sivîlên bêguneh di nav de gelek zarok. Komara Tirkiyeyê vê carê jî helwesta xwe ya kevneşopî didomîne û dibêje ku tu têkiliya wê bi vê êrîşê re nîne.
Êrîşa Kobanî di demekê de ye ku di derbarê paşeroja Sûriyê de geşedanên girîng diqewimin. Di vê demê da, ku hevdîtinên di navbera Başûrêrojavayê Kurdistanê û hikûmeta navendî de pêş dikevin, êrîşên leşkerî yên Tirkiyê ji tund dibin. Ev yêka hanê jî hêviyên Tirkiyeyê yên derbareyê herêmê nîşan dide.
Divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE), DYA û rêxistinên navneteweyî li hemberî van êrîşên Tirkiyeyê helwesteke zelal nîşan bidin û bi zextên li ser Tirkiyeyê ve, rê li ber êrîşên bi vî rengî bigrin.
Weke Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) em êrîşa Tirkiyê ya vê dawiyê ya li ser Kobanê şermezar dikin û bang li hikûmeta Tirkiyê dikin ku demildest êrîşên xwe rawestîne. Em tekez dikin ku dewleta Tirk bi hêzên siyasî yên Başûrêrojavayê Kurdistanê re têkiliyên fermî ava bike, ev tekiliyê wê xizmeta aştiya herêmê bike.
Bi vê munasebetê em wek PSK careke din bang li Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (PYNK) û hemû hêzên Kurdistanî yên welatparêz dikin û ji wan dixwazin, ku li dora daxwazên neteweyî kom bibin, daku di ava kirina Suriyeyê nû da karigertir bin.
18 Adar 2025
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
Ofîsa Çapemeniyê
LI NAVÇEYÊ KILÎDA AŞTÎ Û ARAMÎYÊ SAFÎKİRİNA MESELEYA KURD Û KURDISTANÊ YE
LI DİYARBEKIRÊ KONFERANSA GEŞEDANÊN ROHHELATA NAVÎN Û BANDORA WAN LI SER MESELEYA KURDISTANÊ
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmayacaktır
Gelê Kurd Mam Celal Ji Bîr Nake
Hatina Pêncşemê Ji Çarşemê Diyar e
Perşembe’nin Gelişi Çarşamba’dan Bellidir
Encama Referandumê Daxwaza Hemu kurd E
Referandumun Ortaya Koyduğu İrade yolumuzu Aydınlatıyor
Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Dr. Said ve Yoldaşları Ölümsüzdür