Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel bi daxuyaniyekê êrişa li Bursayê li hember tîma futbolê ya Amedsporê pêk hatî şermezar kir.
Di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hemî hovîtî, zordarî û nijadperestiya li dijê Kurdan şermezar dikin. Û diyar kir ku ev êriş nîşaneya bêtehemûliya li beramber nasnameya gelê Kurd e. Herwesa bang li berpirsên dewletê kir ku Amedsporiyan biparêzin û pêşî li êrişkarên nijadperest bête girtin.
Buroya Çapemeniya PSKê