
Ji bo Roja 17ê Kanûnê, Roja Ala Kurdistanê, gelê Kurd careke din li seranserê cîhanê li dora ala Kurdistanê civiya, çalakî li dar xist û li dora daxwazên neteweyî yek bû.
Di vê çarçoveyê de, rêxistina parêzgeha Îzmîrê ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) biryar da ku di 21ê Kanûna Pêşîn a 2025an de li baregeha xwe ya parêzgehê çalakiyek li dar bixe, da ku Roja Ala Kurdistanê pîroz bike û vê yekê li ser medyaya civakî ragîhand û parve kir.
Piştî ragihandina biryara PSKê ya pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê li Îzmîrê, hin komên faşîst û nijadperest, di nav de Yekîtiya Komeleyên Turanîst (TDB) li herêmê, li ser medyaya civakî êrîşeke hovane û bêexlaq li dijî ala Kurdistanê dan destpêkirin. Van komên nijadperest rêxistina parêzgeha PSKê ya Îzmîrê, ku pîrozbahiya Roja Ala Kurdistanê lê dihat lidarxistin, çend roj berê hedef girtin. Wan kampanyayek ji bo êrîşeke fîzîkî li dijî wê dan destpêkirin. Kesên ku dê beşdarî pîrozbahiya Roja Ala Kurdistanê bibin bi awayên cûrbecûr hatin tehdîtkirin. Ji bo pêşîlêgirtin û pêkne anîna çalakiya Roja Ala Kurdistanê, ji hêzên faşîst ên li Îzmîrê û derdora wê hat xwestin ku li cih û dema çalakiyê bicivin.
Lê, hêzên welatparêz ên li Îzmîrê li hember êrîşên dijminane û hewldanên çavtirsandinê yên komên faşîst û nijadperest ên ku Ala Kurdistanê hedef girtin bersîvekî welatperwane dan, serî netewandin.
Bi pêşengiya kadroyên PSKê, Partiya Welatparêz a Kurdistanê (PWK), KED-DER, Komeleya Jiyana Azad û hêzên din ên welatparêz ên li Îzmîrê ji bo helwestek tund li hember êrîşên li ser Ala Kurdistanê yek bûn. Wan Ala Kurdistanê li hember hemî gef, şantaj û hewldanên çavtirsandinê yên van hêzên nijadperest ên dijî-kurd parastin.
Çalakiya Roja Ala Kurdistanê, ku ji hêla PSKê ve hatibû organîzekirin, di 21ê Kanûna Pêşîn a 2025an de li cihê ku hatibû plankirin bi beşdarbûn û coşek mezin hate pîrozkirin. Bi vî awayî, armancên qirêj û dijminane yên komên nijadperest ên ku li herêmê kom bûn da ku pêşî li çalakiya Roja Ala Kurdistanê bigirin, hatin pûçkirin.
Yekbûn û hevgirtina ku gelê me li Îzmîrê li hember êrîşên dijminane yên li ser Ala Kurdistanê nîşan da, ji her pesnê wêdetir e û helwestek pesindar e. Bûyerên dawî yên li Îzmîrê careke din nîşan dide ku dema aktorên demokratîk ên neteweyî yên Kurd hêzên xwe bikin yek, ti êrîş an gef û asteng tune ku ew nikaribin pê ra serî derkevin..
22ê Kanûna Pêşîn, 2025
Partiya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)
Gelê Me Êrîşa Li Ser Ala Kurdistanê Li Îzmîrê Pûç Kir
Halkımız İzmir’de Kürdistan Bayrağına Yapılan Saldırıyı Boşa Çıkardı
Maraş’ın Yarası Kanamaya Devam Ediyor!
Cejna Rojiya Êzî Pîroz Be
Leyla Zana’ya Edilen Hakaret Ve Küfürler Halkımıza Edilmiştir!
Roja Ala Rengin Pîroz Be!
Karanîna madeyên hişbir paşeroja me dixe metirsiyê
Gelin Çocuklarımıza Sahip Çıkalım
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD BI RÊYEKÎ SÎYASÎ Û WEKHEV VE MUMKUN E
KÜRD MESELESİNİ SİYASAL VE EŞİTLİKÇİ YÖNTEMLE ÇÖZMEK MÜMKÜNDÜR