
Balafirên şer yên Tirkiyê 11 sal berê (28.12.2011) li gundê
Roboskiyê a li ser Qilabanê 34 Kurdên sivîl, zarok û bêguneh qetil kirin. Komkujîya
Roboskîyê bi her awayî encamê sîyaseta dewleta Tirk a dijê miletê Kurd bû û her
wisa kiryarekê li dijê mirovahîyê bû.
Li ser qetlîema Roboskiyê 11 sal derbas bûn. Heta nuha ne lêpirsîn
û darizandinekê edil hat kirin ne jî
berpirsên vê qetlîmê hatin mehkeme kirin. Ji ber ku biryara vê êrîş û qetlîemê
li jor, ji aliyên sererkana giştî ya artêşê ve hatibû dayîn, pêşî li doza
Roboskiyê hat girtin û heqîqet hatin veşartin.
Eşkere ye ku heta Qetlîema Roboskîyê bi her awayî zelal nebe
wê komkujiyên bi vê rengî dubare bibin û bidomin.
Herwisa heta sûcdarên Roboskîyê neyên ceza kirin û edelat bicî nebe dê êşa Roboskiyê
baş nebe.
Em dê nehêlin ku Qetlîema Roboskiyê bê jibîr kirin û di
tarîtîyê da bê winda kirin.
Tenê riyekê heye; jibo qetlîemên li dijê gelê Kurd bi dawî
bên, divê miletê Kurd li ser axa welatê xwe azad be.
Em dê heta netewa Kurd bigîşe azadîyê têbikoşin. 28.12.2022
Partiya Sosyalîst a
Kurdistan
PSK
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!
Kürd Sorunu çözülmeden Bölge’ye Barış Ve Huzur Gelmez!
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması
Daxuyaniya Foruma Çep a Kurdistanê
PIRSA KURD NE MIJARA TERORÊ YE, PIRSA AZADIYA NETEWEYEK E