Cihaneka pir bi kêşa û şer û pevçunê, pêşwaziya 1ê Îlon Roja Aşitiya Cihanê dike.
Şerê dewleta Tirk a dijî gelê Kurd, ne tenê li Tirkiyê her usa li Kurdistana Başur û Rojavayê jî berdewam e.
Firokeyê şerkerên Tirk, li Kurdistana Başûr û Rojavayê gund û bajarokên me bombebaran dikin, zozan û daristanên me dişewitinin.
Êrteşa Tirk, her roj li Kurdistana Başur navçeyekê dagir dike û bingehên serbazî dadimezrine.
Siyaseta hanê a êrîşkar û dagirker û siyaseta çareser kirina pirsa Kurd bi rêka tundutijiyê, ne tenê li Tirkiyê her usa li Rojhilata Navin jî rêgir e li pêşiya cigirbûna aramî û asayişa navçeyê.
Li Tirkiyê, pêyvendiyeka xurt heye di navbera kuştina jinan ji aliyê mêran ve û êriş kirina hêzên asayiş bo ser çalakiyên heqxwazanê yê gel û tundutijiyên din yên civakî da.
Heya ku, dewleta Tirk pêgirî li ser siyaseta xwe a tundûtijiyê bike û berdewam êrîş bike bo ser perçeyên dinê Kurdistanê, li Tirkiyê demokrasî û aramî û asayiş cigir nabe, paruyê gel piçuktir dibe.
Piroz kirina 1ê Îlon Roja Aşitiya cihanê, bi xwastina azadiya gelê Kurd û pistgiriya xebata azadiyê ve watedar dibe.
Şer komkujî ye, nefî kirin e, kambax bûna ci û waran e!
Divê dewleta Tirk herçi zûtir êrîşa xwe li dijî gelê Kurd rawestine û rê li ber çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalog û aşitiyê xweş bike!
Bijî 1ê Îlon roja Aşitiya Cihanê!
01 Îlon 2024
Buroya Çapemeniya
PSK-Partiya Sosyalîsta Kurdistan
Polîsan li Qoserê êrîşî çalakîya ji bo zimanê kurdî kirin
15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be!
Me Komkujiya Dêrsimê Ji Bîr Nekiriye
Dersim Tertelesi’ni Unutmadık, Unutmayacağız!
Pîrozbahiyê li Amedsporê dikin
Amedspor'u Kutluyoruz
Bijî 1ê Gulanê:Cejna Ked, Kar, Azadî û Hevgirtinê
Yaşasın 1 Mayıs: Emek, Özgürlük ve dayanışma Bayramı
Em Qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin
Ermeni Soykırımı Kurbanlarını Saygıyla Anıyoruz