Daxuyaniya Hevbeş
Îro 23.02.2023 li Diyarbekir di avahiyê Cemiyeta
Rojnamevanên Başurê rojhilat ya Diyarbekirê 15 Partî,rêxistin û dezgehên kurd
jibo hevxemî, piştevanî û berdewamiya alikariyan bo xelkê ziyandîtî yê erdhejê
daxuyaniyek hevbeş pêşkêşî bîr û raya giştî kirin.
Destpêkê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel, bi xêrhatina
beşdaran,nûnerên partî û rêxistinan, kedkarên çapemeniyê kir û semedê civîna
çapemeniyê aşkira kir.
Kurdiya daxuyaniyê ji aliye Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, bi zimanê Tirkî jî Hevseroka DBP Saliha Aydeniz hatin pêşkêş kirin.
Roj roja xîretê ye
Ji bo derman kirina
birînên felaketa erdhejê em dest bidin hev
Di roja 06.02.2023yê da
du erdhejên bi şîdeta 7.7 û 7.6ê, ku navenda wan du navçeyên bajarê
Mereşê bûn rû dan. Paşê jî di roja 20.02.2023yê da li Hetayê erdhejeke bi şîdeta
6.4ê rû da.
Erdhejê, di deh bajar û
bi sedan navçe û gund û mezrayên ku ji 13 milyonan zêdetir mirov lê dijîyan rû
da ku piranîya wan jî li Bakurê Kurdistanê bûn. Li gorî amarên heta îro hatine
ragihandin, hejmara kesên ku di van erdhejan da jîyana xwe ji dest dane
nêzîkî 42 hezaran e; hejmara birîndaran jî ji 100 hezar kesî zêdetir in.
Bi sed hezaran avahî jî rûxane, xesareke mezin dîtine.
Tu şika me jê tune ye ku,
zerara rasteqînî ya canî û malî û herî zede wêrankirina derûnî ya
gel, gelekî mezintir e û dê hîna jî zêdetir bibin.
Li Efrîn, Cinderes
û Helebê jî ev erdhej bûne sebebê felaketeke mezin. Û mixabin
alîkarîyeke berbiçav negihîştîye van deran. Heta nuha yên ku jîyana xwe ji dest
dane ji 7 hezarî, yên birîndar jî ji 15 hezarî zêdetir in. Bi hezaran
avayî xerabûne, zerareke mezin a madî çêbûye. Gel di rewşeke perîşan da ye.
Ji 6ê sibatê ve heta îro,
aşkere ye ku Dewleta Tirkîyeyê bi qasî ku pêwîst bû û di wexta xwe da, li van
bajarên ku erdhej lê çêbûne wazîfeyên xwe neanîye cîh.
Bi taybetî di 3 rojên
ewil ên erdhejê da, di hawarçûyina ser kavilan û di alîkarîya mexdûran
da, lawazî, bêkoordînasyonî, bêserûberî, xemsarî û îhmalkarîya hemû
dem û dezgehên Dewleta Tirkîyeyê li ber çavan bû; dezgehên dewletê li seheyê
tunebûn. Herweha Dewleta Tirkîyeyê, bi taybetî di 3 rojên ewil da,
hema hema rê neda ku ji derveyî wê gelek kes û dezgeh û alî bi îmkanên xwe
yekser alîkarîyan bigihînin mexdûrên erdhejê. Nuha jî li gelek deran ev
astengî berdewam in.
Herweha dewletê rê
li ber piranîya alîkarîyên ku dê biçûna Rojavayê Kurdistanê, Efrîn , Cinderes û
Helebê jî girtîye û bi van kiryarên xwe xisara
canî û ya maddi zêde kirîye.
Vê helwesta dewletê
û berf û baran û sermaya heyî ya dijwar jî, mexdûrîyeta erdhejê
gelekî berfirehtir û kûrtir kirîye.
Helbete ne cara yekem e
ku, gelê Kurdistanê rû bi rûyî van sîyaset û helwestên Dewleta Tirkîyeyê
dibe. Desthilatdarîya AKPê û MHPyê bi taybetî piştî 22ê Temûza 2015an careke din dest bi sîyaseta
şer kir. Û kiryar û sîyaseta xwe ya li
dijî kurdan û ya şerî, bi stratejîyeke
nû, li sê perçeyên Kurdistanê berfirehtir kirîye. Ev berhemên vê hişmendî,
sîyaset û helwesta Dewleta Tirkîyeyê û şêweyê sîstema rêvebirina wê ya
takekesî û totalîter jî , texrîbat û xesarên erdhejê yên canî û
malî mezintir û berfirehtir kirine.
Lê belê, li gel
hemû astengîyên yasayî û fiîlî yên ku Dewleta Tirkîyeyê heta nuha
derxistîye û derdixe jî, gelê me bi hestyarî û bi lihevxwedî derketineke
mezin alîkarîya mexdûran dike. li Bakurê
Kurdistanê, Tirkîyeyê û li dîyasporayê, me, wek van partîyên
ku ev daxuyanî îmze kirine û gelek partî û rêxistinên sîyasî yên din,
dezgehên sivîl, kesayet, beledîye û şîrketan ji bo alîkarîya birîndar û
mexdûran, xebat û kampanyayên baş pêk anîne, pêk tînin.
Gelek dewletên cîhanê jî
alîkarîyên cûr be cûr digihînin deverên ku erdhej lê çêbûne. Hikûmeta Herêma
Kurdistanê û gelê Başûrê
Kurdistanê xebateke berfireh ji bo alîkarîya mexdûrên erdhejê yên li
Bakur û Rojavayê Kurdistanê, li Tirkîyeyê û Sûrîyeyê dimeşînin.
Em spasîya wan hemî
dewlet, dezgehên navdewletî, dezgehên sivil, kes û dezgehên xêrxawazan û şîrketan dikin ku di dema karesata erdhejê
da hatin hewarîya gelê me, jibo alîkarîya neqdî û malî hewl dan û imkanatên xwe
bi me ra par ve kirin.
Erdhej rûdaneke xwezayî
ye, meriv nikare rê li ber bigire. Lê em dikarin bêjin ku sebebên zerarên
erdhejê ne xwezayî ne; berhemên bêwîjdanî, berjewendîperestî, bêûsûlî, gendelî,
xeletî , şaşitî û bêprensîbîyên dezgehên fermî , şîrket û mirovan e.
Lê heger di erdhejekê da
zerarên canî û malî çêbûbin, berpirsyarê yekem yê herî mezin, bi hemû
dezgeh û wezartên xwe ve, bi beledîyeyên xwe ve dewlet bi xwe ye.
Ji bo ku Tirkîye û
Kurdistan rû bi rûyî encamên xerab yên felaketa erdhejê nebin, berîya her tiştî
divê gavên acîl yên ji bo sîstema ademî merkezîyetçîyê, ji bo rêveberîyeke
demokratîk û azadîwaz bêne avêtin.
Ji bo ava kirina avahîyên
ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin divê navendeke teybet a stratejîk bê
ava kirin.
Hemû tedbîr û xebatên ku
ji bo ava kirina bajaran û alîkarîyên ku ji bo mexdûrên erdhejê têne kirin,
divê xwe ji hişmendîyeke ku demografîya herêmê biguherîne dûr bixe.
Ji bo gelê me yê ku di
erdhejê da mexdûr bûye, bi taybetî jî ciwanên me, cîh û warên xwe terk
nekin, li ser axa xwe bimînin, koçberî çênebin, divê em xebateke mezin bihûnin. Ji bo vê jî, em
bangî gelên xwe, bangî hemû dezgeh û alîyên peywendîdar yên navxweyî û
navnetewî dikin, da ku em ji mexdûrên erdhejê ra cîh û warên ku bikaribin di şerdên însanî da lê bijîn
peyda bikin; em ji bo alîkarî û piştgirîya aborî û ji bo ku ji wan ra kar peyda
bikin, em seferber bibin.
Divê tu kes û der û dor
yan jî dezgeh vê karesata erdhjê ji bo berjewendîyên xwe wek firsend bikar neyîne,
mexdûriyeta gelê me îstismar neke, xwe ji zêde kirina kirêyên xanîyan û giran
kirina nirxên pêdawîsatîyan dûr bixe.
Ji bo ku îmkanên heyî ,
di xebatên rêlibergirtina rîskên erdhejê da bêne serf kirin û
bajarên ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin bêne ava kirin; divê ew
îmkanên ku ji bo şerî û çekan têne serf kirin bêne rawestandin, dawî li
şerî bê anîn; divê daxwazên acîl ên miletê Kurd bêne qebûl kirin û
bi awayên sîyasî, demokratîk rêya çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê bê
vekirin.
Dewleta Tirkîyeyê, divê bizanibe ku, dê nikaribe îlan
kirina rewşa awarte, ji xwe ra weke firsendekê bikar bîne da ku rê li ber
xebatên alîkarî û piştgirîya mexdûrên erdhejê bigire, da ku rê li ber
doza azadîya Kurdistanê û doza azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê ya li
Tirkîyeyê bigire.
Em bangî gelên xwe, bangî Hikûmeta Herêma
Kurdistanê, Rêvebirîya Rojavayê Kurdistanê, hemû dezgeh, partî û kesayetên Kurd
û Kurdistanî û hemû dostên kurdan dikin da ku, em di xebata gîhandina
alîkarîyên ji bo mexdûrên erdhejê da berdewam bin, em wan bitenê nehêlin,
em lihev xwedî derkevin.
Helbete ku barê felaketên bi vî rengî, dikare bi
îmkanên dewletan û bi alîkarîyên navdewletî bêne hilgirtin. Ji ber vê rastîyê
jî, em bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku rê li ber alîkarîyên
dezgehên sivîl û yên dewletan negirin û berîya her tiştî berpirsyarîyên
xwe yên dewletî bicîh bînin.
Heta ku çareserîyên mayînde bêne bicîh anîn, di demeke
herî kurt da divê pêwîstîyên mexdûran yên acîl, yên wek alîkarîyên aborî,
çadirên zivistanê, konteyner û cîhên ku lê bimînin, cil û bergên zivistanê,
sobeyên cûr bi cûr, êzing, komir, erzaq, av, derman, pêwîstîyên zarok û jinan,
nivîn û betanîyeyan temîn bikin.
Bêyî şik, wek her bûyereke xwezayî, civakî, sîyasî
da di vê erdhejê da jî mexdûrên herî mezin jin, zarok, kêmendam û kesên temen
dirêj in. Ji ber vê rastîyê jî divê, di vê erdhejê da, ji bo telafî kirina mexdûrîyeta van herçar
beşên civatê bernameyeke taybet bê li dar xistin. Bi taybetî jî divê hemû xebat
li ser esasê cudakarîya pozîtîf a jinan bêne hûnandin.
Em bangî hemî dezgeyên navneteweyî, Netewên Yekbûyî,
Konseya Ewrûpayê dikin, da ku alîkarîyên pêwîst û berfireh bikin û ji bo ku
Dewleta Tirkîyeyê di derbarê alîkarîya mexdûran da xebatên bi lez û berhemdar
pêk bîne, dîyalogeke xurt pêk bînin.
23.02.2023
DBP(Partîya Herêmên Demokratîk)
DDKD(Komeleya Şoreşgerên Demokrat ê Kurd)
DTK(Kongreya Civaka Demokratîk)
HDP(Partîya Demokratîk a Gel)
HEREKETA AZADÎ
KKP(Partîya Komunîst a Kurdistanê)
PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)
PARTÎYA AZADÎ
PDK(Partîya Demokrat a Kurd)
PDK-BAKUR(Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur)
PDKT(Partîya Demokrat a Kurdistan a Tirkîyeyê)
PİA(Partîya Însan û Azadî)
PLATFORMA JINÊN KURD
PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)
TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê