Xwedî Li Zimanê Xwe Derkevin!
Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû Kurdan dike ku xwedî li
zimanê xwe derkevin. Zimanê xwe biparêzin. Ji ber ku Zimanê Kurdî nasnama me
ye, hebûna me ye, taca serê me ye!
Ji bona ku em weke Milet karibin bi serbilindî li himberî
asîmîlasyonê derkevin, divê pêşî em xwedî li zimanê xwe derkevin. Zimanê xwe li
himberi asimîlasyonê bikin mertalekî zindî. Bikin helwesteke sîyasî. Weke ku têzanîn
ziman hebûna me ye, nasnama me ye, rengê me ye, hestên me ne, ramanên me ne,
dîroka me ye, hunera me ye, bîra me ye, kultura me ye, belê zimanê Kurdî hebûn
û dewlemendiya Kurdan bi xwe ye!
Baş dîyare ku ziman ji destê me çû, wê siberoj netewa me jî
ji destê me here. Em ê wê gavê weke milet ji nava miletan winda bibin. Em ê bi
xwe, xwe bikujin, xwe ji holê rakin û hebûna xwe jî bi destê xwe tune bikin.
Heke em naxwazin bibin kujerê miletekî xwedî dîrok û ziman li Rojhilata Navîn,
divê em beriya her tiştî li zimanê xwe miqatebin. Di pirsa Zimanê Kurdî de divê
em her gav xwe ragirbin. Weke ronîya çavê xwe divê em zimanê Kurdî biparêzin,
pêşîya zimanê xwe vekin û gav bi gav astengan ji holê rakin. Bi şanazî jî bi
zimanê xwe bixwînin, biaxivin, siyasetê bikin, henekan bikin, hüner biafirînin,
stranan bibêjin û bikin qêrîn.
Di 21 Sibatê Roja Zimanê Dayikê de, em ji dewletê dixwazin ku
Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê, bibe zimanê fermî. Bila Sazîya Zimanê Kurdî
were damezrandin.Bila partiyên siyasî di parlamento da gav biavêjin, qanûnên ji
bona mafê Zimanê Kurdî bixin rojeva parlamento. Bila hemû alîyên siyasî
helwesta xwe dîyar bikin. Bila bi hevbeşbûneke berfireh ya siyasî Zimanê Kurdî
bibe xwediyê statuyeke qanûnî.
Lê beriya ku em bigîhêjin armancên xwe yên sereke divê em bi
hişmendiya zimanê xwe tevbigerin. Nirx û rêjeya axavtin, nivîsandin û xwendina
zimanê Kurdî di nava gelê xwe de bilind bikin. Di nava gelê xwe de hişmendîya
zimanê Kurdî her gav pêşde bibin. Di her warî de doza zimanê xwe derxînin pêş,
zimanê xwe bikin dîtbar û serwer. Bila Zimanê Kurdî bibe mohra, bibe cewhera,
bibe rih û heyvanê civaka Kurdan! Em hemû Kurd divê bi hevdû re bibin xwediyê
stratejîyeke zimanî, stratejîyeke hevbeş û çalakîyên zimanî jî li gorî vê hevbeşbûnê
birêve bibin. PZK her gav dibêje; em
Kurd in, zimanê me Kurdîye û welatê me jî Kurdistan e!
PLATFORMA ZİMANÊ
KURDÎ
21 ê Sibatê 2025. AMED