
Em îro pir xemgîn in.
M. Emin Bozarslan, kedkarê doza azadiyê, dildar û xebatkarê
zimanê Kurdî li Swedê wefat kir.
Em heman demê da şanaz in bi mirata mamosteyê gewre
Bozarslan a tije xebat, lêkolîn û berhemên giranbûha.
M. Emin Bozarslan tevahîya temenê xwe bexşê ziman, çand,
dîrok, wêje û folklora Kurdî kir.
Di salên 1960an û pê ve bi dehan berhemên derbarê dîroka
Kurd û Kurdistanê wergerand alfabeya latinî û ji wendebûnîyê derxist
ronahîyê.
Wî bi sebrekê mezin rojnameyên destpêka sedsala 20an pêşkêşê
nifşên nû kir.
Bozarslan 20 salên xwe jibo çar cildên Ferhenga Kurdî terxan
kir.
Derbarê çand, huner û folklora Kurdî da şaheserên zêrîn
afirand.
M. Emin Bozarslan zana, zimannas, dîroknas, edebiyatnas û
wergerêkê hêja bû.
Wî tenê jibo çand û zimanê Kurdî xebatekê bê westan nekir, her
wisa jibo azadîya miletê Kurd kete zindanan, zilm û tehda dît, temenekê xwe yê
dirêj li sirgunê derbas kir.
Em minetdar in ji ked û xebata wî ya zerîn ku Miletê Kurd pê
serbilind e.
Bila rihê Mamosteyê gewre M. Emin Bozarslan şad be.
Bila serê malbata wî û ya gelê Kurd sax be.
Ked û berhemên wî dê her tim rîya me rohnî bikin.
09.02.2026
Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê
Partîya Sosyalîst a
Kurdistan
(PSK)
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!
Kürd Sorunu çözülmeden Bölge’ye Barış Ve Huzur Gelmez!
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması