2ê Rêbendan (22ê Kanuna Paşîn) Roja ragihandina Komara Kurdistan li Mehabadê ye.
79 sal berê niha, di 2ê Rêbendana sala 1946an da, li bajarê Mehabadê a Rojhilata Kurdistanê, Komara Kurdistan ji aliyê Serokê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î) Pêşawa Qazî Mehemmed ve, hate ragihandin.
Bi ragihandina Komara Kurdistanê ve gelê Kurd gihiştiye armanca xwe ya dirokî, ku bi salan bo vê kar û xebat kiriye û dike, bi dehan hezar keç û xortên Kurd bona vê armancê bûne cangorî û dibin.
Belê temenê Komara Kurdistan kurt bû û di navçeyekê sinordarkirî da desthilatdar bû.
Lê belê bi armanc û kar û kiryarên xwe ve veçerxeneka dirokî bû di xebata azadiya Kurdistanê da.
Belê Komara Kurdistan li Mehabadê hate ragihandinê, lê belê ew Komara hemu Kurdan bû. Hemu rêxistin û kesayetî û minewerên Kurdên seranserê Kurdistanê wê Komara xwe, Pêşawa jî serokê xwe zanî, lê xudan derket û pişgirî kir.
Komara Kurdistan nişanderê armanca bingehin a bizava azadiya Kurdistanê bû; îro jî usa ye.
Ruh û viyana Komar îro jî rêka me ronî dike.
Gelê Kurd li seranserê Kurdistanê bona bi destxistina armanc û deskevtiyên Komarê kar û xebat dikin.
Îro gelê kurd ji her demê pirtir hewcedarî giyana Komar e.
Baştirin şiweyê pîroz kirina Komara Kurdistanê, bona bi dest xistina armancên wêye, kar û xebat kirin bi giyanê wê ye.
Em di 79 salvegera Komara Kurdistanê da banga hemu hêzên welatparêz dikin, ku bi giyan û ruhê Komarê tevbigerin, hevkarî û yekitiya xwe pêkbinin daku, ji zirufa li bar a îro istifade bikin û armanca Pêşawa û hemu şehidên Kurdistanê bi dest xin.
Komara Kurdistan Pîroz Be.
21ê Kanuna Paşin a sala 2025
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!
Kürd Sorunu çözülmeden Bölge’ye Barış Ve Huzur Gelmez!
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması
Daxuyaniya Foruma Çep a Kurdistanê
PIRSA KURD NE MIJARA TERORÊ YE, PIRSA AZADIYA NETEWEYEK E