
Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), di civîna xwe ya 9ê Nîsana 2026an de, mijarên di rojeva xwe de nîqaş kir û piştî nirxandina pêşketinên li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê, guncaw dît ku daxuyaniya jêrîn bi çapemenî û raya giştî re parve bike.
Alozî û pevçûnên berdewam ên li Rojhilata Navîn bi êrîşa
Emerika û Îsraîlê ya li ser Îranê di 28ê Sibatê de veguherî şerekî herêmî.
Encamên aborî, darayî û siyasî yên şerê ku ji hêla Emerika û Îsraîlê ve li dijî
Îranê hat kirin, berbi krîzek ecîhanî ve diguhure.
Sedema sereke ya şerê li herêmê binpêkirina hemû mafên
demokratîk ên neteweyî yên gelê Kurd e, ku nifûsa wê ji 60 mîlyonî zêdetir e û
dabeşkirin û perçekirina Kurdistanê ye. Ji bo tepeserkirina daxwazên gelê Kurd
ên ji bo azadiyê, welatên herêmê xwe bi awayekî zêde çekdar kirine, herêm ji
her demê bêtir militarîze bûye û rejîmên şovenîst û otorîter xurt bûne.
Şerê li herêmê di meha borî de careke din eşkere kir ku
kapasîteya çekdarî ya Îranê gihîştiye wê astê ku gefê li tevahiya herêmê dixwe.
Rejîma mezhebî û şovenîst a Îranê, bi rêya sed hezaran milîsên çekdar ên di bin
kontrola xwe de, hewl da ku hemû welatên herêmê bigire bin kontrola xwe. Rejîma
mela ya kevneperest ne tenê bi hovane daxwazên azadiyê yên gelê xwe tepeser
kiriye, lê di heman demê de teror û bêîstîqrarî jî îhracê welatên herêmê
kiriye.
Şerê ku bi êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê
kir, kaos û nezelaliya li herêmê hîn kûrtir kiriye. Berdewamiya agirbesta ku di
çend rojên dawî de hatiye ragihandin jî, ne zelal e.
Ji bo avakirina aştî û aramiyê li herêmê, guhertina rejîma
zalim a li Îranê şerd e. Di vê çarçoveyê de, em piştgiriyê didin tifaqa ku ji
hêla 6 partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye damezrandin. Em hêvî
dikin ku rejîma kevneperest a li Îranê bi têkoşîna hevpar a gelê Îranê, di nav
de Kurd, Belûç, Azerî, Ereb û Faris, were guhertin û em piştgiriya xwe ya
tevahî ji bo van hewldanan pêşkêş dikin.
Bombebarankirina Herêma Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve
di meha borî ya şer de, ku hebûna wê di bin gefê de ye, tirsa wê ya rastîn ya
dijê Kurdan eşkere dike. Em careke din
êrîşên terorîstî yên neheq ên ku ji aliyê dewleta Îranê û milîsên girêdayî wê
ve di vê şerê mehekê de li dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin, bi tundî
şermezar dikin. Em bi rêzdarî xwişk û birayên xwe yên ku di van êrîşên hovane
de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan re
dixwazin.
"Pêvajoya" ku ji salekê zêdetir e li Tirkiyeyê di
rojevê de ye û naveroka wê ne diyar e, hîn jî di nav nezelaliyê de ye. Hikûmeta
Tirkiyeyê û hevkarê wê, ji destpêkê ve, tiştê ku diqewime wekî "Tirkiyeya
Bê Teror" bi nav kirine û bi vê awayî pirsgirêka Kurd paşguh kirine.
Serokê PKKê Abdullah Öcalan, ku dewlet li Îmraliyê pê re
danûstandinan dike, siyaset wisa dişopîne ku daxwazên neteweyî yên gelê Kurd
paşguh dike.
Pêvajoya ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, ji
çareserkirina pirsgirêka Kurd dûr e, armanc dike ku nasname, hebûn û mafên
neteweyî yên gelê Kurd di bin navê entegrasyonê de şêlo bike.
Komîsyona ku di bin Meclîsa Tirkiyeyê de (TBMM) hatiye
damezrandin heta niha di warê çekberdanê de ti gavên berbiçav neavêtiye. Ji bo
beşdarbûna kesên ku çekên xwe danîne, yên di hundirê welêt de û yên li sirgûnê
di pêvajoya siyasî de, çarçoveyek qanûnî nehatiye damezrandin. Bi gotineke din,
dewletê hîn nexşerêyek zelal eşekere nekirîye, hetta ji bo ku PKK çekên xwe
deyne.
Em dixwazin careke din îlan bikin ku pirsgirêka Kurd
meseleya azadiyê ya gelê Kurd e ku ji sedsalekê zêdetir dom kiriye, meseleya
diyarkirina pêşeroja wan bi xwe li welatê wan e. Hewldana girêdana meseleya
Kurd bi terorîzmê re, wekhevkirina wê bi PKK re, tahrîfkirinek tevahî û
hewldanek ji bo veşartina rastiyê ye.
Divê kesên ku Tirkiyeyê birêve dibin, berî ku pir dereng nebe,
dev ji siyaseta înkar û pevçûnê berdin û hemû mafên gelê Kurd ên ji netewebûna
wan derdikevin nas bikin. Ji bo nîqaşkirina hemû mijaran, bi taybetî jî
meseleya Kurd, divê hawîrdorek azad û demokratîk were afirandin.
Bidestxistina van hemû armancan bi yekîtîya herî berfireh a
hêzên demokratîk ên neteweyî yên Kurd ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de, em wekî
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, "Konferansa Hewldana Yekîtiya Neteweyî ya
Kurdistanê" ku di 14ê Adara 2026an de li Dîyarbekirê pêk hat, wekî gaveke
pir girîng dibînin û em pabendbûna xwe ya bi encamên vê konferansê re ji nû ve
piştrast dikin. 10.04.2026
Partiya Sosyalîst a
Kurdistanê
(PSK)
Komiteya Rêveberiya
Navendî
Li Rojhilata Navîn Aştî Bi Naskirina Mafên Neteweyî yên Gelê Kurd Ve Pêkan e
Ortadoğu’da Barış Kürt Halkının Ulusal Haklarını Tanımaktan Geçer
Şehîdên Kurdistanê Nemir İn
Halebce’nin Yarası Kanamaya Devam Ediyor
Ragihandina Hewldana Konferansa Yekîtîya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê
Kuzey Kürdistan Ulusal Birlik Girişim Konferansı Sonuç Bildirgesi
Em Bi Germahî 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî Pîroz dikin
8 Mart Dünya Kadınlar Günü'nü Coşkuyla Kutluyoruz
Raperîn’in 35.Yıl Dönümü Kutlu Olsun
Salvegera 35’emîn a Raperînê Piroz Be