Em wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), bi dilxweşî û coşeke mezin ve pêşwaziya pêşketina girîng a li qada siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê dikin.
Bi tevî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDKÎ), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê (KOMELA) û Rêxistina XEBAT ê ya Kurdistanê-Îranê, piştî danûstandinan, “Tifaqa Hêzên Siyasî yên Kurdistan- Îran” ava kirin û bi daxuyaniyeke hevpar ve ji çapemenî û ji raya giştî re ragihandin.
Li Rojhelatê welatê me, ev gavekî girîng û qonaxeke nû ye. Gavê hanê a dîrokî, hêvî û bawerîya serkeftinê li Rojhelatê Kurdistanê xurttir dike.
Em wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, pêkhatina Tifaqê wekî gavekî dîrokî dinirxînin, hevkarî û hevgirtina birayên xwe yê Rojhilatê bi dilgermî pîroz dikin û ji hemû partî û rêxistinên tifaqê re serkeftinê dixwazin.
Em pişgiriya xwe li tekoşina hevpar a partiyên Rojhilatê Kurdustanê radigihinin û bawer dikin, ku gavê hanê bibe nimuneyek bona perçeyên dinê Kurdistanê û diyasporaya Kurd.
Bijî yekîtî û Tifaqa hêzên welatparêz!
Bijî têkoşîna azadî û demokrasiyê!
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
23’ê Sibata 2026
Dem Ne Dema Bêhêvîtîyê Ye Zanebûn û Îradeya Azadiyê Ya Gelê Me Ji Her Demê Bilindtir e
Umutsuzluğa Yer Yoktur. Halkımızın Özgürlük Bilinci Ve İradesi Her Zamankinden Daha Yüksektir.
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!