Li ser banga serokê MHPê Bahçelî û serdana şanda DEMê jibo Girava Îmraliyê, serokê PKKê Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025ê de bang li PKKê kir ku dev ji çekan berde û xwe fesih bike.
Ji bo dawî li şer û pevçuna ku ev 40 sal in ziyaneke mezin a
canî û madî gihandiye gelê Kurd, siyaseta demokratîk a Kurd bloke kiriye û
wateya xwe winda kiriye, em girîngiyê didin banga çekberdanê û piştgiriyê
didinê
Ji bo ku pêvajoya dawînaîna şer û şîdetê bi ser bikeve divê
dewlet di zûtirîn dem de gavên pêwîst bavêje. Ji bo kesên çek danîne vegerin
jiyana xwe ya asayî, kesên ku ji ber sedemên siyasî di zindanan de ne serbest
bên berdan, kurd li ser bingehên demokratik bi azadî xwe bi rêxistin bikin û
astengiyên li pêşiya têkoşîna wan a ji bo mafan bên rakirin, divê di zûtirîn
dem de guhertinên qanûnî û destûrî bên kirin.
Li aliyê din bidawîbûna tundî û pevçûnan li Tirkiyê nayê
wateya çareseriya pirsgirêka kurd. Çareserkirina pirsgirêka Kurd bi guhertinên
qanûnî û destûrî yên kûr û berfireh ku mafên bingehîn ên netewî yên gelê Kurd
di nav xwe de dihewîne, pêkan e. Bêdengkirina çekan dikare zemîna demokratîk û siyasî ya têkoşîna azadî û
demokratîkbûna Tirkiyeyê ya gelê Kurd hêsantir bike.
Ev tê wateya destpêkeke nû jibo têkoşîna mafdar a gelê Kurd.
Têkoşîna gelê Kurd a ji bo bidestxistina mafên xwe yên
netewî yên demokratîk û bidestxistina statuyeke federal a li welatê xwe wê ji
niha û pê ve xurtir û geştir bibe. Ne pêkan e ku kes vê têkoşîna rewa reş bike
an jî asteng bike.
02.03.2025
Partiya Sosyalîst a
Kurdistanê
(PSK)
Desteya Rêveberiya
Navendî