PSKê Di Rîya Azadîyê da Bû 50 Salî Bi heman kelecan, hêvî, cesaret û bawerî têkoşana me berdewam dike

Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK)  05.10.2024ê civîna Meclisa Partiyê ya asayî pêkanî, babetên di rojeva xwe da û pêşhateyên siyasî ku li herêm û Rojhelata Navîn diqewimin nirxand û biryar da ku encamên wê bo raya giştî belav bike.

 Şerê ku salêk berê (07ê Çiriya Pêşin 2023) di navbeyna Hemas û İsrayîlê da qewimî roj bi roj dijwartir dibe û ber bi şerekî herêmî ve bi lez pêş dikeve. Di encama êrişên İsrayilê bo ser Xezzeyê bi 10 hezaran kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan, bi rêjeyek mezin cihên niştecîbunê xirabûn, bi sed hezaran Filistînîyan ji neçarî koç kirin. Ev şerê hanê hêdî hêdî ji qalibê şerê Hemas û İsrayîlê derdikeve dibe şerê İsrayîl û Îranê û hêzên tundrew yên bi Îranê ve girêdayî. Daxwazên Rejima Îranê yên pawanxwaz û meshebî yên emperyal Rojhelata Navîn bi ber şerekî giştî ve pal dide.

 Partiya me nîgeranê jidest dana canê kesên sivîl yên vî şeri ye. Partiya me di çarçoveya prensîbên exlaqî da pişgiriya hewlên çareseriyek di bingehê wekheviyê da bo meseleya Filistînê  dike. Partiya me bang li civaka navdewletî dike ku pêşiya siyaseta serkutkirin, şoven û erişkar ya rejima İranê bigirin ku li navxwe û derve dimeşîne.

 Guman têda nîne ku yek ji sedemên bingehîn yên şer û bê aramiya li Rojhelata Navîn meseleya Kurd û Kurdistanê ye. Neheqiyek dîrokîye ku gelê kurd ji hemî mafên neteweyî bê par hatiye kirin, welatê wan hatiye parçekirin, gelek caran ketiye ber komkujîyan û hatiye qirkirin. Ev politikayên qirkirin, haşatî û asîmilasyonê li hember gelê Kurd têne birêvebirin hem bê aramî û şer dixulqîne, hem jî guhnedan, tune hisabkirina prensîbên aştî û wekheviyê yên gerdûnî ye.

 Di vê çarçoveyê da partiya me giringiyê dide zaminkirina destûrî ya deskeftên kurdên li Suriyê bi dest xistî. Lazim e hewlên dagirkirin û êrişa beramber Herêma Kurd ya Suriyê bi dawî bibin. Jibo parastina deskeftên heyî û pêkanîna rêveberiyek neteweyî ya rewatiyek bi hêz, divê hemî aliyên Kurd xudan têgehiştinek bi berspiryarî ya çêkirinê bin.

 Politikayên Îranê yên dagirkarî li beramberê wê nerazîbûn û muxalefetek navneteweyî zêde dike. Di vê pêvajoya hestyar da  yekitiya neteweyî ya  aktoren siyasî yên Rojhelatê Kurdistanê dê bibe faktorek bihêz yê hilweşandina rejimê. Avakirina demokrasiyê li Îranê, azadiya Rojhelatê Kurdistanê bi hevkarî û tifaqek berfireh ve mumkîn e.

 Di nav bayê şerê li Rojhelata Navîn da 20ê Meha Çirîya Pêşîn ya 2024an li Herêma Kurdistana Federe hilbijartinên perlemantoyê dê bêne kirin. Di wextek ku Hikûmeta Federal ya İraqê jibo nehêlana qewareya Herêma Kurdistanê kar dike, hewlên jibo lawazkirina statûya Kurdistana Federe û qutkirina beşê budçeyê, encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê giringtir dike.

 Hilbijartinên 20ê Çiriya Pêşîn ku dê bêne kirin, jibo hikûmetek bihêz û avakirina deshilatek merkezî derfetek dîrokî ye. Partiya me baweriyek xurt bi hindê  heye ku hilbijartinên  li Herêma Kurdistanê wê di rewşek demokratik û aştiyane da, bi awayek şehyana demokrasiyê da pêk bên. Hilbijartinên ku di rewşek demokratik, azad û aştiyane da pêk bên, hem dê rewatiya perlemanê pêk tê zêdetir dike, hem jî derfetê bo derketina iradeya azad ya gel desteber dike. Perlemana Kurdistanê ku bi îradeya bihêz ya ji hemî pêkhateyên kêmnetewe û olî  pêk bê, dê baştir serederiyê ligel kêşe û gefên rû bi rû bûyî bike.

 Partiya me hêvî dike ku hilbijartinên perlemantoyê yên 20ê Çiriya Pêşîn di keş û hewayek demokratik da derbas bibe û em piştrast in ku encamên ku derdikevin dê standardên demokratik yên Herêma Kurdistana Federe bi hêztir bike.

 Meclisa Partiya me carek dî binê qeyrana aborî ya li Tirkiyê, xizanî û kûrbuna hilweşîna siyasî û exlaqî  xêz kir. Meclisa Partiya me destnîşan kir ku ev qeyranên pir alî di bingeh da ji ber şopandina politikayên şer û haşatiyê di meseleya Kurd da ne. Riya çareseriya wê jî di çêkirina destûrek ku hebûna gelê kurd û mafên neteweyî bi xweve digire da ye.

 Meclîsa Partiya me di vê çarçoveyê da gengeşeyên li dor destûrek nû  ji nêzîk ve dişopîne û pêdivî dibîne ku aliyê Kurd mudaxaleyê vê pêvajoyê bike. Ji derveyî niyeta deshilatê ya destûra nû,  lazim e aliyên kurd helwestek hevpar pêşve bibin, jibo bicihkirina daxwazên gelê kurd yên neteweyî despêşxeriyê pêş bêxin. Jibo daxwazên neteweyî yên gelê kurd bêne rojevê, ev daxwaz bibin malê raya giştî û di vê babetê da piştevanî peyda bibe gengeşiyên destûra nû weke derfet bikar bînin.

 Di heman wext da ev sal 50 saliya avabûna PSKê ye. Têkoşana PSKê ya 50 salî bo azadiya gelê Kurd, bi rûmet e, pîroz e, bi rêz e. Hezar silav jibo wan lehengên jin û piyaw ku mil danê, giyanê xwe feda kirine. Bi heman kelecan, heman hêvî, cesareta mezin û baweriya bêhempa têkoşana me ya berheq berdewam dike.

 Meclîsa Partiya me jibo salvegera damezrandina 50 saliya PSKê pîroz bike, fedekarî, tecrube û têkoşana nîv qirnî di hiş û biran da bihêle li Kurdistan, Tirkiyê û Ewrupayê rêze çalaki û şahî amade kirine. Em piştrastin ku emê van çalakiyan bi gelê me bi awayek girseyî, coş pêkbînin

Gelê kurd xewna xwe ya azadiyê bi têkoşana 50 salan ya bi rûmet kire hêzek civakî. Amanca li pêşiya me hizra azadiyê bi azadiya Kurdistanê tacîdar bikin.

 07.10.2024

 Partiya Sosyalîsta Kurdistan

           (PSK)

     Meclîsa Partiyê

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik